Bûyera Rojê: Komkujiya Geliyê Zîlanê
Geliyê Zîlan di navbera navçeyên Erdîş û Giyadîna Wanê de ber bi çiyayên Eledaxê ve dirêj dibe. Geliyek berfirehe, di navê de çemê Zîlanê derbas dibe û derdora çem jî 180 gund hene. Şêwaza rêveberiya herêmê ji berê heya niha eşîriye û piranî eşîrên weke ademan, sîpikan, zîlan û hesenan serwerin.
Di 12’ê Tîrmeha 1930’î de bi fermana Serokwezîrê Tirkiyê yê demî Îsmet Înonu biriyara Komkujiya Geliyê Zîlana Erdîşa Wanê hat dayîn. Bi navê “operasona paqijkirinê” leşkerê tirk bi ser gundan de girtin û berê gundiyan dan Newala Dêrê û hemû bi komî gulebaran kirin. Li gorî rojnameyên fermî yên Tirkiyê 15 hezar kes, li gorî rapora Zanîngeha Rûs 53 hezar û li gorî îfadeyên Hasan Serdî yê di şer de bû jî 47 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.
Di nava Newala Dêrê de leşker li nava cenazeyan digeriya û birîndarên didîtin dikuştin. Ji bo yek mirovî jî sax nehêlin bi qasî hefteyekê leşker li cihê bûyerê digeriyan. Di êrîşan de li gel canê welatiyan malên wan û xwezaya herêmê jî talan kirin ên man jî şewitandin. Li hemban newalê 44 gund şewitandin.
Piştî komkujiyê xwezaya herêmê gelek xembare, mirov hîna dengê hewara dayikên ku ji bo parastinê zarokên xwe bi hembêza xwe ve şidandibûn dibihîse. Weke mirovên wê yên ji komkujiyê filitîne û qiyamet bi çavên xwe dîtine axa wê bi xwe jî melul û xembar xwiya dike.
Ji bo ser bûyerê bigirin û hestiyên mirovan dibin avê de bihêlin di navbera salên 1978 û 1992’an de li ser Çemê Zîlanê bendava Qoçkopriyê çêkirin.