Zeviyên Til Temirê bi jinên ku pûş kom dikin û hermelê berhev dikin xemilîne

Îlham Yûsif Mihemed a ku ji dayik û dapîra xwe fêrî afrînerî û xuliqkariyê bûye, di demsala havînê de ji saetên berbangê ve diçe nav zeviyan û pûş ji bo lawir, mal û kelpîçan kom dike, li aliyê din jî hermelê ji ser giran berhev dike û li mala xwe tevî zarokên xwe çêdike û wekî xemlê bi mala xwe ve didaliqîne.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li rex hemû zehmetiyan çirûskên hêviyê hene, ew çirûsk jî dayik in. Bi zanebûna xwe amûran diafirînin û ji bo her xebata biçûk û mezin, rihê xuliqkariyê diafirînin. Ji berhemên axa Mezopotamyayê, jiyana xwe dihûnin û têkoşîna jiyanê didomînin. Ew axa ku mirov pê lê dikin, dayik wê vediguherînin gelek amûran. Ji amûrên xwarin, vexwarinê bigre heya lêkirina malan û çêkirina kelpîçan û dermanên xwezayî. Îlham Yûsif Mihemed dayikeke bi temenê xwe 49 salî ye lê dema ku tu li tevgera wê dinêrî wekî 20 salî xuya dike. Îlham dayika 3 keç û lawekî ye her wiha li gundê Hemra yê girêdayî navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê ya li Herêma Cizîrê, dijî. Malbat bi çandiniya genim û ceh her wiha xwedîkirina pez debara xwe dikin. 
Bi hatina demsala havînê re êdî zeviyên genim û ceh hatin cotkirin û berhemên wan ji bo firotinê hatine hilanîn. Dayika Îlham vê salê ji 50 donim erdê ku genim çandibû lê ji ber hinek pirsgirêkên avê tenê 10 donim jê re ma. Di heman wextê de jî niha dayika Îlham pûş kom dike û hermelê çêdike. Jib o ku em bêtir serpêhatî, ked û berhemên ku ji pûş û hermelê der tên nas bikin, em çûn nava zeviyên dayika Îlham û me hevdîtin pê re çêkir. 
"Ked watedayîna kêliyan e"
Îlham di destpêka axaftina xwe de got ku ked nebe wateya jiyanê tune ye û wiha domand: "Jinên Kurd û bi giştî jin ji heqê xwe tên der. Dayika min bi çandina pembo, nîsk, komkirina pûş û firotina kayê debara jiyana me dikir. Ji ber ku bavê min demeke dirêj bû wefat kiribû, barê malê hemû li ser pişta dayika min bû. Ruxmî wê jî dayika min nehişt ku em muhtacî tu kesê/î bibin. Bi keda xwe ku şev û roj kar dikir, em xwedî kirin."
"Axa Mezopotamyayê dewlemend e"
Îlham der barê çandiniya îsal de jî ev yek anî ziman: "Me îsal genim û ceh çand lê me gelekî zirar dît. Yek ji sedemên vê zirarê kêmbûna berhemdariyê bû ji ber qutkirina ava Çemê Zirganê û Xabûrê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û di heman demê de jî kêmbûna baranê. Ji 50 donim tenê 10 donim ma, me ew jî beriya çend rojan jî bi patosê çinî. Paşê min û zarokên xwe dest bi komkirina pûş kir. Heman wextê jî pez jî di nav erd de ye û ji pûş dixwe. Piştre wê degagê were û hemû pûşê me daye hev, bihêre û bike ka û wê demê em ê bibin malê da ku di zivistanê de xwarina pez jî hazir be. Axa di navbera her du çeman de dewlemend e lê pêwîstiya wê bi xwedîderketinê heye. Ji şînkatiyên wê em zebze û fêkiyên xwe jê digrin, heya em ji pûşê wê kaya xwe jê digrin hem ji bo lawiran, hem jî ji bo heriyê em xaniyan jê çêdikin."
"Ji bo pez pûşê genim lê ji bo çêkirina xanî û beştan her du jî dibin" 
Der barê ferqa di navbera pûş, genim û ceh de jî Îlham wiha got: "Pûşê genim ji yê ceh baştir e, ji ber komek ji pûşê genim kaya ku jê dertê bi qasî du komên pûşê ceh in. Bi taybetî pûşê genim ji bo pez gelekî baş e. Lê ji bo çêkirina kelpîç û malan ferq nake ku kîjan pûş were bikaranîn. Ji pûş ka çêdibe, kelpîç, xaniyên herî, beşt û seyandina dîwaran. Ya herî balkêş jî xaniyê ji pûş û heriyê be di havînê de sar û hênik e û di zivistanê de jî germ e."
