Augusta Savage: Di hunera Emerîkî de dengê jina reşik
Augusta Savage hunermendeke ku di sedsala 20'an de jiyaye û afirîneriyê bi rûbirûbûna kêşeyên civakî re dikir yek. Navê wê bi "Ronesansa Harlemê" re hat girêdan.
Navenda Nûçeyan – Augusta Savage weke yek ji jinên peykersaz ên herî navdar ên Efrîka-Amerîkayê yên sedsala 20'an tê naskirin. Navê wê bi xurtî bi "Ronesansa Harlemê" ve girêdayî ye, ew tevgera çandî ya ku di dehsalên destpêka sedsalê de li New Yorkê geş bû.
Beşdariya wê bi peykersaziyê re sînordar nema
Beşdariyên Augusta Savage tenê bi peykersaziyê re sînordar nema, ew di warê perwerdeya hunerî de jî çalak bû, alîkariya afirandina derfetan ji bo hunermendên reşik, bi taybetî ciwan û jinan, kir.
Augusta Savage ku di sala 1892'an de li Florîdayê ji dayîk bûye, tevî dijberiya bavê xwe, di zarokatiya xwe de dest bi çêkirina peykerên ji heriyê kir. Paşê çû New Yorkê da ku li "Cooper Union" beşa hunerê bixwîne. Di salên 1920'î de Augusta dest bi çêkirina peykerên bust (peykerên ser û sîng) kir, di nav de berhemên ku kesayetiyên Efrîkî-Emerîkî nîşan didin.
Bi cudekariya nijadî û pîşeyî re rûbirû ma
Di tevahiya kariyera xwe de, Augusta Savage rastî cudakariya nijadî û pîşeyî hat. Di sala 1923'yan de, ji ber nijada xwe derfeta xwendinê di bernameyeke hunerî ya Fransayê de jê re nehat dayîn. Lê Augusta bi îsrar bû, di dawiyê de bursek bi dest xist ku rê da wê li Parîsê bixwîne û berhemên xwe pêşkêş bike.
Berhemên wê yên navdar
Yek ji berhemên Augusta Savage yên herî navdar "Gamin" (1929) e peykerê zarokekî reşik e. Ew kesayetî bi cil û bergên sade hatiye nîşandan û taybetmendiyên rûyê wî têkeliyek ji bêgunehî û cidiyetê nîşan didin. Berhemê gelek pesn girt, heta li ser berga kovara "The Crisis" jî cih girt û weke mînakeke sereke ya pabendbûna Augusta Savage a nîşandana mijarên reşik bi awayekî mirovane û dûr ji qalibên pêşwext (stereotipan) tê dîtin.
Berhema wê ya herî navdar "The Harp" e, ku navê wê yê eslî "Lift Every Voice and Sing" bû. Augusta Savage ev berhem ji bo Pêşangeha Cîhanî ya New Yorkê ya sala 1939'an çêkiribû. Augusta bi îlhamgirtina ji sirûda bi heman navî, komek stranbêjên Reşpêst bi awayekî ku dişibe têlên harpê, nîşan dabû.
Studyoyeke taybet damezirand
Her wiha, Augusta bi awayekî kûr pabendî rola jinan û hunermendên reşik bû di jiyana çandî de û "Savage Studio of Arts and Crafts" (Stûdyoya Savage a Huner û Karên Destan) li Harlemê damezrand.
Alîkarî pêşkêş dikir
Augusta Savage di sala 1962'yan de jiyana xwe ji dest da lê mîrateya wê ji berhemên hunerî yên ku li pey xwe hiştine zêdetir e. Wê alîkariya guhertina hebûna hunermendên Efrîkî-Emerîkî di nava saziyên hunerî de kir û afrînerî û perwerde bi parêzvaniya ji bo gihîştina hunermendan bi derfetan re girêda.