Farah Siraj bi muzîka xwe sînoran derbas dike
Hunermenda Urdunî Farah Siraj muzîka Erebî bi caz, flamenco û bossa nova re tevlihev dike. Ew her wiha ji bo mafên jinan û penaberan dixebite, bi muzîka xwe balê dikişîne ser pirsgirêkên civakî.
Navenda Nûçeyan – Dengbêj û bestekara Urdunî Farah Siraj bi şêweya xwe ya ku çandên cuda yên mûzîkê tîne cem hev, di qada navneteweyî de tê naskirin. Hunermenda ku bi erebî, îspanî û îngilîzî stranan dibêje, muzîkek ku bi xeteke muzîkê ji cazê bigre heta flamenkoyê çandên cuda li hev dicivin, pêşkêşî temaşevanan dike.
Farah Siraj ku ji aliyê kovara Time Out a li New Yorkê ve wekî "Norah Jones a Rojhilata Navîn" hatiye binavkirin, wekî balyoza muzîkê ya Urdunê jî tê nasîn. Ew ji Koleja Muzîkê ya Berklee mezûn bûye û di sala 2011’an de albûma xwe ya yekem, NOMAD derxist.
Ew muzîka xwe ji bo aktîvîzma civakî bikar tîne
Farah Siraj ku li platformên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Foruma Aborî ya Cîhanê û Navenda Kennedy performans pêşkêş kiriye, muzîkê tenê mîna şêweyek îfadeya hunerî nabîne. Ew her wiha ji bo balkişandina ser mafên jinan, pirsgirêkên ku penaber pê re rû bi rû dimînin, mafên heywanan û rewşa qurbaniyên şer dixebite.
Hunermend armanc dike ku bi rêya muzîkê çandên cuda bîne ba hev, hişyariyê li ser pirsgirêkên civakî zêde bike û hêza yekgirtî ya muzîkê nîşan bide. Werin em bi hev re guh bidin Farah Siraj: