Xaliya 40 sal in bi keda xwe mêşên hingiv xwedî dike

Xaliya Şêxmûs a bi temanê xwe 70 salî ye, 40 sal in mêşên hingiv xwedî dike der barê xwedîkirina mêşan de wiha dibêje: "Tevî xwedîkirina mêşan zehmet e jî sebramin bi xwedîkirina wan tê."

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Mêşên hingiv li gorî cihan û bajaran tên xwedîkirin. Mêş li ser kulîlkan tên xwedîkirin û berhemên wan tên girtin.Her wiha mirov bi keda destên xwe mêş û kewaran zêde dikin û hingivê xwezayî bi berhemên kedê tê wergirtin. Jina bi navê Xaliya Şêxmûs 70 salî ye û ji gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev 40 sal in bi sebir û hezkirinek mezin mêşên hingiv xwedî dike. Xaliya der barê karê xwe de ji me re axivî.
40 sal in mêşên hingiv xwedî dike
Xaliya bi van gotinan behsa xwedîkirina mêşên hingiv dike: "Beriya 40 salan min 6 mêşên hingiv anî malê û min wan xwedî dikir. Min destpêkê xwedîkirina wan nedizanî, heta min nedizanî çawa kewaran ji wan re çêbikim. Cîranên me hebûn û wan ez hîn kirim ku çawa mêşên hingiv tên xwedîkirin. Piştî ez hîn bûm her sal mêşên min zêde dibûn û berhemên wan jî zêde dibû. Her wiha ez hînî çêkirina kewarên ji axê jî bûm. Di dema destpêkê de dema mêşan xwe ji kewaran berdidan min gelek zehmetî dijiya lê piştî 40 salan ez bûm pispora xwedîkirina mêşên hingiv. Niha 17 kewarên hingiv hene û ez mêşan di wan de xwedî dikim. Her wiha 10 makên min hene pêwîst e ez amadekariya wan bikim da ku ji bo wan kewaran çêbikim. Xwedîkirina mêşên hingiv pir zehmet e û gelek kedê dixwaze. Her wiha divê mirov her li ber wan be û derdora wan paqij bike. Tevî zehmetiya wan pir e jî sebra min bê wan nayê û ez pir fêrî wan bûme."
"Bi keda destên xwe hingivê mêşan kom dike"
Xaliya xwedîkirina mêşan û berhemên wan wiha tîne ziman: "Dema mêş li derve bin, ez tenekeyê didim pêşiya wan wisa wan kom dikim. Her wiha ez kîsek ku dengê wê zêde ye dadînim, tên ser kîs û wiha wan dibim kewaran. Di heman demê de ez bi riya dûmanê mêşan ji kewaran derdixînim. Her sal di meha Cotmehê de ez kewalan vedikim û hingiv derdixînim. Her wiha di her kewarekê de nêzî 4 kîlo hingiv derdixim. Ji bo mêşan jî ez cilên taybet ên mêşan li xwe dikim. Piştî ku ez hingiv ji kewaran derdixim wan kewaran xirab nakim, bi heriyan careke din digirim. Ji bo ku ez hingiv ji nava nanikê derxim datînim ber rojê di çend rojan de derdikeve."
"Hingiv ji nexweşiyan re derman e"
Xaliya di dawiya gotina xwe de wiha qala zehmetî û nexweşiyên ku mêş tê de derbas dikin dike: "Zehmetiyên ku ez di xwedîkirina mêşên hingiv de dijîm, gelek caran dema ku cotkar zêviyên xwe derman dikin, mêşên hingiv ji ber dermanan dimrin. Ji bo ku ez mêşan ji nexweşiyan biparêzim ez dermanê mêşan dikim nava ava wan da ku wan ji nexweşiyan biparêzim. Mêşên xuşîl, stirîzerk, gulê kelbeş û gulên di nava xuşîl, stirîzerk, gulê kelbeş û gulên di nava zewiyan de şîn tên datînin, hingivê wan baş e. Hingiv ji bo nexweşiyan dermanek baş e. Mêşên ku ez xwedî dikim gelek berhemên wan hene û berhemên wan ji min re dimînin. Ez wan berheman li zarokên xwe belav dikim. Her wiha dema nexweş hebin ez didim wan. Heta ku ez bijîm ez ê karê xwe berdewam bikim û her sal lê zêde bikim."