Xeyata taxa Miftiya Hesekê Nehda Sîno

Nehda Sîno ya di temenê 10 saliyê de fêrî xeyatiyê bûye û kelecanek mezin ji karkirina ser mekîneya diya wê bi keda destê xwe jê re aniye girtiye, bi dehan keçên ciwan li ber destê xwe hîn dike.

NECAH MEÎŞ-HÊLÎN GEMO 
Hesekê – Nehda Emîn Sîno a 42 salî ji gundê Kurkundê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûrî - Rojavaye. Hê zarok gelek ji xeyatiyê hezdike û tenê xwesteka wê ew bû ku fêr bibe û mekîneyek cilan a taybet a wê çêbibe. Wê mereqa xwe ya hînbûna xeyatiyê didomîne heta diya wê bi keda destê xwe bihayê mekîneyekê dide ser hev û jêre mekîneyekê dikire. Ji ber berê bala wê pir li ser bû zû hîn dibe û di nava demek kin de destê wê dikeve ser. Paşê li gel ciwanek ji Serêkaniyê ya kantona Hesekê dizewice û bi bûkanî ji gundê xwe diçe Serêkaniyê. Mekîna xwe ji diya xwe re bîranîn dihêle û bavê hevjînê wê yekîdinê jêre digire. Li mala xwe ya nû jî karê xwe yê xeyatiyê didomîne. Heta êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an de despêkirin neçar man ji mala xwe derkevin û bikevin ser rêya koçberiyê. 
Di 9'ê Cotmehê de ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Nehda Sîno û hemû malbata xwe koçberî kantona Hesekê bûne. Tevî ku hemû amûrên wê yên dirunê jî talan û wêran bûn, lê li Hesekê jî ji nû ve her tişt berhev kir û dest bi karê xwe yê berê dirûna cilan kir.
'Min bi destan kirasek ji dayika xwe re dirût'
Nehda a ji zarokatiyê ve bala wê li ser karê dirûna cilan hebûye di temenê 10 saliyê de hîn dibe. Nehda a despêkê bi hevalên xwe re ji cilên pêlîstokên xwe yên zaroktiyê dest bi dirûna cilan kirî wiha qala serpêhatiya kar kir: "Ji zaroktî de min pir ji dirûtinê hez dikir, min û hevalên xwe cil bi destan ji lîstokên xwe re çêdikirin û didrûtin. Ez bi tena serê xwe fêrî karê dirutinê bûm. Min kirasek ji diya xwe re ser destan dirût, ji ber ku wê demê mekîneya min tune bû. Dayika min pir pê kêfxweş bû." 
'Min zêdetirî sed cilî bê heqdest ji xelkê re dirûye'
Dayik ji bo xeyalên zarokên xwe zindî bikin her di nava têkoşînê de ne. Dayika Nehdayê dema dît ku kêfa keça wê pir ji dirûtinê re tê, karê çolê kir û bi heqdesta xwe mekîneyek dirûna cilan ji keça xwe re kirî. Nehda da zanîn ku wê bê heqdest gelek cil ji derdorê re dirûye û wiha domand: "Min carekê kirasek ji xwe re qusand da ku ez bi mekîneya jinbava xwe bidrûm, lê mekîneya xwe neda min û got 'tu nizanê bidirûyê, tu dê mekîna min xera bike.' Ez pir xemgîn bûm û giriyam, lewma diya min jî pir xemgîn bû, êdî diya min ket nava hewildanên çawan ji min re mekîneyekê bikire. Bê navber karê çolê kir da ku bikaribe mekînayekê ji min re bikire. Dema heqê wê temam kir çû ji bajarê Dirbêsiyê ji min re mekîneya cilan kirî. Ez gelek pê kêfxweş bûm û min hema dest bi dirûna cilan kir. Ez gelek caran bê heqdest xebitîme, heya niha zêdetirî sed cilî bê heqdest min ji xelkê re dirûne. Jinên ducanî jî dema diwelidîn min ji zarokên wan re cil didirûn û diyarî dikir."
Piştî zewicî jî kar berdewam kir
Piştî ku Nehda zewicî mekîneya xwe wekî bîranîn li gel diya xwe hişt û ji xwe re mekîneyek nû girt. Nehda bilêv kir ku dema zewicî bavê hevjînê wê jêre mekîneyek nû girtiye û wiha pêde çû: "Dema ez zewicîm çûm Serêkaniyê min mekîneya xwe ji diya xwe re hişt, ji bo bîranîn li gel wê bimîne. Bavê hevjînê min mekînayek ji min re kirî, dikanek dirûnê jî vekir û min karê xwe berdewm kir. Min hem karê xwe dikir hem jî jinên derdorê yên dilê wan li ser vî karî hebûn hîn dikir. Derdora 30 jinî li ber destê min fêrî dirûtinê bûn, min her meh du hezar ji wan distend lê yên ku sêwî yan jî xizan bana min bê pere wan fêr dikir."
'Zêdetirî 10 salan li Serêkaniyê min dirûntin kir'
Di êrîşên dewleta tirk a ser bajarê Serêkaniyê de Nehda Sîno jî weke hemû malbatên derdora xwe koçber bûn û niha li kantona Hesekê dimînin. Tevî hemû zehmetiyên ku Nehda rast hatine jî karê xwe neda rawestandin û li taxa Miftî ya kantona Hesekê dikanek vekiriye bê navber xeyatiyê dike. Nehda diyar kir ku ne koçberî û ne jî tu zoriyan nekariye wê ji xeyatiyê dur bigire û wiha dom kir: "Min zêdetirî 10 salan li Serêkaniyê xeyatî kir.Ji ber êrîşên dewleta tirk em ji neçarî koçî Hesekê bûn û me mal û milkên xwe hemû li dû xwe hişt. Rixmî ku ez koçber bûm jî, min dev ji xeyatiyê berneda. Niha li Hesekê jî xeyatiyê dikim da ku karibim pêwistiyên xwe yê jiyanê bi destbixim,  ji ber ku niha em gelek zehmetiyan dikişînin. "