“Xwedîkirina hespên esîl reseniya çanda me ya Ereb pênase dike”

Sacîda Silêman di ciwantiya xwe de siwareke Hespên Esîl bû û niha bi qasî 30 Hespên Esîl xwedî dike der barê hezkirina xwe ya ji hespan re dibêje: “Ez bi xwe siwareke hespan bûm riyên dûvedirêj li ser pişta hespan min derbas dikirin. Bi qasî hezkirina min ji zarokên min re ez wisa hezkirinê didim hespên Esîl. Xwedîkirina hespên Esîl reseniya çanda me ya Ereb pênase dike.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Her civak li ser vê erdnîgariyê xwedî çandeke resen e û cudahiya wê ji çandên din pênase dike. Xwedîkirina Hespên Esîl beşeke bingehîn e di çanda gelê Ereb de û vedigere 1400 sal B.Z. Taybetmendiyên Hespên Esîl ew e bi bejna xwe ya zirav, bilind û bedew, serê xwe yê biçûk û dûvê xwe yê bilind tê nasîn. Berê Erebên koçer li çolan hespên esîl xwedî dikirin û di nava êlan de hespên kîjan eşîrê zêde bûna bi dewlemendiya xwe dihat nasîn. Heya roja îro ev çand di nav gelê Ereb de tê jiyîn û dîsa jinan pêşengiya parastina wê dikir. Dayika Sacîda Silêman bi temen 65 salî ye û li gundê Hicêra yê girêdayî navçeya Tirbespiyê li Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Sacîda temenekî tijî ked bi qasî 40 salî bi xwedîkirina hespan re derbas kiriye, bi zimanekî taybet danûsitandinê bi hespên xwe re dike û wisa wekî malbata xwe li wan miqate ye. Li pêşiya mala wê erd vekiriye û li ber deriyê malê li pêşpirka zarok û neviyên xwe bi bazdana hespan re bextewar dibe. Sacîda berê siwareke Hespên esîl bû, lê bi demê re û ji ber sedema nexweşiyên xwe êdî tenê bi xwedîkirin û hewandina hespan re mijûl dibe. Hespên wê ji hereketa dest û dev û rûyê wê fêm dikin û wisa hezkirina xwe bi hev re parve dikin.  Têkildarî şêwazê xwedîkirina hespan dayika Sacîda Silêman ji me re axivî. 
Xwedîkirina hespan çanda gelê Ereb e
Sacîda reseniya çanda gelê Ereb bi xwedîkirina hespan re anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Xwedîkirina hepsên esîl çanda me ya resen pênase dike. Berê jiyana mirovan hemû li ser xwedîkirina lawiran bû hesp jî yek ji lawirên herî girîng bûn di jiyana me de. Wekî niha wesayîd tunebûn me riyên dûvedirêj li ser pişta hespan derbas dikir. Hesp di çanda me de pir bi nirx in, berê ez bi xwe jî siwareke hespan bûm û qet min tama westandinê nedidît. Me hemû pêwîstiyên mala xwe, çandiniya erdên xwe li ser pişta hespan dianîn û wisa wekî em li zarokên xwe miqate bûn em li hespan jî miqate dibûn. Ev 40 sal in ez tevî hevjînê xwe hespên esîl xwedî dikim. Piştî hevjînê min çû ser dilovaniya xwe êdî zarokên min alîkarî dane min ku ez berdewam bikim. Niha hemû zarok û neviyên min dizanin hespan xwedî bikin û lê siwar bibin. Bi qasî 30 serî hespên esîl ez xwedî dikim û pê em debara jiyana xwe dikin.”
Rêbazên xwedîkirina hespên esîl
Sacîda bal kişand ser rêbazên xwedîkirina hespên esîl û wiha domand: “Berî her tiştî pêwîst e mirov bizanibe çawa hespên esîl xwedî bike, ji ber ku ew ne weke hespên normal in. Pêwîst e baldariyek cuda ji wan re hebe, ji xwarin, vexwarina wan heya zayînê. Zimanê min bi wan re cuda ye wisa ji min fêm dikin û dema hesp ji mirovan ne rehet bin hêrs dibin, ji ber ku hesp xwediyên xwe nas dikin û bi hêsanî nahêlin kes li wan siwar bibe. Bi qasî hezkirina min ji zarokên min re ez wisa hezkirinê didim wan, ew jî bi rastî hîs dikin. Xwarina hespên esîl ceh, ka û giha ye lê her cureyên ceh nikarin bixwin ji ber wê demê nexweş dikevin, ez cehê herî baş ji wan re tînim û didim wan. Jixwe dema nexweş jî dikevin ez weke dayika li ber zarokên xwe wisa bi şev û roj ber wan im heya baş dibin. Hespên ez xwedî dikim cureyên herî baş in di herêmê de û pir buha ne.”
Cureyên hespên esîl 
Sacîda behsa cureyê hespên esîl û cudahiya wan ji hespên normal kir û wiha pêde çû: “Hespên esîl ez ji mêzekirinê nas dikim, ji ber ku êdî ez baş hîn bûme. Hespên esîl jê re dibêjin xwediyên xwîna safî yanî hin hesp hene bi neslên ne esîl re dizewicin wê demê têjika wê hespê ne esîl e. Hespa esîl pêwîst e ji neslê dê û bav de hespên esîl bin û wisa nesil berdewam bike. Cudahiya şiklê hespê esîl ew e laşê wan pir bedew e, serê wan biçik e, bejin û dûvê wan bilind e her wiha bazdana wan bi sê qatan ji hespên normal xurtir e digihîje 72 kîlometreyan di saetê de. Cureyên Hespên Esîl jî ev in hespên siglawî, kihêlan, mianeqî, celabiyat, hidban û gelek cureyên din hene lê ez bi xwe van cureyan xwedî dikim. Rengê wan jî piranî sor, reş, spî û belek in. Navê wan jî carna navê Erebî yên resen in û carna hespên nû ji dayik dibin em navê zarokên xwe li wan dikin. Zarokên min jî pir ji wan hez dikin û neviyên min ên herî biçik jî dizanin li hespê siwar bibin. Her sal em hespên xwe dibin pêşpêrika hespan a Herêma Cizîrê heya niha sê caran me xelata yekem girtiye.”
“Heya ez bijîm ez ê vê çandê di nava malbata xwe de bidim jiyîn”
Sacîda bal kişand ser zehmetiyên xwedîkirina hespan û wiha got: “Helbet zehmetiyên xwedîkirina hespan heye bi taybetî di aliyê peydakirina xwarinê de, ji ber ku ev du sal in erd zuha ne û gihayê xwarinê nîn e ya din jî ceh û kaya xwarinê pir buha ye. Pêwîst e ev hesp di rojê de sê heya çar caran xwarin bixwin da ku parastina bedena wan ji nexweşiyan bê kirin û wisa bedew bimînin lê mixbin niha ewqas derfet nîn e. Hespên nû ji dayik dibin li ser şîr in, piştî çend mehan ew xwarina hişk dixwazin. Hêviya me ji hemû aliyên pêwendîdar heye ku bi me re bibin alîkar di aliyê peydakirina ceh û kayê ji hespên min re. Ez heya dikarim ez ê li hespên xwe miqate bim û her vê çandê di nav malbata xwe de bidim jiyîn.”