Di dîroka hemdem a Îranê de sembola berxwedana dijî zilmê: Zeyneb Celaliyan

Zeyneb Celaliyan, girtiyeke siyasî ya Kurd û yek ji girtiyên jin ên herî navdar li Îranê ye. Sala xwe ya 18’emîn li zindana Yezdê derbas dike.

Navenda Nûçeyan – Girtineke dirêj ku bêyî rojek betlaneyê û di şert û mercên ku bi bêpariya berfireh a mafên bingehîn ên girtiyan re berdewam kiriye. Ew di nav girtiyên ku di şert û mercên dijwar de bêyî rêzgirtina prensîba veqetandina sûcan têne girtin de ye.

Pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî

Zeyneb Celaliyan di sala 2007’an de hate girtin û di sala 2009’an de bi tohmeta "moharebeh" (şerê li dijî olê) cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre Dadgeha Bilind ev ceza piştrast kir lê di dawiyê de ew daxist cezayê zîndanê yê heta hetayê. Her wiha ji ber derketina neqanûnî ya ji welêt, salek cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di salên xwe yên di girtîgehê de, Zeyneb Celaliyan ji pirsgirêkên cidî yên laşî, di nav de nexweşiyên çav, gurçik û helandinê, êş kişandiye û bijîşk dibêjin ku ew bi lezgînî hewceyî dermankirin û emeliyata taybetî ye. Lê belê, rapor nîşan didin ku gihîştina wê ya xizmetên bijîşkî yên guncav bi berdewamî sînordar bûye.

Li hember cezayê mirinê bang li rayagiştî ya navnetewî kir

Zeyneb Celaliyan bi weşandina nameyên ji hundirê girtîgehê gelek caran hewl daye ku dengê xwe û girtiyên din bide bihîstin. Di yek ji nameyên xwe de, ku di destpêka 18 saliya xwe ya girtîgehê de hatiye weşandin, wê behsa şert û mercên dijwar ên girtîgehê, bêparbûna ji lênêrîna bijîşkî û windakirina têkiliya bi malbata xwe re kiriye û rewşa xwe wek mînakek zexta sîstematîk li ser girtiyên siyasî bi nav kiriye.

Di nameyek din de, wê bi eşkereyî rexne li paşguhkirina rewşa xwe ya bijîşkî girtiye û nivîsandiye ku îdiayên fermî yên li ser lênêrîna bijîşkî "derew" in û bi bandor ji wê re destûr nehatiye dayîn ku bighîje dermankirinê. Di peyamên din de, wê her wiha bang li civaka navneteweyî û raya giştî kir ku li hember cezayên mirinê û binpêkirinên mafên girtiyan bêdeng nemînin û ji bo parastina jiyana mirovan tedbîran bigrin.

Bi hemû êş û hesretê re, 17 sal derbas bûn

Di yek ji nameyên xwe de, behsa salên dirêj ên di girtîgehê de dike. Van rojan, bi vê hevoka sembolîk vedibêje: “Bi hemû êş û hesretê re, 17 sal derbas bûn.” Hevokek ku zexta berdewam nîşan dide, lê di heman demê de berxwedana wê ya li hember van şert û mercan jî nîşan dide.

Zeyneb Celaliyan, ku wek girtiya siyasî ya jin a herî dirêj li Îranê tê bîranîn, bêyî mafên wek dermankirina bijîşkî ya têr, serdanên birêkûpêk bi malbata xwe re û gihîştina pêdiviyên bingehîn, beşek mezin ji jiyana xwe, di girtîgehê de derbas kiriye.

Li gel van şert û mercan, wê berdewam kiriye ku nerînên xwe diyar bike û mafên girtiyan ji hundirê girtîgehê biparêze. Ew bûye yek ji kesayetên sembolîk ên berxwedana sivîl li Îranê; kesayetek ku vegotina wê ne tenê dozek qanûnî ye, di heman demê de beşek ji dîroka hemdem a tepeserkirin û berxwedanê li Îranê ye jî.