Fatîma El-Bunn: Çîroka têkoşîna jina Yemenî ya li dijî guherîna avhewayê
Fîlma “Fatîma El-Bunn”, rola jinên gundewar ên di parastina jîngehê de derdixe pêş û balê dikişîne ser girîngiya piştgiriya qehweya Yemenê. Fîlm, li Festîvala Sînemaya Kesk a Îskenderiyeyê di kategoriya teqdîra taybetî de hate hilbijartin.
Parêzvana mîrateya qehweya Yemenê
Yemen – Fîlm, çîroka Fatîmaya ku 11 sal in li devera gundewarî ya Taizê ya li başûrê rojavayê Yemenê li zeviya qehweyê ya bavê xwe dixebite, vedibêje. Fatîma, hewl dide tevî pirsgirêkên jîngehî, civakî û aborî yên ku zêde dibin, kalîteya qehweya Yemenê biparêze.
Kêmbûna avê û hewldanên çareseriyê
Fîlm, bandorên guherîna avhewayê yên mîna zuwabûna ava binê erdê, barana bêserûber û derketina kêzikan ku zirareke mezin didin darên qehweyê, tîne ziman. Fatîma, ji bo ku çareseriyan ji kêmbûna avê re bibîne bi endezyarên çandiniyê re dixebite û ji bo parastina darên qehweyê projeyan pêş dixe.
Rêbazên kevneşopî û rûbirûbûna bi nebata Qat re
Fîlm her wiha li hemberî hilberîna qehweyê, balê dikişîne ser yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ku ji ber belavbûna Qatê ya li ser erdên berhemdar derdikevin holê. Her çend Fatîma hewl dide cotkaran arasteyê qehweyê bike jî, lê gelek hilberîner ji ber dahata wê ya zêde Qatê tercîh dikin. Li beranberî vê yekê qehwe, ji ber ku nebateke hilberîna wê zêdetir dem digire û salê tenê carekê tê çandin, di aliyê aborî de kêmtir pere tîne. Fîlm her wiha rêbazên çandiniyê yên kevneşopî yên ku ji bo parastina darên qehweyê têne bikar anîn jî dide nasîn.
Banga ji bo hişmendiya navneteweyî û herêmî
Girîngiya fîlmê ji şiyana wê ya eşkerekirina bandorên guherîna avhewayê ya li ser sektora çandiniyê ya Yemenê, ronîkirina hewldanên herêmî yên cotkaran ên ji bo xwe guncawkirina bi van pirsgirêkan re û gazîkirina rayedaran a ji bo pêşxistina plan û çareseriyên bibandor ên ji bo têkoşîna li dijî bandorên guherîna avhewayê, çavkanî digire.
Fîlm, di asta herêmî û navneteweyî de, armanc dike ku ji bo hilberîna qehweya sedsalan a Yemenê razameniyê teşwîq bike û balê bikişîne ser girîngiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo vê sektorê. Her wiha bandorên neyînî yên nebata Qatê ya li ser hilberîna qehweyê vedibêje û balê dikişîne ser rola pêşeng a jinên gundewar ên Yemenê ya di pêşketina jîngeh û çandiniyê de. Her wiha jinan ne tenê wekî piştgir, mîna aktorên sereke yên guhertinê pêşkêş dike.
Serkeftina belgeselê li qada navneteweyî
Belgesela Yemenê ya “Fatîma El-Bunn” ku ji aliyê rojnamevan, derhêner û nûçegihana ajansa NUJINHA’yê Raniya Abdullah ve hatiye amadekirin, ji bo çapa duyemîn a Festîvala Sînemaya Kesk a Îskenderiyeyê hate hilbijartin û di kategoriya teqdîra taybetî de cih girt. Ev rewş, xuyabûna zêde ya fîlmên Yemenî ku bi çîrokên mirovî yên herêmî mijarên jîngeh, guherîna avhewayê û pêşketina domdar çareser dikin, berçav dike.