Xwarinên xweş ên Afganistanê li xwaringeha Soxra û Kubra ne

Li Afganistanê karkirina jinan cesaret û îsrarê dixwaze, Soxra Emîrî ya di ferqa van hemûyan debû despêkir, paşê xwişka xwe Kubra û 500 welatiyên dinê tevlî kar kir.

PERVANEH KİBRÎT 
Kabil – Afganistan welatek ê ji jinan re girtiye, ne tenê di kar de di nava malê de jî nikarin bi rehetî bijîn û daxwazên xwe bînin ziman. Li gel van bêderfetiyan jî jinên karîne sînorên zoriyan derbaskin û xwe bigihînin serkeftinên mezin hene. Yek ji van jî Soxra ya ji tora înternetê onlînê sud girtiye û tama destê xwe gihandiye gelek deverane. Paşê xwişka xwe Kubra û gelek jinên dinê jî tevlî vê xebatê kiriye û her diçe asoya xebata xwe mezin dikin. Li Afganistana zemina kar ji bo jinan ewqas sînordare û jin bi pirsgirêkên cidî re ru bi ru dimîne ev du xwiş di şert û mercên xerab ên ewlekariyê de li gel hemû tehdîdên deshilatê li ser gel û tayîbetî jinan bi hêviyek mezin xwe dan pêş û di serkeftinê de xwe kilîd kirin. Wan cesaret kirine ku li kêleka hevjînên xwe bikarin debara jiyana xwe bikin ku bibin mînakek baş ji bo hemû jinên dinê yên li piş dîwarên bilind devgirtî mane, heta ditirsin mafê xwe yê herî asayî di nava malê de bixwazin. 
Soxra Emîrî jinek nedikarî binketina hevjînê xwe yê ne dixebitî û bi kêrî tiştekê nedihat tehemûl bike, her diçu li rê û çareyekê digeriya. Bi cesaret li ser hemû tehdîdên ewlekari û nêzîkatiyên nerênî yên mirov û derdora xwe de çu û ket nava hewildanên nedihat hêvîkirin. Îro wisan bûye ku navê wê di nava hemû malan de bi pesindan û heskirin digere. Bi serkeftinên xwe hêlaye ragihandin ji bo li ser nûçeyek çêbike li peyî bigere û jê çend gotinan hîn bibe. 
“Li gel me gelek zehemtî derbaskirin jî me alîkarî ji kesê nexwest”
Li gel van hemû hewildan, îsrar û serkeftinan xwe gihand cihê gotina wê li her derê derbasdar be. Hê di hewla serkeftinê û pêre d erfeta kar ji bo gelek jinên dinê peyîdakirinê debû dema pandemiyê despêkir û weke her deverê welatê wê jî xist bin tehdîdê. Soxra ji ber di karantînaya 2020’an de di aliyê aborî de têk çuye, bêkariya heyî dextek zêde li ser wê dida çêkirin. Ji bo ku bikare li gel hevjînê xwe bijî û hevaltiya xwe bidomîne, pêre jî taboya nerênî ya li ser jinan çêbûye ji holê rake saytek a xwarinpêjiya onlaynê çêdike. Li malê xwarin çêdike û bi wî awayî daçuna malê derdixe. 
Peyama Soxra ya ji bo jinên Afganistanê eve: “Bila tu carî çavê we li kesekê nebe ji bo we ji hejarî û rojên teng rizgar bike. Hun bi xwe bikarin li ser lingê xwe bisekinin ku bikarin rewşên xirab ên aborî û civakî derbas bikin.” Her wiha dewam dike û dibêje: “Hewceye em ji bo we bibin mînak ku ji bo gihiştina vê astê me pirsgirêkên gelek zêde derbas kir û emê hîna jî derbas bikin, li gel wê jî me ti carî alikarî ji kesekê nexwest.”   
