Berxwedana jinan a bi sêrbaziya muzîkê: Sêrbaz

Pirtûka Paula Rînger, bi rêya stranên hunermendên ji Yoko Ono bigre heta Nîna Sîmone, çîroka berxwedan û rizgariya jinan bi rêya muzîkê bi zimanekî bihêz lê sade vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Pirtûka Paula Rînger ‘Sêrbaz: Femînîzm, Sêrbazî û Muzîk’, berxwedan û azadiya ku jinan bi rêya muzîkê afirandine, bi karanîna stranên hunermendên cûr bi cûr ji Yoko Ono bigre heya Nîna Sîmone, vedikole.

Bi dengê xwe bêdengiyê dişkînin

Di vê pirtûka ku ji aliyê Paula Rînger ve hatiye nivîsandin û Sînem Ozer wergerandiye zimanê Tirkî de, wêneya "Sêrbaz" li derveyî çarçoveyên kevneşopî ji nû ve tê şîrovekirin. Ev vegotin tê de ne cihê firçe, melkes û ne jî beroş heye; li şûna wê, têkoşînek e ku bi hest, gotin û muzîkê hatiye hunandin. Bi stranên xwe, hunermendên jin wêneyên stereotip ku li ser wan hatine ferzkirin dişkînin, bêdengiyê ji holê radikin û dengê xwe didin xuyakirin.

Mûzîk hêza guhartinê ye

Hunermendên ku di pirtûkê de cih digirin, wek Anne Sylvestre, Kate Bush, Stevie Nicks, Lana Del Rey û Marianne Faithfull, nîşan didin ku muzîk ne tenê dikare bibe şêweyek îfadeyê, di heman demê de dikare bibe hêzek veguherîner jî. Ev stran carinan dijwar, carinan şokker in, lê di her rewşê de ew şêweyek bihêz a hebûn û protestoyê pêşkêş dikin.

Paula Ringer ku di sala 1988’an de li Vancouverê jidayîk bûye, dijî û dixebite. Piştî demek dirêj şopandina qada punk a femînîst, Ringer berê xwe da nivîsandinê û berhemên din ên wê hene ku têkiliya di navbera muzîk û femînîzmê de ji perspektîfên cûrbecûr vedikolin.