Dilpakiya hevrêtiyê

Di van kêliyên ku dixwazim li ser têkoşîn, hevrêtî, fermandarî û xwişkek binivsînim de, gotin dişibin barana ku niha bi bêhna biharê dibare. Barana ku hûrik hûrik dibare, bi her dilopa xwe re dibe huner û wêje ji penûsa dilê min re.

JÎN EVÎNDAR

Dengê brûskan carna dilê min direcifîne weke ku ji bo kêmmayîna danasîna Dilpaka Têkoşînê be. Lê dizanim carna di tarîtiyê de şewqa brûskan jî dibe sedem ku mirov pêşiya xwe bibîne. Weke ku wan pakrewanan tirs û xof dixin dil û hişê dijmin.

Belê; gelek caran me di bername û nivîsên xwe de bi we re hest, bîranîn, serpêhatî û encamên wan bi hinek analîzan parve dikir. Her wiha me digot em dibûn mêvanên dîroka zindî yên ku dikarin wan lehengên ku mîras ji me re hiştin vedibejin. Gelek ji wan hevalên hev ên qada têkoşînê, hinek ên malê, hinek ên dibistana mirovê azad û hinek jî xwişk û bira bûn. Lê heya niha me du xwişkên ku hevaltiya têkoşînê kirin ji we re venegotibû. Em ê hewl bidin wan kêliyên nazîk û narîn bi zimanekî xwerû, di heman demê de bi zimanê çiyayan, bi dilê bêrîkirina xwişkek bêrikîrina wê vebejin.

Niha olanên brûskên ku lê didin mîna qêrîna rastiyê bangê dike. Qala wan kesên ku bûne pir e ji azadiyê re, bûne meşale dike. Ger mirov bibêje yek agir e ya din jî şewqa agir e ger yek baran be ya din jî hilma ser axê ye. Ji bo wê jî mirov nikare Dilpaka rûheyvî ji Têkoşîna Dilpakî cuda bigre dest binirxîne yan ên ku binivîsînin. Ji ber ve jî ez ê bi navê yekîneya me bi her dilopa baranê re çîroka wan du xwişkan ji we re vebejim.

Dema tînim bîra xwe bi hestên zemawendî difirim

   

Her ku tevna hûnandina hevokên ji lêvên hem heval û hem xwişk Têkoşîn diherikî, me hestên xwe yên dilşadî û hestiyarî bi bêdengiyê vedişart. Sîbera rojê wan kêliyên bêdeng dinixumand û dibû şahidê serbilindiya hevretiya bi kok. Niha jî dema bi bîr dixim bi hestên zemawendî difirim û bêyî ku dudilî bijîm dixwazim milê xwe bidim ser milê hevretiya gerîla Têkoşîn û guh bidim wan bîranînên ku dibûn dîroka serfiraziyê.

Me di wan guftûgoyan de, deyndarî û deryayek ji hestên bêrîkirinê didît. Me dema li wan dinêrî, pîvanên xwişkîtî, hevaltî û têkiliya şervan û fermandariyê didît. Gerîla Têkoşîn di her parvekirina xwe de mîna kaniyeke ku ji kûrahiya çiyayan derdiket, bi wan hestên xwe yên bêrîkirina xwişkîtî û hevaltiyê pir zelal û bi rûmet diherikî nava dil û hişên me.

Bîranîn dibû barana bi xêr û bêr şîn dikir tovên azadiyê

Wext derbas dibû, em qet pê nedihesiyan ku demjimêr çawa diçe. Gerîla Têkoşîn dişibiya axeke tî, bi parvekirinên xwe hem zehmetiya jiyanê, hem jî xweşikbûn û fedayîbûna Dilpakî dixwest bîrînên xwe derman bike û ji nû ve wan hestan zindî bike. Bîranîn dibûn barana bi xêr û bêr şîn dikir tovên Têkoşînê.

Belê herdu xwişkan berê xwe dan çiyayan, niha yek ji wan bi zimanê şer û berîkirinê vegotina lehengiya fedayîbûna ji bo dozê dikir. Di xeleka STARÊN AZADIYÊ ya vê hefteyê de û ya hefteya li pêş de temaşevan û xwandevan wê bi deryaya wan hestên xwişkîtî û hevrêtiyê re bibe şahid. Em hêvî dikin ku her yek ji me bibe avjenek di

deryaya wan hestên bêrîkirinê de û careke din hembêz bike hevretiya xwişkîtî û biratiyê.