Bêrîtan li pey hêvî û xeyalên mezin ên jiyanê bû
Jinên Kurd ji dîrokê ve heya roja me ya îro her dem ji bo azadiyê têkoşiyane û di oxira azadiyê de bedelên mezin dane. Wan li çiyayan şer kirin her cure zehmetiyan re rûbirû man lê tu carî gav başve navetin.
Gulan Avrêl
Di qada şer de min xwe azad kiribû
Di dil û mejiyê min de deng û qîrîna ji bo azadiyê olan dida
Min baskên xwe ber bi bêdawîbûyînê ve vekiribû
Dibe ku ew kêlî dibû jiyan, dibe ku ew cenga dibû azadî
Lê dil, mejî û çavên min xwe di awirên azadiyê de bi cih kiribûn
Lewma bi lêdana dilê min re, dil û mejiyê pêşerojê lê dida
Di wê cengê de her tişt bi min re bûbû heval û her tişt bi ziman dibû
Di qada şer de neketim ber bi lûtkeyê ve bi serbilîndî meşiyam
Çûm ser kendalê, dengê Besê û Rindê Xan di nava dilê min de olan dida
Dengê berxwedaniya Sara ya li girtîgeha Xarpêtê bilind dibû.
Di qada şer de baskên min çêbûbûn
Dema çûm ser kendal min baskê xwe vekir û weke teyrê baz firiyam.
Bêrîtan Hêvî ango Gulnaz Karataş di sala 1971’ê de li Çewlikê dayîk dibe. Lê eslê xwe ji Dêrsimê ye. Di sala 1989’an de li zanîngeha Stenbolê ya beşa aboriyê qezenç dike û ji bo xwendinê diçe Stenbolê. Di sala xwe ya yekem de tevgera azadiya Kurdistanê nas dike. Ruxmê ku di pêvajoya zanîngehê de tevgera azadiyê nas dike lê pêşketinek bi hêz jî di xwe de ava dike. Hevala Bêrîtan heya zanîngehê nizane Kurd e. Bi naskirina tevgera azadiyê re xwe nas dike, dizane, dikeve ferqa xwe û nasnameya xwe de. Bi vê yekê re xebatên rêxistina gel dike. Yek ji taybetmendiyên herî girîng a jina şoreşger Bêrîtan ew e ku xwedî hêzeke rêxistinkirinê ye. Tevahî kar û xebatên xwe bi coş û kêfxweşiyek mezin dike. Pêwendiyên wê bi mirovan re gelek xweş e.
Bi zanîn û taybetmendiyên xwe yên bi hêz balê dikşîne ser xwe
Rêheval Bêrîtan di salên zanîngehê de biryar dide ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe di sala 1991’ê de tevlî dibe. Ew li herêma Xakurkê rola fermandarê tîmê radibe. Her wiha beşdarî şerê Rûbarokê dibe û di vê şerê de birîndar jî dibe. Her wiha di xebatên çapemeniyê jî dike. Bi zanîn û taybetmendiyên xwe yên bi hêz balê dikşîne ser xwe. Rêhevala Bêrîtan bi prensîbên azadiyê re dijî.
Di ruhê wê de ruhê berxwedanî û têkoşeriya jinên Kurd dijî. Rêhevala Bêrîtan ji jiyan û hevaltiyê gelek hez dike. Jinek wêrek û ji xwe bawer e. Li hember başverûtiya zilam xwedî helweste, bi hişmendiya kole û desthilatdar re jî her tim di nava têkoşînê de ye. Xwedî potansiyeleke bi hêze lewre hêza wê ya çêkirin û avakirinê gelek e.
Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya ji dîrokê ve heta niha riya azadiya vekirin
Jinên Kurd ji dîrokê ve heya roja me ya îro her dem ji bo azadiyê têkoşiyane û di oxira azadiyê de bedelên mezin dane. Wan li çiyayan şer kirin her cure zehmetiyan re rûbirû man lê tu carî gav başve navetin. Bi çalaki û têkoşîna xwe, wan riya azadiyê vekirin. Yek ji wan jinên şoreşger, wêrek û milîtan jî Bêrîtan Hêvî ye. Rêheval Bêrîtan bi zanebûna xwe bi rêxistin kirin û zanekirin ji bo jin û gelê Kurd çeka herî girîng e têkoşîna xwe dide meşandin. Li ser vê bingehê her xwe perwerde dike. Di hêla hişmendî de, fikir de, şer û stratejiya şer de, teqtîkên şer de lêhûrbûyînan dike û lêkolînan bi pêş dixe. Ji hêla hevalên xwe ve gelek tê hezkirin û baweriyek pir mezin ji bo rêhevala Bêrîtan hatibû avakirin. Bi eşqeke mezin nêzî fêrbûyîn û zanabûyînê dibe. Ji bo xwenasîn, şerkirin û têkoşînê tu sînoran nas nake. Li hemberî tevahî paşverûtiyan jî her dem xwedî helwest û rêgezên azadiyê ne.
