Bûyera Rojê: Ji 23 welatan piştevaniya jinan a ji bo pergala hevserokatiyê
Li hemberî tayinkirina qeyûman a li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 18’ê Îlona 2019’an ji 23 welatan 32 jinên siyasetmedar û aktivîst peyamên piştevaniyê weşandin û xwedî li pergala hevserokatiyê derketin. Ji welatên mîna Vietnam, Arjantin, Kuba, Rûsyaya Spî, Îrlanda, Nepal, Filipin, Îspanya, Tanzanya, Elmanya, Yewnanistan, Meksika, Malili jinan danezana ji bo xwedîderketina pergala "hevserokatiyê" îmze kirin.
Hevserokatî cara yekemîn di cîhanê de di 1980'î de ji aliyê Partiya Keskan a Elmanyayê ve ketiye meriyetê. Di Partiya Keskan de jinan ji sedî 50 nûnertî kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20'ê Îlona di 2004'an de têkildarî pergala hevseroketiyê gotibû ku divê pergala hevseroktiyê rast were pêk anîn. Di çarçoveya azadiya jinê û civaka ekolojîk û demokratîk de sala 2005'an li Bakurê Kurdistanê ev rêbaz ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk DTP'ê ve ket meriyetê. Dewleta tirk dijbertiya modela hevseroketiyê kir û bi bihaneya ku di pergala Tirkiyê de rêbazê hevseroketiyê tune ye, daxwaza rakirina hevseroketiyê kir.
Di 2009'an de bi girtina DTP'ê re, ji bo domandina siyayeta demokrat Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê û Partiya Demokratîk ya Gelan HPD'ê dest bi pêkanîna pergala hevseroketiyê di bajar, navçe û gundan de kir. Bi wê gavê re pergala hevseroketiyê êdî di meclîs, rêveberî, weqif, sendîka û şaredariyan de ket meriyetê. Ev jî çavê pergala deshilatiya heyî tirsand û ji bo ji holê rakirina pergala hevserokatiyê ketin nava hewildanan. Peyîder pê qeyum li şaredariyên dibin banê pergala hevserokatiyê de dihatin rêvebirin bi cîh kirin.