Xebata Meryemê di nava baxçeyê wê yê biçuk de

Ji jinên Botanê yên demdirêj ji warê xwe durketiye lê bê şînkahî nikare, li ber derê xwe her sal şînatiyê diçîne û pê sebra xwe tîne Meryem Tûnç da zanîn ku tiştek jê çê nebe jî ew diçîne ji ber bê şînatî nikare.

HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr - Ji jinên bax û bîstanên xwe li Geliyê Goyan ê herêma Botanê hêlayî û berê xwe dawî koçberiyê Meryem Tûnç a niha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijî dev ji destkarî û baxçevaniyê bernedaye. Meryemê li ber derê xwe baxek biçuk çêkiriye û rojane têde ked dide. Meryem xwediyê bax û bîstanên fêkiyanbû, payîzê kom dikirîn û ji bo xiranebin didanîn ser kayê heta zivistanê weke xwe diman. Bi rêbazên xwezayî fêkiyên xwe diparastin û nedihêla ji paşmalê biqede heya yên sala dinê digihiştin. Tayîbetî jî hinar û bih, li gel gozan û mewîjan diman heta sala dinê. Meryem a ji çandiniyê baş fam dike li ber derê xwe çend binê hêjîr û hinaran çandiye û li kêleka wan jî şînkahiyên demsalî yên weke marol, meydanos û pîvazê şîn ê her dem û wextan reng dide sifrê jî diçîne. Ji bo avdaniyê jî ji bîrên derdora mala xwe kolaye dikêşe binê baxçeyê xwe yê biçuk. Heta niha gelek bîr lê daye, her ku yek ziwa dibe yekîdinê lêdide, weke zarokên xwe li şînatiyên xwe dinêre û nahêle tiştek ji wan kêm bibe.
 “Ez bê şînkahî nikarim”
Meryem a bi heskirin li darên xwe yên fêkiyan dinêre hinek diçe bîranînên gundê xwe yê li ber situnên Kêla Memê û wiha dibêje: “Zarokatiya me li berpesarên Kêla Memê derbasbû. Wê demê em keçên ciwan kom bi kom bi hev re bûn, hemû demê salê me bi hev re karê xwe dikir. Ji avkêşana ser kaniyê heta keda çolê me hemû bi hev re dikir. Her kes li gorî temenê xwe dibûn ref û diçun karê xwe. Dayika min bi jinên li gorî temenê xwe re diçu, ez jî bi keçikên li gorî temenê xwe re diçum kar. Palehî jî wisan bû, hemû keda gund bi zibarehî dihat kirin, kesê tenê keda xwe nedikir. Mînakên wê gelek zêdene, mirov dikare bêrîvanêyê weke mînak nîşan bide. Dema dibû payîz şîr kêm dibû her roj du sê bêrî diçun şîjarê hemû bêriyên dinê dibirin li cihê wan de pezê wan didotin û êvarî şîrê wan ji wan re dişandin. Roja dinê dora du sê bêrîvanên dinê bû. Hengî kar zêde bû em bi demê nedihesiyan û me nedizanî roj çawan diçin.”
Meryem a çend binê hinar û hêjîran li ber derê xwe çandiye û çiqas berdikeve jî nikare weke yê gundê xwe tamxweş bike got: “Ez bê şînkahî nikarim, teqez divê her sal çandiniyê bikim û tevahiya salê pê mijulbim. Her çendî ti tiştek jê dernakeve û baş çênabe jî cardin diçînim. Her sal havînê piraniya van darên hun dibînin heta kokên xwe heşk dibin û saladinê cardin ji binî de şîn dibin. Hinek salan başe kêmek digirin, hinek salan jî weke îsal qet baş nîne û livên pêva çêdibin jî kêrî xwarinê nayên.”