"Beriya roj hil were û heya roj diçe ava ez di nava erd de me"
Îlham saetên ku ji malê derdikeve û ber bi erdê xwe ve dikeve rê her wiha westandina xwe jî bi bîr xist û wiha domand: "Beriya ku roj hil bê, bêyî ku li saetê binêrim ez deriyê malê digrim û bi meşê, melêva min li ser milê min e û ber bi erdê xwe ve dikevim rê. Nêzî 2 km. ez dimeşim her sibeh. Paşê di dema rozêrînê de jî ez têm lê piştî ku zarokên xwe ji xew radikim û xwarinê didim wan. Ji saet 15:30-14:00 ez têm heya roj diçe ava ez pûş kom dikim û paşê komê xwe dixim ser hev. Carna dema ku zêde diwestim, navber didim û paşê berdewam dikim lê carna jî bêyî navbera ez kar dikim. Ji ber kişandina pûş bi melêvê destê min jî diêşe û werimiye û lingên min jî her di nav axê de ne, helbet wê biçirin. Normal e, ji ber ku însan kedê nede bi westînê jî hîs nake. Bila ji ked û xwêdana eniya me be ne bi awayê em destê xwe li ber kesan vekin. Tona kayê pir buha ye ger em genim û ceh neçînin, em nikarin debara xwe û pezê xwe bikin."
"Bi du destan gelek karan dikim" 
Îlham da xuyakirin ku ew gelek karan bi hev re dike û wiha pê de çû: "Ez pez jî xwedî dikim, ji berhemên wan wekî mast û şîr carna ji bo cîranan û carna jî ji malê re çêdikim. Ne tenê ev ez penêr û lebnê jî çêdikim. Hem xêra lawiran hem jî xêra axa me heye yê ku kedê bide ax jî xwedî lê derdikeve. Dema ku têm nav erd, ez melêvê û avê bi xwe re tînim û carna jî dema ku hevjînê min li mal be ew çayê ji me re tîne û tê. Piştî bêhnvedanê jî em bi hev re kar dikin. Ez pez xwedî dikim, pûş kom dikim, zarokan jî îdare dikim û hemû karan dikim. Jinên Kurd bi hêz in."
"Ger ku em xwedî lê dernekevin, wê dewleta tirk dagir bike'
Erdê dayika Îlham û çeteyên ser bi dewleta tirk ve tenê çend km. di navbera wan de ye. Îlham behsa xeteriya wan kir û wiha pêl da gotina xwe: "Çete tenê çend km. dûrî me ne, cihê ku wan dagir kiriye pir baş ji me ve xuya dike. Lê em natirsin, ji ber ku ev ax axa me ye û divê ku em xwedî lê derkevin. Ger ku em îro xwedî lê dernekevin wê çete wê dagir bikin. Ji lewre çi bibe jî em ê erdê xwe biçînin û xwedî li mîras û keda dapîr û bapîrê xwe derkevin. Îro em berpirsiyarên vê axê ne."
"Hem pûş kom dikim û hem jî hermelê berhev dikim" 
Îlham da zanîn ku ew li kêleka komkirina pûş hermelê jî berhev dike û çêdike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Di vê demsalê de gelek rengên şînkatiyan dertên li çolê, yek jê jî Hermel e. Hermel bêtir em ji ser giran kom dikin, ji ber ku herî zêde li wir şîn tê. Hermel ji bo çavan û dûrxistina enerjiya nebaş a mirovan baş e di heman wextê de jî ji bo xemilandina malan, tê bikaranîn. Gelek feydeyên hermelê hene hem ji bo tenduristiya mirovan hem jî ji bo lawiran. Em hermelê dişewitînin û dibin cihê pez da ku pez herin ba beran û piştre ducanî bibin. Libê hermelê henek kesk û henek sor dibin, kulîlk vedidin destpêkê û di hundirê wan de jî bizir heye."
"Danûkan jî dikelînim û li cîran û zarokan belav dikim" 
Îlham da payin ku ew danûkan jî çêdike û wiha axaftina xwe domand: "Destpêkê wekî hezkirinekê bû, min jê hez kir ku ez hermel bixemilînin ji ber wê jî ez fêr bûm. Niha min xwest ku zarokên min jî fêr bibin da ku di demên pêş de ew jî fêrî kesên din bikin. Keç û kurê min ê 10 salî niha dizanin çawa libên hermelê bi derziyê çêbikin û wekî xemlekê ji bo malê saz bikin. Dema genim çêdibe em li gundan, wekî çandeke kevnar a dayikan e, em danûkan jî dikelînin û li cîranan belav dikin. Ya ku dimîne jî em wê dihêrin û ji bo xwarinên zivistanî hiltînin."
"Hermel bi gelek rêbazan tê çêkirin"
Îlham wiha behsa çawaniya çêkirina xemla hermelê kir: "Destpêkê ez darekî bi paçekî rengîn dipêçim, paşê derziyê tînim û lib û bi lib hermelê wan li pey hev rêz dikim. Her 5 liban morîkekê dixim navbera wan û wiha rêza yekemîn ku ji 50 libî pêk tê xilas dikim. Gelek modelên din ên xweşik û balkêş hene lê ez tenê dizanim vê çêbikim."
"Ji bo hûn werin nasîn, biparêzin" 
Îlham bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ev karê ku îro ez dikim, karê dayik, dapîr û bapîrên me yê beriya hezaran salan dide nîşandan. Ev yek ji çandên me yên gundan e ger ku îro ev çand winda bibe, ne mumkun e ku em werin nasîn. Ji lewre divê ku em hemû çandên xwe ji pişaftinê biparêzin."