Emîne Ocak: Sembola bîr, heqîqet û têkoşîna edaletê ya 30 salî
Emîne Ocak a ku bi wêneyê kurê xwe yê di binçavan de hat windakirin Hasan Ocak re nêzî 30 salan li Qada Galatasarayê li ber xwe da, di yekemîn salvegera koça dawî de bi mîrateyeke mezin a berxwedanê tê bîrkirin.
Navenda Nûçeyan – Hinek mirov ne tenê êşa xwe, bîra civakek jî li ser milên xwe hildigrin. Emîne Ocak jî yek ji wan kesan bû. Çîroka wê, ji çîroka dayîkek ku li kurê xwe Hasan Ocak ê di binçavan de hat windakirin wêdetir, bûye yek ji sembolên herî xurt ên têkoşîna edaletê ji bo kesên ku bi darê zorê li Tirkiyeyê winda bûne.
Emîne Ocak, di nava dayikên ewil ên ku di 27’ê Gulana 1995’an de derketin Qada Galatasarayê de bû. Piştî wê rojê nêzî 30 salan, wêneyê kurê xwe tu caran berneda. Her cara ku dihat qadê, ne tenê Hasan, li sedan kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne geriya. Bi rûniştina xwe ya bêdeng li hemberî înkar, bêcezatî û hewldanên jibîrkirinê yên dewletê li ber xwe da.
Di 21’ê Adara 1995’an de kurê wê Hasan Ocak telefona dayîka xwe kir û got ez ê vegerim malê. Ew telefon axaftina dawî ya di navbera dayîk û kurê wê de bû. Emîne Ocak a bi rojan qereqol, dozger û nexweşxaneyan geriya, li her derê heman bersivê girt: “Ne li ba me ye.” Lê ew qet bawer nekir.
Emîne Ocak a piştî salan nameyek nivîsand, wan rojan bi van gotinan vegot:
"Min qet hêviya xwe ya dîtina kurê xwe winda nekir. Piştî 58 rojan, zarokên min di tomarên tiba edlî de wêneyên kurê min dîtin. Hasanê min ne sêwî bû; lê ji bo ku îskenceya li kurê min hat kirin kes nebîne, wî li Goristana Bêkesan veşartin.”
Têkoşînê nû dest pê dikir
Dema ku eşkere bû Hasan Ocak di bin îşkenceyê de hatiye qetilkirin, têkoşîna Emîne Ocak bi dawî nebû; berevajî vê yekê têkoşîna wê nû dest pê kir. Cenazeyê wî ji Goristana Bêkesan hat derxistin, ji bo ku careke din tu dayîk heman êşê nekişîne biryar da li Qada Galatasarayê rûnê.
Çalakiya rûniştinê ya bêdeng a Dayîk û Mirovên Şemiyê, di demek kurt de ne têne yên xizmên windayan, di heman demê de bû yek ji sembolên herî xurt a têkoşîna mafên mirovan jî. Mîna gotinên Emîne Ocak, li Qada Galatasarayê, "bûn xwîşk û bira, ewlad û heval.” Her ku têkoşîn mezin dibû, windakirinên bi darê zorê kêm bûn; qad jî veguherî sembola bîr û daxwaza edaletê.
Lê belê ev têkoşîn bi bedelên giran berdewam kir. Qad gelek caran hat qedexekirin, Dayîkên Şemiyê hatin binçavkirin û rastî tundiyê hatin. Tevî vê yekê jî Emîne Ocak gav paşve neavêt. Ji ber ku ji bo wê, devjêberdan ne tenê dihat wateya devjêberdana Hasan, dihat wateya devjêberdana ji hemû malbatên ku li edaletê digeriyan.
Di nameyek xwe de vê yekê bi van hevokan tîne ziman:
"Ger em dev jê berdin, em ê nikaribin bigihîjin windahiyên xwe. Ger em dev jê berdin, ev welat dê bibe bihuşta kesên winda dikin. Ger em dev jê berdin dê edalet qet nayê bicihanîn."
Têkoşîna Emîne Ocak, ne tenê hesabpirsîna kurê wê bû. Emîne Ocak di tevahiya jiyana xwe de, hewl da li dijî tundiya dewletê bibe dengê heqîqet, bîr û edaletê. Wêneyê Hasan Ocak ê ku bi salan li Qada Galatasarayê hilgirt, bi demê re veguherî wêneyê hemû kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûn.
Mîrateyek berxwedanê ya mezin hişt
Emîne Ocak a piştî qeyrana dil a di heyama dawî ya jiyana xwe de derbas kir, di beşa lênêrîna awarte de dihat dermankirin, di 23’ê Tîrmeha 2025’an de koça dawî kir. Emîne Ocak a ku em di yekemîn salvegera wê de dubare dubarê wê bi bîr tînin, li pey xwe ne tenê êşeke mezin, mîrateyek berxwedanê ya mezin ku gihîşt nişfan hişt.
daxwaza wê ya herî mezin jî qet neguherî. Nameya ku di sala 2019’an de nivîsand, bi van gotinan bi dawî dikir:
"Ew ji bo ku hesab nedin, li benda mirina me hemûyan in lê ew ê ji hesabdayînê xilas nebin. Em ê heta berpirsyar hesab nedin, dev jê bernedin. Min berî dawî soz da hevala xwe Elmas. Em ê bêguman rojek wêneyên zarokên xwe li Qada Galatasarayê ku aydê me û aydê windahiyên me ye, hilgirin."
Emîne Ocak êdî bi me re ye. Lê belê şopa ku Emîne Ocak li Qada Galatasarayê hişt, wê heta winda werin dîtin û edalet mîsoger bibe bijî. Navê wê, mîna yek ji sembolên nayên jibîrkirin ên têkoşîna heqîqet û edaletê ya li Tirkiyeyê, cihê xwe di bîra me de biparêze.