Areteya Qorênayî: Fîlozofa ku dîrokê ji bîr kir
Areteya Qorênayî yek ji jinên pêşeng ên felsefeya kevnar e. Arete yekem jina rêvebera dibistaneke felsefeyê bû, bi dehan pirtûk nivîsandine lê berhemên wê winda bûne û di dîroka felsefeyê de hatiye jibîrkirin.
Lîbya – Areteya Qorênayî li bajarê Qorêna li bakurê Afrîkayê, ji dayik bû. Ew keça fîlozof Aristîppos bû ku yek ji şagirdên navdar ên Sokrat û damezrînerê dibistana felsefeya Qorênayî bû.
Li gorî hinek vegotinên dîrokî, Arete piştî mirina bavê xwe dersdana felsefeyê domand û rêveberiya dibistana Qorênayî girt ser xwe. Hinek çavkanî jî dibêjin ku wê 40 pirtûk nivîsandine û zêdetirî 100 fîlozof perwerde kirine. Lê ji berhemên wê tu nivîsên orîjînal nehatine parastin.
Windabûna berhemên wê bi şer, karesatên xwezayî û awayê nivîsandina dîrokê ve girêdayî ye. Ji ber ku mêr di parastin û ragihandina zanînê de serdest bûn, gelek jinên zanyar û xwedî felsefe di dîrokê de hatin jibîrkirin.
Girîngiya bajarê Qorêne di dîroka felsefeyê de nîşan dide
Arete her wiha girîngiya Qorêne ku li Lîbyaya îroyîn e, di dîroka felsefeyê de nîşan dide. Tevî ku ew yek ji navendên girîng ên hişmendiya cîhana kevnar bû, rola bakurê Afrîkayê di pêşketina felsefeyê de gelek caran hatiye paşguhkirin.
Her çendî koka wê ya Lîbyayî an jî Erebî-Amadî (Emazîxî) hê mijara nîqaşê be jî tişta eşkere ew e ku ramana wê li bakurê Afrîkayê bi pêş ketiye û ew beşek ji mîrateya çandî ya Lîbyayê ye.
Çîroka Arete pirsên girîng ên bi vî rengî derdixe pêş: Kî dîrokê dinivîsîne û kî biryar dide ka kî di bîra mirovan de dimîne? Jiyana wê bîranînek e ku dengê gelek jinan ne ji ber kêmbûna nirxê wan, ji ber ku dîrok wan paşguh kiriye, winda bûne.