Fîlma bi navê ‘Qezaya Nexuyayî’: Pirsên dijwar ên li ser edalet û rastiyê

Fîlma Qezaya Nexuyayî (Yek Tasadof-e Sadeh) ku derhêneriya wê Cefer Panahî kiriye, fîlmeke mirovî û hizirker e li ser bandorên mayînde yên tundî û zilma li ser jiyana mirovan e. Temaşevanan vedixwîne fikirîna li ser lêgerîna rastî, edalet û hesabpirsînê.

Navenda Nûçeyan –Çîrok bi qezayeke trafîkê ya asayî dest pê dike. Ev bûyer mêrek rûbirûyî kesek bawer dike ku beriya salan di pêvajoya girtinê de îşkence lê dike. Ev hevdîtin zincîra bûyerên ku karakterên fîlm bi pirsên dijwar ên li ser rastî, edalet, tolhildan û lêborînê re rûbirû dihêle dide destpêkirin.

Her wiha fîlm çîrokên mirovên ku bi awayên cuda rastî tundî û zordariyê hatine û bîranînên bi êş ên rabirdûyê re dijîn, ridixe ber çavan. Cefer Penahî li şûna ku vegotinek siyasî ya rasterast ava bike, li ser encamên mirovî yên tundiyê disekine û nîşan dide ka ezmûnên êş û neheqiyê çawa di nava salan de siya xwe dane ser jiyan û têkiliyên mirovan.

Jin, di vê vegotinê de xwedî cihekî girîng in. Ew ne tenê şahidên bêdeng ên bûyeran in; weke kesên hilgirin bandorên psîkolojîk û civakî yên mexdûrên tundiyê dijîn tên nîşandan. Fîlm bi riya karakterên jin, balê dikşîne ser birînên ku ji ber tundiya siyasî û civakî li ser jin û malbatan çêbûne û nîşan dide ku encamên zilmê ne tenê bi binçavkirin û girtinê ve sînordar in, bandorê li nifşan û têkiliyên mirovan jî dikin.

‘Qezaya Nexuyayî’ bi nêzîkatiya xwe ya rastîn û mirovî, temaşevan bi vê pirsê re rû bi rû dihêle: Di qadeke ku edalet û hesabdayîn tune ye de mexdûr dê çawa hevrûyî demboriya xwe bibin? Fîlm, dema êş û azarê nîşan dide her wiha balê dikşîne ser girîngiya rastiyê, bîra kolektîf û lêgerîna edaletê. Ew portreya mirovên ku di nava hêrs, hêvî, bexşandin de li riya daxwaza mafên jiyana xwe bidomînin de digerin xêz dike.

Derhêner hê jî bi sînorên dadewerî re rûbirû ye

Her çendî fîlm bala rexnegir û temaşevanan kişandibe jî derhêner Cefer Penahî li Îranê hê jî bi sînordarkirinên dadwerî re rûbirû ye. Di demên dawî de, Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê biryara berê ya li dijî Cefer Penahî ku cezayê salek girtîgehê, du sal qedexeya seferê û qedexeya endametiyê di komên siyasî û civakî de lê hatiye birîn erê kir.

Ev biryara ku ji ber sûcê ‘tevlîbûna xebatê propagandayê yên li dijî pergalê’ hat erêkirin, li Îranê  pirsgirêkên azadiya derbirînê, serxwebûna hunermendan û sînordarkirinên li ser aktorên di warên çandî û hunerî de dîsa anî rojevê.