Bi riya “Aghanî El-banat” dengê berxwedan û çanda jinên Sûdanê tê vegotin
Sûdana ku di nava şer û binpêkirinên mafên mirovan de ye di heman demê de bi kevneşopiya xwe ya dengbêjî û muzîkê ya bi navê "Aghanî Elbanat" dengê xwe digihîjîne cîhanê.
Navenda Nûçeyan – Sûdan ne tenê ji ber pevçûnên ku lê rû didin, di heman demê de ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinan jî ku her roj tên ragihandin, di rojevê de ye. Pirsgirêkên wekî tundî, zewaca di temenê biçûk de û înkarkirina mafê perwerdeyê bandorek mezin li ser jiyana jinan çêdikin. Li hemberî vê paşxaneyê, kevneşopiyeke çandî ya girîng ku dengê jinên Sûdanî radigihîjîne heye: "Aghanî Elbanat" (bi wateya stranên keçan) ku celebekî stranbêjiya jinan e.
Ev strana ku bi taybetî ji aliyê jinên çîna karker ve tê gotin, çîrokên jiyana rojane, evîn, jiyana kar û zordariya li ser bingeha zayendî vedibêjin. Bi riya muzîkê, jin ezmûnên xwe tînin ziman, ji rolên ku ji wan re hatine destnîşankirin derdikevin û çîrokên xwe bi gotinên xwe ji nû ve ava dikin.
Ji Sûdanê ber bi qada navneteweyî ve: El-sarah
Yek ji nûnerên hemdem ên vê kevneşopiyê hunermenda retro-pop a Sûdanî El-sarah e ku vê mîrateyê di muzîka xwe de didomîne. El-sarah ku di malbateke parêzvanên mafên mirovan de ji dayîk bûye, piştî darbeya 1989’an bi malbata xwe re reviya Yemenê. Ji ber şerê navxweyî yê ku di sala 1994’an de li Yemenê dest pê kir, ew wekî penabereke siyasî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi cih bû. Piştî xwendina etnomuzîkolojiyê, di sala 2010’an de bi xwişka xwe Nahid re koma Elsarah and the Nubatones ava kir.
Berhemên wekî “Habîbî Sefr Minî” û “Jibal Elnuba” yên Elsarah û Nahid di nava stranên ku cîhana vegotinê ya kevneşopiya “Aghanî Elbanat” nîşan didin de ne. Ev stranên akapella çîroka jinek vedibêjin ku bi zehmetiyên darayî re rûbirû ye.
Muzîk weke rêbazeke veguhestina çandî
Tevî dijberiya malbata xwe, ew dixebite û ji malê derdikeve. Armanca wê ew e ku ji aliyê darayî ve beşdarî jiyana nû ya ku ew plan dike bi hevjînê xwe re ava bike, bibe. Tevî xemgîniyê jî rîtma wê, stranê vediguherîne melodiyeke zindî ku di dawet û pîrozbahiyên li Sûdanê de tê gotin. Bi vî rengî, jiyana rojane, daxwaz û têkoşîna jinan bi riya muzîkê ji nifşekî ji bo nifşê din tê veguhestin.
Der barê navê komê de
Navê komê El-sarah and the Nubatones e. Ew komeke muzîkê ya navdar a cîhanê ye ku muzîka nû ya Nubî bi awazên nûjen û kevneşopî re tevlî hev dike.
Werin em bi hev re li stranê guhdarî bikin…