Çîroka li dû ‘Keça bi fulara sor’ mayî

Jiyana Ayşe Denîz ku piştî berxwedana Gezî hatî girtin û di raya giştî de wek ‘Keça bi fulara sor’ tê nasîn; ji rêwîtiya pêvajoya girtîgehê heta Rojava dirêj dibe, di bîra me de cih girt.

Navenda Nûçeyan – Hinek jiyan, di temenên gelek ciwan de barên giran li ser milên xwe hildigrin. Hinek caran bi diruşmeyên li qadan tên berzkirin, hinek caran bi fulara ku li stu hatiye girêdan, di bîran me de cih digre. Ayşe Denîz Karacagîl jî li pey xwe ciwaniyek nîvço mayî, lê belê seknek gelek bi hêz hişt. Ew bû yek ji navên ku di demên nêz ên Tirkiyeyê de di bîra me de şopa xwe hiştiye.. 

Ayşe Denîz Karacagîl a 21 salî ku di pêvajoya berxwedana Gezî de li Antalyayê hat binçavkirin û girtin, di raya giştî de wek ‘Keça bi fulara sor’ dihat nasîn. Di doza derbarê wê de hatî vekirin de, bikaranîna fularê jî bûbû mijara sûc û Ayşe Denîz Karacagîl piştî ku nêzî 5 mehan di girtîgehê de ma, di sala 2014’an de çû Rojava.

Di lêpirsînên ku piştî çalakiyên Gezî dihat meşandin de, di îdianemaya ku derbarê Ayşe Denîz Karacagîl de ji ber ‘hewldana hilweşandina hikûmetê’, ‘endamtiya rêxistinê’ û xebatên cûda yên protestoyê dihat darizandin, hinek daxuyanî, pankart û afîşên ku navên ciwanên li Geziyê jiyana xwe ji dest dane, wek belge hatin nîşandan. Derbarê wê de 103 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Ayşe Denîz Karacagîl piştî nameya ku ji dayîka xwe re hiştiye ji Tirkiyeyê derket, di pevçûna di dema rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞ’a dijminê mirovatî û jinê de, di 29’ê Gulana 2017’an de kevlî karwana nemiran bû.

Tiştên ku Ayşe Denîz Karacagîl ango ‘Keça bi fulara sor’, jiyaye, ji aliyê Wênesaz Fatîh Kuçuk ve destpêkê bû wêne, piştre lîstika şanoyê, herî dawî jî bû pirtûka bi navê ‘Keça bi fulara sor’. Di pirtûka ku ji 83 rûpelan pêk tê de, pêvajoya Ayşe Denîz Karacagîl a li girtîgehê û piştî wê jiyaye, ji derveyî hevdîtinên bi malbata xwe re kiriye, cih da nameyên Ayşe Denîz ên li girtîgehê.