Dengê nû yê Napolî: LA NIÑA ji bo jinan bû "Keça Bahozê"
Stranbêj û bestekara Napolî Carola Moccîa ku bi navê LA NIÑA tê nasîn, mîrateya muzîka kevnar û ya modern tîne cem hev. Hunermenda ciwan di strana xwe ya "Figlia d’a Tempesta" de serhildaneke bihêz diyarî jinan dike.
Navenda Nûçeyan – LA NIÑA, ku navê wê yê rastî Carola Moccîa ye, stranbêjeke ciwan, bestekar û berhemdarek Napolî ye.
Ew mîrateya muzîkê ya sedsalî ya Napolî bi îfadeya modern re tevlihev dike da ku şêwaza xwe ya bêhempa biafirîne. Bi gotinên bihêz, vokalên balkêş û hebûna enerjîk a li ser sehneyê, LA NIÑA di cîhana muzîkê de zû bala xelkê kişand. Xebata wê çîrokên têkoşîn, hêrs, lêgerîna azadiyê û dîtina dengê xwe yê taybet vedibêje.
Hunermenda ku di nifşê nû yê muzîka Îtalî de şêwazeke cuda dîtiye, di strana xwe ya "Figlia d'a Tempesta" (Keça Bahozê) de serhildanek bihêz nivîsandiye ku ji bo jinan hatiye veqetandin.
Gotinên stranê wiha ne:
"Çima ez jin hatim dinê, çima ez hatim dinê?
Hinek dixwazin min bikirin, hinek dixwazin min bizewicînin.
Ez keça bahozê me, hûn nikarin min zincîr bikin!
Bihêlin derbas bibim, bihêlin derbas bibim
90 bûyerên tirsnak, 38 lêdanên bi daran
Muzîk bi lêdana daran re diguherî.
Niha em bi defan bersiv didin,
Ewên ku naxwazin bibihîzin, bila guhên xwe vekin!
Ev jina ku berê ne tiştek bû, niha her tiştî dixwaze.
Ew her tiştî dixwaze û hêrseke wê ya bêdawî heye!
Hêrseke wê yê bêdawî heye
Jiyanê da lê bi milyonan caran jê hat standin.
Wan an cil û bergên fahişeyan an jî cil û bergên bûkaniyê li wê kirin.
Na jina tu kesî, na jina tu kesî
Na jina tu tiştekê
Ew ji tiştekî natirse, qet netirse.
Ji bo hemû birînên ku te bi me re hiştin,
Ji bo hemû derewên ku te ji me re gotin,
Ji bo hemû kêrên ku li me hatine xistin,
Ji bo hemû sozên ku ne hatin pêkanîn
Ji ber ku we xeyalên me dizîn,
Ji bo xwişkên me, yên ku te ji me standin û ew êdî venagerin,
Me ji bîr nekir, me ji bîr nekir!