El-Waîrat: Pirtûkek cihêreng a xeyalên jinên Mexribî
Dema ku zarok di nav rûpelên çîrokên periyan de li qehremanan digerin, pirtûka El-Waîrat tê hilbijartin ku deriyek din ji bo wan veke, wan ber bi qehremanên rastîn ve bibe ku rêyên xwe di zanist, huner, werzîş, karsazî, xebata sivîl û çandê de çêke.
Navenda Nûçeyan – Di cîhana zarokatiyê de, qehremanî bi gelemperî ji rûpelên çîrokên perî tê: prensesên ku ne gengaz pêk tînin, şervan û superhero. Lê belê komek jinên Mexrîbî dîtin ku rastiya bi xwe, tijî jinên qehreman e. Her wiha Mexrib jî tijî jinên ku jiyaneke awarte jiyane û di zanist, huner, werzîş, karsaziyê, tevlêbûna sivîl û çandê de serketî ne. Lê belê, çîrokên wan di xeyalên zarokan de ne ewqas berbiçav in.
Çîroka pirtûka ku bi fransî wekî "Les Intrépides" (Jinên Wêrek: Çîrokên Jinên Qehreman ên ku Ne gengaziyê Nizanin) tê zanîn, bi pirsek hêsan lê watedar dest pê dike: Ew jinên ku zarokên Mexrîbê wekî qehreman û modelên rol nas dikin kî ne?
Li vir fikra “Jinên Wêrek” ji dayîk bû. Înîsiyatîfek ji hêla komeleya "Mentor'Elles" ve ku di sala 2016’an de ava bû, hat destpêkirin. Komele ji bo hêzdarkirina jinan a bi rêya şêwirmendiyê, îlhamê, perwerde û torê dixebite. Lê vê carê, projeyê biryar da ku ji jinên di cîhana pîşeyî de wêdetir biçe û bighîje qonaxek zûtir, qonaxa xwedîkirina xeyalê di nav zarok de.
Ji rastiyê ber bi çîrokbêjiyê ve
Bi ”El-Waîrat” an jî jinên wêrek, armanc ne ew bû ku bibe pirtûkek akademîk ku biyografiyan bi hûrgulî vedibêje an jî ansîklopediyek ku navên jinên serkeftî yên Mexrîbê berhev dike. Lê belê fikir, nêzîktîr çîrokbêjiyê bû.
Afirînerên projeyê dixwestin rêyên jiyana rastîn a jinên Mexribê bigirin û wan bi zimanekî ku zarok û ciwan bikaribin fêm bikin, ji nû ve vebêjin. Bi vî rengî, zanyar, endezyar, hunermend, werzişvan, karsaz û çalakvan bûn karakterên ku xwendevanên ciwan dikarin xeyal bikin. Ji ber vê yekê, pirtûk di navbera biyografî, çîrokbêjiyê, materyalên perwerdehiyê û belgekirina çandî de xalek navîn digre. Ew li ser bûyer û mirovên rastîn disekine. Lê wan bi awayekî hişk an akademîk pêşkêş nake. Berovajî vê, ew rêwîtiyên wan vediguherîne çîrokên balkêş û bîranîn.
Her tişt di sala 2023’yan de dest pê kir
Di 8’ê Adara 2023’yan Roja Jinan a Cîhanê de, beşa yekem a ”El-Wa’îrat" (Jinên Wêrek), berhemeke ku çîrokên deh jinên Mexribî ji warên û paşxaneyên cihêreng vedihewîne, hate weşandin. Di nav wan de wênesaz û çalakvan Leyla Elewî, çiyager Bolra Biyabano, malevana ava vekirî Nadiya Benbaisan, fîzîknas û lêkolîner Recaa El-Şerqawî El-Mûrsîlî, her wiha Ayşe El-Şenne çalakvana mafên mirovan û şampiyona werzîşê û rêvebir Nawal El-Motawakel hebûn.
Di lîsteyê de her wiha Emîly Kîn, Esma El-Morabêt, Fatima Mernîs û El-Şeyebiye Talal jî hebûn. Jinên ji cîhanên cuda, lê bi tiştekî yekgirtî: wan ji xwe re cihekî di warên ku her tim ji bo jinan ne ewqas hêsan an vekirî bûn de çêkirin. Li pişt van çîrokan lêkolînên ji bo berhevkirin û verastkirina agahiyan hebûn. Her wiha pêwendiya bi kesan an xizmên wan re û şêwirmendiya bi dîroknas û rewşenbîran re, berî ku materyal ji nû ve were nivîsandin û bibe çîrokeke hêsankirî ya guncav ji bo temaşevanan. Bi vî awayî, ”El-Wa’îrat” ne tenê hilbijartinek ji navên navdar bû, her wiha hewldanek bû ji bo veguherandina bîra kolektîf a jinên Mexrîbî bo materyalek ku ji bo zarokan li malê û li dibistanê gihîştî be, ku wekî pirtûkek wênesazkirî hate pêşkêşkirin.
Sala 2025’an: Çîrok berfireh dibe
Du sal piştî ku beşa yekem hat weşandin. ”El-Wa'îrat” di Adara 2025’an de bi beşa xwe ya duyem vegeriya. Di beşa duyem de 15 çîrok û vegotineke jinan hebû. Ev berfirehkirin nîşan da ku proje ne destpêşxeriyek demkî bû, destpêke bû da ku veguhere rêzefîlmek berdewam.
Di vê beşê de, nexşe firehtir dibe. Emîne El-Iraqî El-Selewî bi xebatên xwe yên ji bo kesên astengdar derdikev pêş. Ji cîhana xwarinên Mexribî jî Şemîsa El-Şafiî berz bû. Di heman demê de hunermend û stranbêj Om El-Xeys Ben El-Sehrawî ji cîhana muzîkê amade bû.
Pişt re pirtûk xwendevanên xwe, bi derhêner Yezza Cenînî re dibe ber sînema û mîratê. Bi Îlham El-Qadirî re dibe ber zanist û karsaziyê. Her wiha pirtûk xwîner bi Hekîma Hemîş re jî dibe ber bijîşkî û karê sivîl û bi Fadîla El-Kadî re dibe ber modayê.
Di werzîşê de, werzîşên derûnî û hişmendî de em Macîde Brabîc dibînin. Em Buşra Karbob di hekemtiya futbolê ya navneteweyî de dibînin. Di di heman demê de Meryem Belkihêl nûnertiya cîhana serpêhatiyê dike.
Zanist bi fîzîkzan û lêkolîner Kawsar Hafîzî re vegereke xurt nîşan dide. Di heman demê de karsazî bi Rahma El-Modan, mîmarî bi Azîza El-Şawnî, xebata civakî û hevkar bi Kenza Oulxdî û teknolojiya robotîkê bi rêya xwişkên Leyla û Îman Barşan derdikeve pêş. Di beşa yekem de, projeyê wêne û portreyên hunermendên jin ên Mexribî hatin bikaranîn. Vê yekê destek da ku aliyê dîtbarî ya pirtûkê dewlemend bibe bi taybetî jî mijarên têkildar. Ev hêmana dîtbarî dibe alîkar ku sernav bi qad û çîrokê ve bê girêdan.
Pirtûk bi du zimanan tê nîşandan
Her wiha projeyê hilbijart ku pirtûk hem bi Erebî û hem jî bi Fransî bê pêşkêşkirin. Hilbijartinek ku bi xwezaya civaka Mexrîbî û cihêrengiya temaşevanên wê re lihevhatî ye.