Fadma Harfu: Çîroka jinek di navbera bîra devkî û arşîva 'Salên Guleyan' de

Li Mexrîbê, ji ber arşîvên sînorkirî yên li ser "Salên Guleyan", vegotinên jinan di navbera bîra devkî û tomarên nivîskî de asê mane, di heman demê de jiyana Fadma Harfu wekî mînakek derdikeve pêş ku vegotinên malbatî bi bîra dîrokî re dike yek.

HENAN HERÊT

Mexrîb – Li lûtkeyên çiyayên Atlasa Mezin a Rojhilat, li herêma Îmîlşîl a ser bi parêzgeha Mîdelt a li navenda Mexrîbê, li wir çîroka jinekê dest pê dike. Pişt re dibe yek ji çîrokên herî belav di bîra devkî ya li Mexrîbê di serdemekê ku wek “Salên Guleyan” tê nasîn. Çîrokek ku tê de vegotinên malbatî û daneyên belgekirina mafên mirovan dighîjin hev.

Jînenîgariya Fadma Harfû ku jineke Amazîxî ye, di sala 1934’an de li qesra “El-Sontat” a li herêma Bûzmû çêbûye. Di bîrya herêmî de zindî dimîne. Ev di demekê ku belgekirina kesane ya berdest di arşîvên giştî yên hatine weşandin de li ser jiyana wê pir sînordar e de, pêk tê.

Têgîna “Salên Guleyan ” li Mexrîbê ji bo nîşandana serdemeke ku hema bêje ji salên 60’î heta salên 90’î yên sedsala borî dikşîne, tê bikaranîn. Di vê serdemê de, raporên hiqûqî yên fermî û navneteweyî girtinên kêfî û binpêkirinên mafên mirovan belge kirine.

Girtin û zincîra navendên binçavkirinê

Şahidiyên malbatî û vegotinên cuda li ser wê yekê li hev dikin ku Fadma Harfû di Adara sala 1973’an de, li mala xwe ya li qesra El-Sontat tevî dayîk û birayê xwe, ji aliyê hêzên cendirme, artêş û hêzên alîkar ve hatiye girtin.

Li gorî van vegotinan, pêşî wê birine herêma Bûzmû ya nêzî Îmîlşîlê û li wir nêzî 8 rojan hatiye ragirtin. Piştre dayîk û birayê wê hatine berdan, lê binçavkirina wê berdewam kiriye û ew veguhestine zincîrek navendên girtinê.

Heman şahid diyar dikin ku ew birine girtîgeha “El-Korbîs”, piştre bo “Derb Molay El-Şerîf” li Dar El-Beyda, berî ku wê veguhezînin navenda “Akdez” a li başûr rojhilatê Mexrîbê. Lê belê, di çavkaniyên aşkere vekirî de tu belgeyên fermî yên weşandî nîn in ku hemû qonaxên vê rêwîtiyê bi hûrgulî û bi awayekî kesane hatine belgekirin.

Qutbûna nûçeyan û vegotinên ji hev cuda

Vegotinên malbatî radighînin ku piştî demekê ji girtina Fadma Harfû, di bin siya nebûna tu peywendiyeke fermî bi malbatê re, nûçeyên wê bi temamî qut bûn.

Li gorî şahidiyên ku tên nîqaşkirin, girtina wê bi “piştgiriya wê ya ji bo şoreşgeran” ve girêdayî bû û piştî ku ji malê hatiye derxistin, lêpirsîn pê re hatiye kirin.

Mirina di sala 1976’an de li navenda Akdezê

Fadma Harfû di 20’ê Çileya sala 1976’an de di hundirê navenda Akdezê de, li başûr rojhilatê Mexrîbê mir. Mirina wê di şert û mercên pir giran ên girtîgehê de pêk hat, lê ev dane nespêrin tu belgeyên dadwerî yên weşandî an dosyayên fermî yên kesane yên berdest bi taybet jî di çavkaniyên vekirî de ku hûrguliyên rastîn ên mirina wê eşkere bikin.

Hindek vegotin dibêjin ku rûyê Fadma Harfû bi salên dirêj nehatibû naskirin, heta li gorî van gotinan piştî mirina wê, di nav tiştên wê yên kesane de wêneyekî wê hat dîtin. Ev wêne piştre di çarçoveya zindîkirina bîra wê de, li ser torên civakî hat belavkirin.

Vegerandina hunerî ya bîrê

Jînenîgariya an jî bîranîna Fadma Harfû di şanoya “El-Waşîme” (Jina Bi Deq) ya hunermend Fatîma El-Zehraa El-Sendanî de hat zindîkirin. Ev şano balê dikşîne ser bîra jinan a girêdayî serdemên dîrokî yên borî ya li Mexrîbê.

Fatîma El-Zehra El-Sendanî ji ajansa me re ragihand ku kesayetiya Fadma Harfû, wekî ku di bîra devkî ya serdema “Salên Guleyan ” de hatiye, ji bo vê berhemê mînaka jînenîgariyên bîrên jinan e ku di navbera vegotina malbatî û belgekirina hiqûqî ya neqediyayî de mane.

Li wir şahidiyên devkî û sînordariya arşîva kesane ya weşandî têkildar dibin. Ev yek jinûveavakirina rêwîtiya dîrokî ya van kesayetan dike pêvajoyeke aloz ku tenê bi belgeya fermî bi dawî nabe.

Fatîma El-Sendanî anî ziman ku anîna vê jînenîgariyê bi bîranîna vê rêwîtiyê bo ser dika şanoyê, hewldanek e ji bo vegerandina rûmeta sembolîk a van ezmûnan. Ev yek bi rêya veguhestina wan ji bêdengiyê yan belgekirina kêm ber bi qadeke hunerî ve dibe. Ji bo ku rê bide pirsîna li ser çawaniya avabûna bîra giştî û pirsa ka kî xwediyê desthilata nivîsandin û diyarkirina tiştên tên parastin an marjînalkirin e.

Her wiha destnîşan kir ku ev berhema hunerî nîqaşekê li ser têgîna “Dadweriya bîrê” vedike; wekî pêvajoyekê ku tenê bi naskirina qanûnî yan belgekirina saziyî sînordar nabe. Her wiha vegirtina ezmûnên jibîrkirî di nav vegotina çandî ya neteweyî de û jinûve fikirîna li ser sînorên di navbera tiştên fermî yên dîrokî û tiştên ku tenê di bîrya devkî de zindî mane, li xwe digire.

Di navbera bîr û arşîvê de

Di bin siya nebûna belgekirineke kesane ya temam di arşîva giştî ya weşandî de, jînenîgariya / bîranîna Fadma Harfû wekî mînakekê li ser rageşiya heyî ya di navbera bîra devkî û belgekirina saziyî de dimîne, di nêzîkbûna li serdemeke dîroka Mexrîbê ku hê jî mijareke aşkera ya lêkolînên hiqûqî û dîrokî ye.

Ev bîranîn ne tenê çîrokeke kesane ya îzolekirî ye, her wiha beşek e ji vegotineke berfireh a jinên “Salên Guleyan ”, ku tê de şahidiyên malbatî, hewldanên belgekirina hiqûqî û jinûveavakirina dîrokî ya tiştên ku hê jî bi temamî nehatine belgekirin, dighêjin hev.