Bi ‘Trajediya Bedenê’ mijara sinetê tê lêpirsînkirin
Pirtûka ‘Trajediya Bedenê’ mijara sinetkirina jinan ji perspektîfeke piralî digre dest. Di beşên destpêkê de, nivîskar dîroka vê pratîkê, koka wê ya çandî û civakî, sedemên berdewamiya wê vedikole.
Navenda Nûçeyan – Pirtûka nivîskar Fatima Kerîmî, "Trajediya Bedenê", hem xebateke akademîk e hem jî ya mirovî ye, behsa sinetkirina jinan (FGM) dike. Sineta ku yek ji awayên herî veşartî û hovane yên tundiya li dijî jinan e. Di vê xebatê de, nivîskar analîzên civakî bi ezmûnên kesên hatine sinetkirin re dike yek da ku vê diyardeya bûye kevneşopiyeke kûr û birînan li ser bedena jinan û di giyanê wan de vekiriye, lêkolîn bike. Ji bilî vê, ev mijar kêm caran hatiye nîqaşkirin.
"Trajediya Bedenê" pirtûka yekem a Fatima Kerîmî ye, di sala 2010’an de ji hêla Roshankaran û Weşanên Lêkolînên Jinan ve hatiye çapkirin. Di sala 2011’an de, Xelata Sadiqah Dalatabadi wekî "pirtûka herî berbiçav a salê" di warê lêkolînên jinan de girt.