Di nav kavilên Kabîlê de xewna serokbûnê: Fîlmê ‘Pêncê Esrê’
Fîlmê “Pêncê Esrê”, ji dramayek civakî bêtir e. Çîrokek sembolîk e li ser rewşa jinan a di civakên piştî şer de.
Navenda Nûçeyan – Fîlmê “Panje Asr (Pêncê Esrê)” Xelata Juriyê ya Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2003’yan wergirtiye. Yek ji berhemên herî girîng ên Samîra Maxalbaf e û çîroka fîlm li Efganistanê piştî hilweşîna Talîbanê derbas dibe. Çîrok li dora keçek ciwan a bi navê Nokreh digere. Nokreh xeyal dike ku bibe serok, li dijî kevneşopiyên baviksalar ên civaka xwe derkeve.
Ev fîlm ji dramayek civakî bêtir e. Çîrokek sembolîk e li ser rewşa jinan a di civakên piştî şer de. Samîra Maxmalbaf kavilên Kabîlê, kêmbûna avê, koçberî û xizaniyê, mîna metaforên ji bo civatek li ber guherînê lê dîsa jî di bin siya kevneşop û tundiyê de, bikar tîne. Xewna Nokreh a bidestxistina desthilatdariya siyasî, sembola têkoşîna jinan a ji bo vegerandina mafên xwe yên beşdarbûna di qada giştî de û diyarkirina çarenûsa xwe ya civakî ye.
Avahiyên çandî û hişmendiya baviksalar berdewam dikin
Ji perspektîfa çalakvanên mafên jinan ve, fîlm nîşan dide ku hilweşîna Talîbanê bi tena serê xwe nayê wateya rizgariya jinan, ji ber ku avahiyên çandî û hişmendiya baviksalar berdewam dikin. Bavê Nokreh tevî guhertinên siyasî, kevneşopiyên kûr ên ku li hember perwerde û serxwebûna jinan li ber xwe didin temsîl dike.
Taybetmendiya berbiçav a “Pêncê Esrê”, tevliheviya wê ya realîzma belgefîlm û wêneyên helbestî ye. Bikaranîna lîstikvanên amator û cihên rastîn, Samîra Maxmalbaf portreyek mîna belgefîlm a Efganistanê pêşkêş dike. Di heman demê de, bi zimanê xwe yê sembolîk û dîtbarî, fîlm vediguherîne berhemeke helbestî ya li ser hêvî, berxwedan û xewna guhertinê.
Xwesteka azadî û wekheviyê
Mirov dikare “Pêncê Esrê”, wek manîfestoyek sînemayî ya li ser mafê jinan ê perwerdehiyê, mafê xewnê û mafê beşdariya siyasî bibîne. Fîlm nîşan dide ku tewar di nav wêranî û bêhêvîtiyê de jî, xwesteka azadî û wekheviyê zindî dimîne. Samîra Maxbalbaf, Xelata Juriyê ya Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2003’an wergirt, bala cîhanê kişand ser rewşa jinên li Efganistanê.
Nirxandina fîlmê di çarçoveya Efganistana hemdem de, wateyek kûrtir dide wê. Tevî derbasbûna zêdetirî bîst salan û vegera Talîbanê bo ser desthilatê, gelek xewn û daxwazên ku Samîra bi rêya karakterê Nokreh vedibêje, hîn jî bi sînorkirinên cidî re rû bi rû ne. Derxistina berfireh a keçan ji perwerdehiya navîn û zanîngehê, sînordarkirina hebûna jinan di warên giştî û siyasî de û berdewamiya cudakariya avahîsaziyê, xewna Nokreh ji xwestekek tenê ya takekesî veguherandiye sembolek têkoşîna jinên Efganî ya ji bo mafên bingehîn. Di vî warî de, “Pêncê Esrê” kêmtir fîlmek li ser rabirdûyê ye û bêtir reflekseke zindî û hişyarker a Efganistana hemdem e.