“Her diçu heskiriyên xwarina ayxanim zêde dibûn”
Di vê rêyê de Soxra ne tenê bû, di heman demê de xwişka wê Kubra Emîrî ya xwediyê çar zarokan jî gav bi gav pêre dibe alikar. Kubra Emîrî di hevdîtineke ya bi ajansa me re wiha qala despêkirina vî karî dike: “Şevekê xwişka min telefona min kir, dema bi min re ket peyîwendiyê got; ‘ji bo pêşketina xebatên onlayîn bi min re alikar be ku em her du bikarin vê xebatê pêşbixin.’ Despêkê ez bi vê axaftina wê keniyam û min cidî negirt. Ji ber rewşa ewlekarî û nêrina welatiyên welatê xwe li hemberî jinan çawaye min baş dizanî, ji ber wê ev kar hinek ji min re zor hat. Sibeha dinê cardin xwişka min peyiwendî çêkir û got; ‘hewceye em ji bo bankê neh servîsên xwarina ‘ayxanim’ çêbikin.’ Ev axaftina xwişka min ji min re gelek balkêş hat, lê cardin jî min wê neşkand û alîkarî kir. Her çu ez jî ketim nava kar û serkeftina kar li xweşa min diçu. Pişre min dît her diçe sparişên heyî zêde dibin. Li kêleka firotina xwarinên ser onlayinê me qursek perwerdeya aşpêjiyê vekir ku mixabin ji ber kêmderfetiyên aboriyê me nekarî ji sê mehan zêdetir dewam bikin.”
Kubra di axaftina xwe de li ser bîranînên xwe yên nexweşiya berê ya dema hikumeta Talibanan de tine ziman ku bi gişti jinan û van du xwişkan zoriyên mezin pêre kişandine û dibêje: “Hemû nêrandinên negatîf ên hîna jin di bin bandora wê de dişewitin û li gel zoriya dibînin di heman demê de jî jiyanê ava dikin bû sedem ku em dest bi vê ticaretê bikin. Bi alikariya xwişka xwe ji hemû welatan re nîşan bidim ku jin jî mirovin û ew ji weke mêran dikarin ticaretê bikin û derveyî malê bi hemû zehmetiyan re têbikoşin.”
“Em jin bi pirsgirêkan re pijiyane” 
Pirsgirêkên van du jinan ji bo karê ku despêkirine tenê tehdîdên ewlekari yên mina teqînên xwekujî nine, li gel wan dext û tehdîdên ser telefonê ji wan re tê û pêre ru bi ru dimînin jî gelek zêde ne. Kubra ji bo vê jî dibêje: “Li kêleka teşwîq û nêrînên baş ên muşteriyan û gel jî mixabin em bi nêrînên biçukxistinê re jî ru bi ru dimînin. Minak nîvê şevê telefona me dikin û me tehdîd dikin û dibêjin; ‘videoyên xwe ser sayît rakin.’ Lê ev nêzîkatiyên wan li pêşiya me nebûn asteng. Em weke jin bi van pirsgirêkan re pijiyayîne. Me di lingên xwe de qamçî xwariye. Ji bo jinbûna xwe em her tim hatine biçukxistin û em nedîtine. Ji ber ku me zarokên keç anîne diniyayê me gelek lêdan xwariye…”
Her ku hewa tarî dibe hat û çunên muşteriyan zêdetir dibin, Kubra ew jina ku ji berbangê ve milên xwe ji bo çêkirina xwarinên tamxweş rakirine bi rukenî, dilê xwe yê mêhreban û mêzekirina xwe ya ji dil bi mişteriyan re ji berê germtir dide û distîne. 
Ev du jinên bêtirs dibe ku ne xwendebin lê belê zêdetir ji her kesê nêrandina wan a vekirî û armanca wan mezine. Ew hêvî dikin ku bikarin li hemû welatan nûneriya xwe vekin û heta restoranta xwe jî derbazî Dubeyî bikin. Bêguman ew vîn û hêza di dilê wan de heyî dê bikarin wê rojê jî bibînin. 
Li welatek wiha dihat bîra kê Soxra û Kubra ticareta xwe salek berê bi 500 welatiyan re dewam bikin. Dema ku ferq dikin ên teleba kar dikin gelek zêdene mitfaxek mezin çêdikin ku îro sê mal li rojavayê Kabîlê kirine restoran û hîn difikirin karê xwe mezin bikin.