Xezala ya 68 salî bi çêkirina nanê tenûrê jiyana xwe didomîne

Bi taybetmendiyên xwe yên Tawerghan ên xwerû û rengê rûyê wê yê esmer û xemgîn, hewl dide xemgîniya xwe bi kenê li ser rûyê xwe veşêre. Xezala Al-Tormî ku çîroka koçberiyê li kampên koçberan dijî û hêviyên wê yên vegera welatê xwe Tawergha şikestî ne, nanê tenûrê çêdike.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî- Di navbera şev û rojekê de zêdetirî 46 hezar niştecihên bajarê Tawergha ji bajarên Lîbyayê koçber bûn û zêdetirî 2500 malbat gihîştin bajarê Bîngaziyê. Şêniyên ku koçber bûn li 7 kampên li bajêr hatin belavkirin her wiha piştî salekê ji koçberbûna wan krîzek aborî çebû k û xwe bê hemû çavkaniyên jiyanê dîtin. Ji ber vê yekê jinan di firotina tiştên ku bi destên xwe çêkiribûn, wekî çêkirina nanê tenûrê û çêkirna şêraniya xurme û çêkirina gelek tiştên bi dest ên ku bajarên wan pê navdar bûn, xebitîn. 
Bi keda destên xwe debara jiyanê dike
Jina bi navê Xezala Al-Tormî 68 salî ye yek ji koçberên ku di navbera şev û rojekê de xwe koçber dîtine ye, di koxekê de dijîn û nanê tenûrê difroşe. Temenê wê yê mezin li pêşiya wê nabe asteng ku vî karî bike ji ber ku çavkaniya jiyana wê ye û der barê karê xwe de wiha dibêje: "Piştî salekê ji koçberbûna me ji bajarê me Tawergha min berê xwe da çêkirina şêraniya xurme û karên dest û min girîngî da çêkirina nanê tenûrê ji ber ku li bajarê Bîngaziyê daxwaz ji nanê tenûrê re pir bû û li gorî hêza min ez di rojê de ji 20 heya 30 nanî çêdikim."
Der barê demên herî guncan de dema ku agirê tenûrê tê vêxistin û nan tê de tê danîn, nemaze digel germahiya zêde ya havînê de Xezala Al-Tormî dibêje: "Em li gorî daxwazên heyî nan çêdikin,  di saet 6'ê sibehê de em dest pê dikin ji ber ku di wê demê de hewa zêde germ nîn e her wiha di meha remezanê de em di saet 10'ê sibehê de nan çêdikin û piştre em li dikanan belav dikin li gorî daxwazên heyî."
"Aloziya ku herêm tê re derbas dibe bandorê li ser çavkaniya jiyana me dike"
Der barê krîza ku welat tê re derbas dibe de, ji tunebûna ar bigre heta tunebûna textikên ku kar pê dikin de jî dibêje: "Krîza ku herêm tê re derbas dibe bandorê li ser karê me dike, em kîsekî ar bi 120 dînar (pereyê Lîbyayê) û textik û dep bi 80 dînarî dikirin. Karê me wekî bazirganiyê ye em pere lê xerc dikin heya ku hinek encam digrin û ev jî ne bes e, em şekir û zeyt û hevîrtirş dikirin û tu tiştên me yên depokirî tune ne."
Xezala Al-Tormî bal dikşîne ser xweşbûna nanê tenûra ku bi heriyê çêdibe û diyar dike ku tama nanê tenûrê ji ber ku bi heriyê çêdibe pir xweşe lê ji ber ku tenûra bi heriyê pir biha ye ew nikare bikire û wiha dibêje: "Em nikarin tenûrên bi heriyê bikirin ji ber ku pir biha ne û ev cureyê tenûran pêwîst e her sal bên guhertin. Em nikarin li kampê ava bikin ji ber vê yekê em bermîlên avê yên vala germ dikin û ji bo çêkirina nan bi kar tînin."
Bi salan e bi tena serê xwe dixebite
Li ser kar û çêkirina karê bi destên xwe Xezala Al-Tormî dibêje: "Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da min nema nanê tenûrê çêkir. Di wan salên berê de ez bi têna serê xwe dixebitîm, zarokên min tune ne ku alîkariya min bikin û bi min re li firoşgehan belav bikin, ji ber vê yekê ez niha keçên ciwan û her kesê ku dixwaze fêrî hevîrkirin û pijandina nanê tenûrê bibe digerim."
Dema ku me ji Xezala Al-Tormî pirsa li ser vegera bajarê wê ya ku piştî peymana di sala 2018'an de, di navbera bajarê Tawergha û Misrata de di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk hat de wê got: "Piştî neh salan ez çûm mala xwe ya li Tawergha, min mala xwe xerabe dît û hemû tiştên nava xanî hatibûn dizîn. Ger hukûmet li ser avahiyên wêrankirî yên li bajêr nexebite veger dijwar e." Xezala da zanîn ku ew piştî serdana bajarê xwe vegeriyaye bajarê Bîngazî û got: "Ez niha di vê  koxika ku ne ji germa havînê û ne jî ji barana zivistanê me naparêze de dijîm."
https://www.youtube.com/watch?v=vFRddPWRE0A