Bûyera Rojê: Roja mafê zarokan
Sala 1917’an binpêkirinên mafê zarokan dikeve rojevê û hewil tê dayîn ku ji bo parastina mafê zarokan rojek bê diyar kirin. Li ser daxwaziyan, di sala 1925’an de li Cenevreyê konferansek binavê xweşgozariya zarokan tê lidarxistin. Di konferansê de hevpeyîmanek ji 54 xalan ji bo mafê zarokan tê destnîşan kirin û 20’ê Mijdarê weke Roja Mafê Zarokan a Cîhanê tê pêşiniyar kirin.
Hinek ji wan xalan evin; temenê zaroktî ji 0/heta 18 sali ye. Kesên di bin temenê 18'an de doz lê nayên vekirin û nabe ku bikevin girtîgehan. Piştî 64 salan û şunde di sala 1989’an de ev pêşiniyara konferansê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi awayek fermî tê erêkirin.
Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ji aliyê 195 dewletan ve hatiye pejirandin. Ji bo şopandin û pêkanîna vê hevpeymanê komîteyek çavderî ji aliyê NY'ê ve tê erkdarkirin. Erka vê komîteyê ew e ku her 5 salan carekê rewşa zarokên li 195 dewletan dijîn li ber çav bigirin û di derbarê wan de rapora çavdêriyê bidin NY. Li gorî tê dîtin komisyon erkê xwe bi cîh nayîne ji ber wê jî zarok di şeran de tên qetilkirin û weke tewan bar davêjin girtîgehan.
16 zarokan dibin ewsayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 16 zarok dibin maşînên zirxî de hatine perçiqandin û jiyana xwe jidest dane. Li Tirkiyê di nava salekê de 62 karkerên zarok ku piranî temenê wan kêmî 14 salî bi qezayên kar jiyana xwe ji dest dane. 864 zarok tevî dayikên xwe bi giştî 3 hezar zarok di girtîgehan de ne. 103 hezar zarokên koçber li girtîgehan û navendên dersînorkirî ne. Di nava salekê de 800 hezar zarokên temenê wan biniya 5 salî ji ber nexweşiya zatûreyê, 437 hezar zarok bi hinav êşê û 272 hezar zarok jî bi tayê mirine.
Di êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên ser Rojava de bedana zarokên weke Mihemed bi çekên fosfora spî hatin şewitandin û weke Sarayê bedena wan parçebûn. Di heman êrîşên dagirkeriyê de 810 dibistan ji xizmetê derketine, zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man û 5 hezar û 224 mamoste jî ji karê xwe bûn.