Şehîdên enternasyonal ên şoreşa jinê
Stêrkên dilwêrek ên di parêzvaniya şoreşa jinê de canê xwe fêda kirin, Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Alina Sanchez û Eva Maria Steiger asoyên şoreşê mezin kirin.

Navenda Nûçeyan – Şoreşa Rojava bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, li seranserê cîhanê deng veda. Ev dengvedana wan bû wesîleya şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê li dinyayê bê nasîn. Bi taybetî jî bilindbûna berxwedana Kobanê ku di cîhanê de weke 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî tê nasîn. Bi sedan şervanên enternasyonal ji çar aliyên cîhanê berê xwe dan eniyên parastina welatê şoreşê û parastina şoreşa Rojava weke erkek dîrokî dîtin. Ji Arjantîn heta Elmanya, Efrîqa, Brîtanya û gelek welatên din gelek ji wan şoreşgerên dilwêrek ên weke Ivana Hoffmann, Anna Cambell, Alina Sanchez û Eva Maria Steiger di nava eniyên cenga parastina şoreşa jinê de cîh girtin û gihîştin asta şehadetê.
Keça Almanek û Efrîqiyek: Ivana Hoffmann
Ivana Hoffman bi nasnav Avaşîn Tekoşîn Guneş a ku her dilê wê ji bo şoreşê lê dida û dixwest xewna xwe ya gel û jin bi hev re azad dijîn û jiyaneke hevbeş rastî bibîne, xeyalên xwe di nava şoreşa jinê de bi cîh anî. Ivana Hoffman ku zaroka dayîkek Elman û bavek Efriqî ye, li Ewropayê mezin dibe û li wê di gelek kar û xebatan de cih digre. Ji ber taybetiyên xwe yên pêşengiyê zû bipêş dikeve û wekî yek ji pêşengên şoreşgerên welatê xwe tê nasîn. Ivana bi çalakiyên berxwedana Kobanê ya sala 2014'an ku li seranserî cîhanê belav bûyî YPJ’ê nas kir. Mîna ku tam bersiva lêgerîna xwe dîtibe, bêyî ku dereng bimîne, tê xwe dighîne nava refên berxwedana parastina şoreşa jinê. Ew di heman salê de tevlî nava refên şoreşê dibe. Di nava hevalên xwe de bi rûkenî û dilnizmiya xwe di nava hevalên xwe de deng dide.
Yekem şehîda jin a enternasyonalîst a li Rojava
Ivana di berxwedana li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser navçeya Til Temirê di 23'ê Sibata 2015'an de pêk tê de cihê xwe digire. Di heman eniya cengê de 7'ê Adara heman salê li gundê Til Nesrî ku bi 2 kîlometre başûrî navçeyê dikeve, di encama êrîşa çeteyan de dighê şedahetê. Ivana Hoffman dibe yekemîn şehîda jinên enternasyonal a li Rojavayê Kurdistanê.
Navê wê dan yekîneya leşkerî
Şoreşgera ciwan Ivana Hoffmann digot: ‘Ez dixwazim têkoşîna ku hemû gelên bindest digihîne hev, nas bikim û eger pêwîst be jî beriya her tiştî şoreşa Rojava bi canê xwe biparêzim. Dema ku xwişk, bira, heval, dayîk, bav û hevrêyên min ji bo azadiyê û ji bo xwe ji kapîtalîzmê rizgar bikin têdikoşin, ez nikarim bêdeng bimînim.” Ji bo jîndarkirina milîtaniya wê ya mînakî, Milîsên Ivana Hoffman ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) hatine avakirin û li cîhên pêwîst çalakiyan dikin.
Çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanî bandor li Anna ya Brîtanyayî kir
Şoreşgera enternesyonel Ana Kambell bi nasnav Hêlîn Qaraçox, di sala 1992`an de li Brîtanyayê jidayîk bûye. Lêkolînên wê yên li hemberî feraseta dewletê li zanîngehê kûr dibin û jiyana wê ya şoreşgerî 17 salî destpê dike. Li hemberî feraseta cûdaxwaziya di navbera qewman de, civakan, mirov û ajalan, serî radike. Feraseta dewletê ku li ser şikandina îradeya gelan bihêz dibe, wek ferzkirina koletî û tarîtiyê binav dike û li hemberî hemû cudakariyan dest bi raperînê dike. Ji bo nêçîrvan dernekevin nêçîra ajalan û wan nekujin derdikeve diçe daristanan û li hemberî wan dibe asteng. Sala 2011`an dev ji dibistanên koletiyê li ser xwendevanan ferz dikin, berdide. Êdî ew bi riya lêkolînkirina dîrokê û diyardeya şoreşgeriyê xwe perwerde dike. Lêgerînên wê yên ji bo xizmeta mirovahiyê û parastina mafên gelên bindest, li gel wê kûrtir dibe û berê xwe dide riyeke dirêj. Ji çalakiyên 1`ê Mijdara 2014`an Roja Kobanê ya Cîhanî bandor dibe û lêgerînên wê hemû diçin ser nasîna şoreşa jinê. Anna di Gulana 2017’an de berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nasnavê Hêlîn Qereçox hildibijêre. Roja 55`emîn a Berxwedaniya Serdemê 15`ê Adarê Hêlîn Qaraçox tevî sê hevalên xwe li eniya taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrîne di şerên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, şehîd bû.
‘Ev şoreşa hemû mirovahiyê ye, hêviya mirovahiyê ye’
Hêlîn Qereçox a ji Brîtanyayê di hevpeyîvînek xwe ya li ser xebata xwe ya li nava şoreşê destnîşan kir ku bi naskirina Şoreşa Rojava re fêhm kiriye ku serdema şoreşan hîn bidawî nebûye: ``Ev pir balkêş bû. Di demekê de ku gelek kesan digotin, ‘şoreş êdî nabe’ de, şoreşeke rasteqîn niha diqewime! Min tenê dixwest beşdar bibim û bibim alîkar. Lê paşê min fêhm kir ku tiştê herî girîng ku ez dikarim bikim fêrbûna wê ye. Ev şoreş ne tenê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ev şoreşa hemû mirovahiyê ye, hêviya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji bo azadiya hemû jinan têbikoşim.``
`Dem dema çalakiyê ye`
Çend gotinên watedar ên Şehîd Hêlîn Qereçox ên ku ji bo roja me ji her demê zêdetir wateya xwe dibînin: ``Em îro têkoşîneke gerdûnî dimeşînin a ku wê yan bi azadiyê yan jî bi tinebûnê bi dawî bibe û gihîştiye asta şerê cîhanê yê sêyemîn. Em nikarin xwe ji vê yekê bidin alî û ji kesên din hêvî bikin ku tiştên em xîret nakin an jî jê ditirsin, di şûna me de bikin. Ev şoreş ne tenê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn e, şoreşa hemû mirovahiyê ye û hêviya mirovahiyê ye. Dem dema lehengî û biryaran e, dema hevrêzî û rêxistinbûnê ye. Dem dema çalakiyê ye!”
