Xeza ji ber dorpêçê û zêdebûna bihayên kelûpelên bingehîn êşê dikşîne

Ji ber dorpêça Îsraîlê, niştecihên Xezayê ji pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar dîminin. Buhayê zêde yê xwarin û kelûpelan dibe sedem ku jinên berpirsyariya malê û xwedîkirina zarokan li ser milên wan e nikaribin tiştên pêwîst bikrin.

REFÎF ISLÎM
Xeza -  Tevî dorpêça li Xezayê, şert û mercên dijwar ên jiyanê jî bihayê zêde yên madeyên xwarinê û yekdestdariya wan ji hêla bazirganan ve di nebûna çavdêriyê de ye. Gelek jin neçar dibin ku dev ji gelek pêdiviyên bingehîn ên malê berdin.
Umeyme Helis a 30 salî hêvî nedikir ku fonê mehane yê 150 dolar e têra dabînkirina lêçûnên malbata wê neke ku pê tiştên sereke yên malê wek rûn û şekir dikire. Dorpêça Îsraîlê zêdeyî sê mehan e didome; armanc dike ku pêşî li ketina madeyên xwarinê li Xezayê bigire. Ev yek jî bû sedema zêdebûna bihayê wan û piraniya wan li sûkan xilas bûne. Hemû ev tişt pêşbîniya karesatek mirovî dikin ku dê zirarê bide bêtirî du milyon mirovî. 
“Ez nizanim ez ê kîjan pêdiviyên sereke nekirim”
Umeyme Helis ji ajansa me re piştrast dike ku dema ew li firoşgehê bû, rewşê dît, şaş ma ku dê dev ji kîjan xwarinê yan pêdiviyên sereke yên malê berde û nekire? An jî ew dikare tiştên ku pêdiviya malê bi wan heye bikire? An jî tiştê ku zarokên wê xwestine bikire û diyar kir ku zarok bi wan tevliheviyên ku Îsraîl dike nizanin û axaftina xwe wiha didom.
Diyar dike ku wê 50 dolar zêde kir da ji miqdara kirînan nîvçe neke, ew jî hîn şînkayî, fêkî û goşt di nav de tune ye lê ew tişt ji zarokên wê re pir girîng e. Dema ku vegeriyaye malê zarokên wê bi ken û kêfxweşî lê nihêrîne ka min çi ji wan re aniye. 
Umeyme Helis yekdestdariya bazirganên li Xezayê li ser pir tiştan şermezar dike. Yek ji karkerên firoşgehê qebûl nekir ku hilberînên xwe bifroşe wê bi hinceta ku ew berê ji bo kesekî din hatiye veqetandin û dê niha were bibe. Bilindkirina bihayê hilberînan bi nîvî ji bo hin madeyên xwarinê yên îthalkirî ew neçar kir ku wan bi yên din ên qalîteya wan nebaş re biguherîne wekî rûnê nebatî lê wê nikaribû şîrê zarokê xwe biguherîne di wê tirsê de bû ku zarok nexweş bikevin.
Teqez dike ku dê lêçûnên mala xwe kêm bike da karibe hemû hewcedariyên malbatê pêk bîne wek xwarin, derman û hwd. Li aliyê din ew êdî naçe dawetên malbatê jî. 
Dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Xezayê bûye sedema gelek windahiyan
Analîsta aboriyê Îman El-Xidrî bawer dike ku dorpêça domdar a ji hêla dagirkeriya Îsraîlê ve li ser Xezeyê ferz kiriye, bûye sedem ku beşek ji cîhanê were windakirin û aboriya wê hilweşe, da ku di encamê de rewşa heyî ya bilindkirina buhayan û kêmbûna mûçeyan bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê meaşê kesek an pereyê wî yê giştî têra lêçûnên malbata wî nake û siyaseta dorpêçkirinê dê bibe sedema xilasbûna hilberînan, wê karesatek mirovahî ya nû çêbibe.
Îman Xidrî dibêje ku dorpêçkirina heyî xuya dike ku Kerem Ebû Salim têk çûye ku ew jî ji bo niştecihên Xezayê riya tekane mabû û tê de alîkariya mirovî, tiştên bazirganî û materyalên hilberîna bingehîn ên di çandinî û beşa pîşesaziyê derbas dibû. Vê yekê gelekî ziyan gihand cotkar û xwedî kargehan ku dixwazin van materyalan peyda bikin.
Herî zêde fabrîkayên cilan zerarê dîtine
Îman Xidrî eşkera dike ku guhertina deriyê Rifih El-Berî bi deriyê Kerem Ebû Salim ji hêla Filistîniyan ve tê redkirin, ji ber ku ya yekem Xeza û Misrê bi hev ve girê dide, ya duyem jî Xezayê bi Bankerîa Rojava ve girê dide. 
Analîsta aboriyê Îman El-Xidrî di dawiya axaftina xwe de diyar dike ku beşên herî zêde zirar dîtine fabrîkayên cilan in, ji ber siyaseta kêm bi meserf a ji hêla welatiyan ve tê kirin, ew dev ji kirîna cilan berdidin û li ser pêdiviyên sereke difikirin, kargehan zirarek mezin dît, bi hezaran ji karmendan ji kar hatine derxistin ku ev kategorî jî niha rastî belangaziyek mezin tê beyî ku kes alîkariya wan bike.