Fîlma 'An Old Lady' balê dikşîne ser binpêkirina mafê jinê di civaka baviksalar de

Fîlma Koreyî 'An Old Lady' rastiyeke civakî ya dijwar vedibêje û çîroka têkoşîna jineke 70 salî li hember înkar û tinazên baviksalarî, piştî ku ew rastî destdirêjiya zayendî tê, pêşkêş dike.

Navenda Nûçeyan – Fîlma dramayî ya Koreyî (An Old Lady) yanî 'Pîrejin' ku di sala 2020’an de ji aliyê derhêner û nivîskar Sun-hee Lim ve hatiye çêkirin û lîstikvana Yi Soo-jung di wê de rola sereke lîstiye, mijareke dijwar û biêş vedikole. Fîlm behsa destdirêjiya zayendî li ser jineke temen mezin û windabûna mafê wê di civakeke baviksalar de dike, civakek ku dengê kal û pîran kêm dibihîze û pirsgirêkên jinan paşguh dike.

Bi destdirêjiya zayendî re dimîne

Çîrok bi nasandina Hyo-jeong dest pê dike, jineke 69 salî ku bi çalakî û eleqeya xwe ya bi tenduristiyê tê nasîn. Ew berê rahênera fîtnesê bûye û bi rêkûpêk avjeniyê dike. Ji ber qezayeke berê, ew ji bo danişînên fizyoterapiyê bi domdarî serdana nexweşxaneyê dike. Rojekê alîkarê hemşîreyê yê ciwan, ku di salên bîstan de ye, ji nebûna bijîşkê pispor sûd werdigire û di odeya muayeneyê de bi tenê dimîne. Ew li wê destdirêjiyê dike û ji rewşa wê ya lawaz sûd werdigire.

Ji ber temen mezin e jê bawer nakin

Piştî çend rojan ji şokê û bêdengiya biêş, Hyo-jeong biryar dide ku bêdengiyê bişkîne û bûyerê ji hevkarê xwe re bibêje. Hevkarê wê jî wê dibe qereqolê da ku gilînameyek fermî pêşkêş bike. Lê polîsan bi tinaz û bêhurmetî bersivê didin wan û bawer nakin ku zilamekî ciwan dikare li jineke 70 salî destdirêjiyê bike. Ew ji wê delîlên maddî yên ku peydakirina wan zehmet e dixwazin.

Dema ku sûcdar di lêpirsînê de sûcê xwe red dike û bi derewan îdia dike ku jin nexweşiya hişê winda (demans) heye û bûyerê ji xeyala xwe derdixe, trajediya wê mezintir dibe. Hevalê wê ji bo îsbatkirina rastiya gotinên wê dest bi lêkolîna serbixwe dike. Di heman demê de Hyo-jeong hewl dide hemû hûrguliyên bûyerê ji bîra xwe bîne û belge bike.

Hewldanên eşkerekirina rastiyê

Tevî hemû hewldanan, ew bi astengiyên hiqûqî re rûbirû dimîne û nikare delîlên maddî yên ku civakek bêbawer jê dixwaze peyda bike. Di dawiyê de wê rêyek cuda ji bo ragihandina rastiyê hilbijêre: ew çîroka êşa xwe li ser kaxezekê dinivîse, bi sedan kopî jê çêdike û wan ji eywana avahiyeke bilind belav dike, bi hêviya ku bayê wan bigihîne her derê û rastî bigihêje mirovan.

Fîlm peyamek mirovî û civakî dide

Fîlm bi rêya vê çîrokê peyameke girîng a mirovî û civakî dide û destdirêjiya zayendî li ser jinên temen mezin û xerabkirina mafên kal û pîran şermezar dike. Her wiha balê dikişîne ser vê yekê ku jin di her qonaxa temenê xwe de dikare bibe armanca destdirêjiyê û sûdwerdariya kesên ku ji lawaziya wê îstîfade dikin.