Di dilê şerê Yemenê de fîlmê ku çîroka tenêtiya mirovan dibêje: ‘Îstasyon’
Derhênera Yemenî Sara Îshaq di fîlmê xwe ya bi navê ‘Îstasyon’ de di cihek teng û tijî tirs û tenêtiyê de çîrokek mirovî vedibêje. Di vir de îstasyona benzînê, jinekê di cîhanek ku ji ber şer û tundiyê hatiye hilweşandin de, dibe sembola ewlehî û stargeh.
Navenda Nûçeyan- Fîlmê ‘Îstasyon’ a Sarah Îshaq ku çêkera hevpar a Yemen, Urdun û Fransayê ye, dramayek ku bi temamî xwedî perspektîfek mirovî ye. Fîlm li şûna ku rasterast mijarên siyasî çareser bike, li ser jiyana rojane ya mirovan di dema şer de disekine.
Fîlmê ku di sala 2026’an de hate kişandin, cara yekem li beşa Hefteya Rexnegiran a Mihrîcana Fîlman a Cannesê de hate pêşandan û bû yek ji girîngtirîn pêşangehên cîhanî yên sînemaya nû derketî. Bi rêya vegotina kesane, fîlm portreyek civaka Yemenê pêşkêş dike, encamên şer û guhertinên bi êş ên ku gelê wî welatî pê re rû bi rû maye nîşan dide.
Jiyana jinek xwedî îstasyonê vedibêje
‘Îstasyon’, her çend li ser rastiya şerê Yemenê be jî, bi zanebûn ji daxuyaniyek siyasî dûr dikeve. Li şûna ku rasterast şer şermezar bike an analîzek siyasî pêşkêş bike, Sara Îshaq li ser jiyana mirovên ku her roj ji bo jiyanê têdikoşin disekine. Ev nêzîkatî bêtir xwe dispêre hûrgiliyên jiyana rojane û ezmûnên jiyanî yên karakteran.
Çîrok behsa Layal, jinek ku benzînxaneyek tenê ji bo jinan li deverek dûr rêve dibe vedibêje. Ew bi malbata xwe re di xaniyek mezin ku bi têlek hesinî ya bilind hatiye dorpêçkirin de dijî, ev têl wê ji kaosê dûr dixe, daxwaza dîtina ewlehiyê bi awayek baş diteyîsîne. Ev cihê girtî ne tenê wek atmosferek xizmet dike, di heman demê de veqetîna wê ya bêdil ji cîhanek ku bi tundî û hilweşîna civakî ve di qirika hev de ne, sembolîze dike.
Li aliyê din ê têlê, şer li her derê didome. Komên çekdar kontrola herêmê bi dest xistine û xwişka biçûk a Layal ji ber nikare xwe biparêze, tê biçûkxistin û gef lê tê xwarin. Fîlm du cîhanên cuda tîne ber hev: cîhana hundirîn a jinan ku hewl didin ji bo xwe cihekî ewle biafirînin û cîhana derve ya ku hêdî hêdî di bin siya çek û kaosê de hildiweşe.
Du çîrokan bi hev ve girê dide
Çîrok, dema ku kurek bi navê Ehmed ku ji xizmeta leşkerî ya mecbûrî direve, bi siwarbûna erebeya xwişka Layal, Şems, dikeve jiyana wê, dikeve qonaxek din. Ev hevdîtina tesadufî hêdî hêdî vediguhere têkiliyek mirovî a şikestina hemû karakteran eşkere dike û pirsên li ser zaroktiya windabûyî, mayîndebûnê û girêdanên ku di nav xetereyê de çêdibin derdixe holê.
Her çend fîlm di çend deqeyên xwe yên pêşîn de hinekî hêdî û bi dudilî dest pê dike û dem ji bo girtina rîtmê bigre jî, paşê vegotin hevgirtî dibe û du çîrokan bi bedewî bi hev ve girêdide. Li aliyekî, jiyana jinên ku di vê cihê teng de dijîn û li aliyê din jî, civaka derve ya ji ber şer wêranbûyî. Di heman demê de, çola hişk û bêrehm wêneyek metaforîk a rastiya mirovî û siyasî ya dijwar a Yemenê pêşkêş dike.
Fîlm xwe dispêre sînematografiya xwezayî
Ji hêla dîtbarî ve, fîlm xwe dispêre sînematografiya xwezayî û karanîna rastîn a mekanê. Bikaranîna ronahiya xwezayî û mekanên vekirî hesta tenêtî û tecrîdê ya karakteran tekez dike. Performansên lîstikvanan jî bi awayek bi hawîrdor re guncaw be hatiye dizaynkirin, bi vî awayî karakter wek beşek yekgirtî ya cîhana fîlmê xuya dike.
Sara Îshaq bi taybet di derhêneriya Manal Al-Malikî û Ebîr Muhammad de serkeftî bûye; lîstikvan, bi performansên xwe yên kontrolkirî û bi bandor, hestên tepeserkirî û fikarên hundurîn ên karakteran ji diyalogê zêdetir bi bêdengî û nêrînan radigihîne. Fîlm ji bo giraniya jiyanê di bin siya şer de ji temaşevanan re ragihîne, xwe dispêre vê atmosfera hestiyar.
Di encamê de, ‘Îstasyon’ berhemek e ku drama civakî bi vegotinek kûr a mirovî re dike yek. Bêyî ku serî li diruşmeyên siyasî bide, fîlm ezmûnek hestyar û bandorker diafirîne; ezmûnek ku tê de heta cîhan bi xwe jî dibe karakterek zindî û bandorê li çarenûsa mirovan dike. Di dawiyê de, ‘Îstasyon’ fîlmek derbarê têkoşîna mirovan a ji bo parastina çirûskek jiyanê di cîhanek hêdî hêdî hilweşe, derbarê tecrîd û tirsê de ye.