Sekna şoreşgera jin Bêrîtanê di nava şoreşê de ji bo jinên Kurd dibe xala werçerxê
Dibe ku jiyan di nava agir û avê de xwe diyar dike. Dibe evîn, dibe bizota ku ji pêta agir derdikeve. Dibe ku jiyan ew dem be ew dema ku tu dibî agir, bi avê re direqisî, yan jî dibî av bi agir re direqisî.
Li Kurdistanê bi pêşketina tevgera azadiya Kurd re gelek şoreş pêk hatin ev şoreş heya roja me ya îroj jî didome. Yek ji van şoreşên gerî girîng û bi rastî di civaka Kurd de guhertinên mezin ava kirin şoreşa jinan e. Têkoşîn, lehengî û sekna şoreşgera jin Bêrîtan jî di nava şoreşê de ji bo jinên Kurd dibe xala werçerxê. Ji ber ku azadî xwenaskirin, zanîna hêza xwe û dîroka xwe ye. Rêhevala Bêrîtan jî bi vê zanabûyînê têdikoşe û şer dike.
Rêhevalên Bêrîtan ji bo wê dibêjin; Bêrîtan ji xwendin û lêkolînê gelek hez dikir, her dem bi kelecan tevlî jiyanê dibû. Dema qala jina şoreşger Bêrîtan dikin dibêjin rêhevala Bêrîtan her dem wiha digot; ji bo ku ez bi awayekê baş nûnertiya felsefeya Rêber Apo bikim pêwist e baş nas bikim, bizanibim, lêkolîn bikim û rast bixwînim.” Di raporeke xwe de jî ji bo Rêber Apo dibêje; serokê min, her gotinek we ji bo min romanek e.”
Hem ji hêla fikrî ve hem jî şer ve têdikoşe
Jina şoreşger rêheval Bêrîtan Hêvî tene ji bo pêşketina xwe ne ji bo tevahî pêşketina hevalên xwe yên jin têdikoşiya û hevalên xwe yên jin teşwîqê xwendin û naskirina Rêber Apo dike. Hem di hêla fikir de hem jî di hêla şer de ji bo jin bi pêş bikevin, bibin xwedî îradeyek azad her dem bi rêhevalên xwe yên jin re eleqedar dibe, parve dike û wan ber bi lêgerînê ve dibe. Pir baş dizane ku ji bo jin bibin xwedî îrade û fikrek azad û têkoşînek bi hêz li hemberî hişmendiya zilam a desthilatdar û kesan pêwist e berê her tiştê xwe nas bike û Rêber Apo nas bike.
Bejn û bala xwe ya zirav bi fikrên azadiyê xemilandibû, hevaltî û hezkirina wê ya li hemberî jiyanê şax vedida. Ji tu tiştek neditirsiya lê bêyî ku hay jê hebe ji koletî û desthilatdariyê gelek ditirsiya. Lewma hirsa wê zêde bû, têkoşîn û şerê wê jî dijwar bû.
Di dîroka têkoşîna jina Kurd de gelek milîtanên jin ên ku di demên gelek girîng ên pêvajoyê diguherînin û ji bo dîroka gelê Kurd dibin xala werçerxê derketine. Yek ji wan milîtanan jî Bêrîtan Hêvî ye. Kesayet, sekn, fermandarî û têkoşîna rêhevala Bêrîtan a li dijî dijmin rê li ber artêşbûyîn, rêxistinbûyîn û fermandariya jinan vekir.
‘Bêrîtan xetek e’
Rêhevala Bêrîtan dibe nasnameya jina bi vîn, xwedî pîvan û rêgezên azadiyê. Dibe pîvana xweşikbûnê. Lewre Rêber Apo ji bo rêheval Bêrîtan wiha dibêje; “Xeta şehîd Bêrîtan ji bo min pir girîng e. Divê em jiyana wê weke xetek bibînin. Ji min re nameyek wê hatibû. Bi tenê nameyek bû, bi zimanê entelektueliyek kûr hatibû nivîsandin. Ew teslîm nabe. Teslîmî kevneperestan nabe. Ev xetek e. Xwe ji kendalan diavêje. Ev xwekuştin nîn e. Xeta azadiyê ye. Bêrîtan ji bo me wesiyetek e. Gelo em dikarin vê keçikê ji bîr bikin? Ew peyam e. Ew bang e, ji bo me. Ew ji bo me Jeanne Darc e. Em ê wê esas bigrin. Ew rûmeta me ye. Çalakiya wê çalakiya evînê çalakiya rûmetê ye. Divê em jiyana şehîd Bêrîtan ji xwe re bikin xet. Ez endameke vê xetê me. Heta ku aştiyeke bi rûmet têkûz bibe, em ê vê xetê berdewam bikin.”