Lêgerînek ji Arjantînê hat Kurdistanê: Alina Sanchez
Alina Sanchez bi nasnav Lêgerîn Çiya a ji Arjantînê berê xwe daye nava şoreşa jinê û bi dildarî xebatên tenduristiya şer pêşxistî jî, hucreyek bingehîn a belavkirina ramana şoreşa jinê ye. Di sala 1986`an de li bajarê Los Andes ê herêma San Martín a Arjantîn a Emerîkayê hatiye dinê. Malbata wê navê şoreşgera ku jêre ‘Dilê Şoreşa Kubayê’ hatiye gotin Celia Sanchez Manduley li zaroka xwe ya ku wê di pêşerojê de bibe Lêgerîna Çiyayên Kurdistanê, kiriye. Navê ew jina pêşenga şoreşa Kubayê ya ku gotiye: “Me giyanek şoreşgerî ava kir û em tê de bi ser ketin. Hemû tirs di dîrokê de man, êdî mirov xwediyê hest û romanên rasteqîn in`` li zarokekê bê kirin çawa dibe ku ew zarok neşibe navê xwe û ji bo serxistina ramanên rasteqîn sînoran derbas neke.``
‘Ronahiya hêviyê’
Piştî ku li dibistana tibê (ELAM) a Kuba ya Emerîkaya Latin perwerda tenduristiyê dibîne, di sala 2011`an de berê xwe dide nava xebata şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û tevlî nava şervanên YPJ`ê dibe. Lêgerîn di sala 2017’an de di civîneke bi gelên Kolombiyayê re hate lidarxistin de Şoreşa Rojava ji bo xwe û gelên cîhanê wek ‘ronahiya hêviyê’ pênase kir. Weke encameke ji xebatên avakirina şoreşê di salên 2015-2017’an de meşandibû, bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinan, hembêzkirina tevahî beşên civakê û têkoşîna li dijî feraseta dewletperest a ku vîna civakê pûç kiriye. Ji ber vê yekê, wê bicîhanîna bîrûbaweriya ku ‘xwe rêveberin ne tenê mafek e, ew berpirsyariyek e’ wek ‘pêngava herî dijwar’ bi nav kir. Lêgerîn da zanîn ku ev xal ji bo pêkanîna sosyalîzmê hem li Rojava hem jî li welatên Amerîkaya Latîn, têgihîştinên bingehîn in. Lêgerîn Çiya, di Nîsana 2018`an de li bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di qezayek tirafîkê de gihîşt mertebeya şehadetê.
Elefterya li dû şopa Lêgerîn û Hêlîn hat Rojava
Eva Maria Steiger bi nasnav Elefterya Hambî ya ji Elmanyayê ji şehadeta Şehîd Lêgerîn û Şehîd Hêlîn Qereçox a di pêvajoya berxwedana Efrînê ya 2018’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, şer kir û gihîşt mertebeya bêmiriniyê bandor bû û biryar da ku berê xwe bide xetên parastina şoreşa jinê. Elefterya Hambî ji têkoşîna ekolojîk a Daristana Hambachê ya li Elmanyayê, berê xwe da qada Şoreşa Rojava. Bi armanca pêşxistina kesayeta xwe weke jineke mîlîtan û hûnandina torên têkoşîna hevpar a li dijî baviksalarî û kapîtalîzmê, tevlî nava refên YPJ’ê bû. Bijartina nasnavê Elefterya jî asta wê ya fedayîbûnê nîşan dide ku di 24’ê Adara 2006’an de Elefteriya Fortulakî li Atînayê bi diruşmeya “Azadiya gelê Kurd û Serok Apo, azadiya hemû gelên cîhanê ye. Bijî xwîşk û biratiya gelan” bedena xwe da ber agir û bi wê helwesta xwe komplo şermezar kir.
‘Ew ji baweriya me ditirsin ku em dikarin xwe azad bikin’
Şoreşgera dilwêrek a ku sînorên pergalê derbas kir, xwe gihand nava xebatên şoreşê. Elefterya dema xwe gihand nava çeperên parastina şoreşa jinê, bibîr xist ku bi naskirina hêz û xwebaweriya Şoreşa Rojava re wê fêhm kiriye bê çima ne tenê Tirkiye, hemû pergala moderniteya kapîtalîst ji vê şoreşê ditirsin û wiha berdewam kir: “Ew ji baweriya me ditirsin ku em dikarin xwe azad bikin. Eger hemû mirovên li cîhanê wê yekê fêhm bikin, wê çi bibe? Ew ê rabin û dest bi avakirina cîhanek nû bikin! Ez fêhm dikim ku hin kes ji vê yekê pir ditirsin, ji ber ku li vir cîhaneke nû pêk tê.” Ji nava eniyên parêzvaniya şoreşa jinê jî Elefterya meşa xwe ya azadiyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve bi coş û kelecan dewam dikir.