“Xwedîkirina lawiran çavkaniya berdewamkirina jiyana malbata min e”

Li kêleka şert û mercên zehmet ên koçberiyê Şemsa Bekir lawiran xwedî dike, şemsa da zanîn ku jin her dem di nava lêgerîna rêbazên domandina jiyanê de ne.

Li kêleka şert û mercên zehmet ên koçberiyê Şemsa Bekir lawiran xwedî dike, şemsa  da zanîn ku jin her dem di nava lêgerîna rêbazên domandina jiyanê de ne. 
RONÎDA HACÎ
Hesekê-Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk a dagirker êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de bi hezaran kes neçarî koçberiyê bûn. Şemsa Bekir dema dewleta tirk êrîşî gundê wê Leylan kir, lawirên xwe bi xwe re derxistin. Piştî avakirina Kampa Waşûkanî Şemsa lê bi cih bû û lawirên xwe li kêleka konê koçberiyê xwedî dike û sûd jê digre.
Şemsa Bekir dayika 5 zarokan e û ji koçberên gundê Leylan ê girêdayî bajarê Serêkaniyê ye. Di encama êrîşên dewleta tirk de neçarî koçberiyê dibe lê ji ber girêdana wê bi lawiran re dema êrîş çêdibe tevî lawirên xwe ji gund derdikeve. Niha jî di bin mercên zehmet û bi paşguhkirina rêxistinên mirovî de lawirên xwe bi nanê hişk xwedî dike ji bo debara malbata xwe bike.
“Wijdanê min tehemul nekir ez lawiran di nav êrîşan de bihêlim”
Şemsa êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û wiha dest bi axavtina xwe kir: ”Dema ku êrîşên dewleta tirk dest pê kirin, em di malên xwe de bûn, me jî dev ji malên xwe berdan û neçarî koçberiyê bûn. Dema em derketin min nikaribû lawiran li pey xwe bihişta, wijdanê min tehemul nekir ew jî xwedî ruh û can bûn, ji bo wê min bi xwe re derxistin. Dewleta tirk bi armanca talankirina mal û milkên me êrîşî xaka me kir. Em demekê li gel mirovên xwe man lê piştî kampa Waşûkanî hat avakirin ez derbasî kampê bûm û li vir lawirên xwe jî xwedî dikim. 
 Rêbaza kedîkirina lawiran
Şemsa da zanîn ku ew lawirên xwe bi nanê hişk xwedî dike û wiha domand: ”Sala derbasbûyî şînkahî hebû lê îsal rewş pir xerab e şînkahî tune ye, av kêm e û baran jî nebariya. Ji ber wê ez pir zehmetiyan di xwedîkirina lawiran de dibînim. Koçberên kampê bi min re dibin alîkar, nanê ku ji ber wan dimîne û zebzeyên ji bo sewalan ji min re tînin ez didim lawirên xwe. Lawirên min jî 2 çêlek û golikek in, ez dixwazim xwedîkirina wan berdewam bikim lê ger zehmetî wiha bimînin û alîkarî ji min re neyê pêşkêşkirin dibe ku ez wan bifroşim. Êmê wan pir buha ye, em koçber in bi rastî zehmet e ez bikaribim êm bikirim.” 
Rêbazên domandina jiyanê 
Şemsa bal kişand ser girêdana jinan bi xwedîkirina lawiran re û wiha bi dawî kir: “Ez van lawiran beşekî girîng ji jiyana xwe dibînim. Kedîkirina lawiran cihekî taybet di jiyana malbatan de digre û beşek ji temamkirina jiyana me ye. Îro ev lawir şîr, mast û penêr didin me, em xwe bi van tiştan xwedî dikin. Ez dikarim bêjim ew çavkaniya berdewama jiyana me ne .Em bi hêvî ne rêxistinên mirovî bi erkên xwe rabin bi teybetî jî bibin alîkar da ez bikaribim lawirên xwe xwedî bikim û wan nefiroşim. Ji ber derfetên min tune ne ez xwarinê ji bo wan bikrim.”