Xwedîkrina mirîşkan ji bo jinên koçberên Idlibê pîşeyek e

Şêniyên ku li kampên Idlibê dijîn bi xwedîkirina mirîşkan hem dema xwe xwe derbas dikin hem jî ji goşt û hêkên wan sûdê digrin. Alya EL-Qadûr dibêje; “Xwedîkirina mirîşkan karekî pir xweş û sûdmend e, bi taybetî ji bo dema mirov a vala meşxûliyeteke pir baş e.”

SOHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Xirabûna rewşa piraniya koçberan li kampên Idlibê hişt ku mirîşkan xwedî bikin û ev yek ji wan re bûye pîşe û jêdereke jiyanê. Safiya El-Cewad a çil salî, got: "Lênêrîn û xwedîkirina mirîşkan tiştek baş e û dema mirov bi wan xweş derbas dine. Hebûna wan ji bo dema me ya vala ya di hundirê kampên Sarmadayê ya li ser sînor baş dibe." 
Safiya El-Cewad dibêje ku ji xwedîkirina mirîşan gelekî sûd girtiye bi riya wan re dikaribû hêkan ji malbata xwe re peyda bike û bi taybetî ji bo hevserê wê yê nexweş pir baş bûye her wiha goştê wan jî ji bo xwarina wan baş e û wiha domand: "Hejariya me nahêle ku em pêdiviyên jiyanê yên sereke peyda bikin, di serî de jî hêk û goştê mirîşkan ku bihayê wê pir bilind bûye û ji bo hejaran zehmet e ku bikirin."
Bi xwedîkirina mirîşkan hem dema xwe xweş diborînin hem jî ji hêk û goştê wan sûdê digrin
Safiya El-Cewad serê sibehê zû de radibe û qût dide mirîşkên xwe yên ku hejmara wan gihîştiye 25’an hin ji wan mezin in û hin jî biçûk in. Wê li nêzî kampa xwe pînek ji mirîşkan re çêkir û deriyek baş pê pêv kir da ku êvarê kûçik û rovî wan nexwin.
Li aliyê din Alya EL-Qadûr a 30 salî, mirîşkan xwedî dike da ku debara jiyan xwe bike di nav van rewşên herî zehmet û xirab de. 
Alya EL-Qadûr di bombebarana bajarê Idlibê de di dawiya sala 2019’an de, hevserê xwe winda kir. Ew bû malxweyê malê û zarokên xwe xwedî kir. Wê ji xwedîkirina mirîşkan bêtir tu rê ji xwe re nedîtin. Ew dibêje her roj hêkan difroşe firoşgehên bajêr ku her hêkekê bi 3 lîreyên Tirkiyeyê dikirin û pê debara jiyana xwe dike û dibêje; “Xwedîkirina mirîşkan karekî pir xweş û sûdmend e, bi taybetî ji bo dema mirov a vala meşxûliyeteke pir baş e.”  
Bi hêkên mirîşkan debara xwe dike
Safiya El-Cewad gelek cureyên mirîşkan wek farunî, berî û romî xwedî dike ku ew jî xwedan bihayên bilind in, yanî bihayê her mirîşkê digihîje 200 lîrayên Tirkiyeyê.
Pisporê beytar Îmad Cinêd ê 33 salî ku piştgiriyê dide xwdîkirina mirîşkan li gund û kampan û wiha got: "Pir malbat hene ku  xwedîkirina mirîşkan çavkaniya jiyanê ye ji bo wan. Ew bi riya bazirganiya hêkan debara jiyana xwe dikin." 
Hêjeayî gotinê ye ku hejmarez zêde ji şêniyên li kampên Idlibê mirîşkan xwedî dikin ji ber ku ew sûdek mezin ji wan dibînin. Xwedîkirina wan berhemek baş peyda dike bi taybetî di van rewşên bihabûna ya hêk û goşt de.