Xade Ebû Semra: Afrînera çêkirina findan

Dema ku min xwest ez bêhna xwe ya taybet li wan zêde bikim çênebû, ji bo sedema wê fam bikim, min ji înternetê lêgerîn kir, dît ku ji bo findan bêhnên taybet hene, navendên wan jî li zîvala Xezayê tune ne. Min bêhna taybet a ji bo çêkirina findan tesaduf li gel firoşgehekî dît, ew bêhn anî û tevli findan kir, di encamê de gelek rengên xweş û bêhneke giran derket.

REFÎF ISLÎM
Xeza - Xade Ebû Semra ya 20 salî di mala xwe ya biçûk de mûman çêdike û karê xwe vediguherîne behremendiyeke ku jê sûd digre, ew dibe yekem kes ku bi vî karî radibe û li ser malpera xwe ya şexsî belav dike. Beriya pênc salan ji bo kirîna diyariyekê ji hevala xwe Xade re daket sûkê lê tiştekî guncew nedît ku diyarî hevala xwe bike ji ber vê hat bîra wê ku vîdyoyeke li ser malperên civakî dîtibû ku bi destên xwe findan çêdikin, wê jî di cî de berê xwe da malê û findên xwe komî ser hev kir û li ser gazê heland û berda nav şûşeyeke vala.
Dema ku di pêvajoya xwe ya amadehî de bû wê ew tecrube kir lê bi wê ne razî bû lewre ew dûrî wêneyê ku di mêjiyê xwe de xêz kiribû. Dibêje ku ji bo ez findeke balkêş çêbikim divê gelek rengan amade bikim wekî şîn, sor û zer, bi rastî jî min rengên ku jê hez dikim anîn gel hev û ew helandin û berdan ser hev da ku findeke bi rengên xweş were çêkirin.
Bêhn û rengên taybet ên findan
Dema ku min xwest ez bêhna xwe ya taybet li wan zêde bikim çênebû, min berê xwe da înternetê da ku ez sedema wê yekê fam bikim, min dît ku ji bo findan bêhnên taybet hene, navendên wan jî li zîvala Xezayê tune ne. Min bêhna taybet a ji bo çêkirina findan tesaduf li gel firoşgehekî dît, ew bêhn anî û tevlî findan kir ku di encamê de gelek rengên xweş û bêhneke giran derket.
Xade Ebû Semra niha beşa Teknolojiya Agahdariyê li zanîngeha Filistînê dixwîne, ew dibêje ku di destpêkê de ez teslîm bûm, ji ber kêmderfetiya dîtina madeyan min tenê findek çêkir lê di sala 2002’yan de ez careke din vegeriyam karê xwe û bi navê Oşin Wîvz min bo xwe hesabek îtagramê vekir da ku karê xwe ranewestînim û her berdewam bikim her wiha ji bo çêkirina van findan ez projeyek xwe ya biçûk ava bikim ku pê debara jiyana xwe bikim.
Madeyên ji bo çêkirina şeman wekî EL-Birafîn û EL-Fetîl li sûka xwecihî ya zîvala Xezayê nayên dîtin. Ji ber vê ez neçar mam ku bi riya kampanyayên pêwendiyê, vê pirsgirêkê çareser bikim da ku xwestekên gel bi cih bînim, dema ku ji ber xilasbûna madeyan xwestekên gel bi derengiyê dixim ew gelek aciz dibin.
Ji bo berhemên wê daxwaz zêde bûne
Beriya çend mehan berpirsê yaneyên xwecihî li Xezayê bi min re pêwendî danî da ku ez beşdaarî pêşangehê bibim, di wir de pirsgirêka hejmara findan rastî min hat ku ez ê çawa 200 findî di navbera çend rojan de amade bikim, min 24 saetan bi alîkariya dayika xwe bênavber kar dikir, di wir de jî ji ber lezbûnê min destên xwe şewitand .
Di berdewamiya axaftina xwe de Xade dibêje ku ew beşdarî di demeke gelek zehmet de çêbûye û dibêje; “Dema ezmûn û semînerên min ên zanîngehê bû, hin caran ji ber westabûn û zehmetiyan min kar bi şaşî dikir lê dema ku şandeya ecemî derbasî pêşangehê bû û ji berhemên min kirîn min ew zehmetî ji bîr kirin.”
Xade da zanîn ku di demên niha de daxwaz li ser berhemên wê gelek zêde bûne, ji bajarên wekî Urdun, Îmarat, Tirkiye û hwd. her wiha êdî berhemên wê bi berhemên cîhanî re tên muqayesekirin û jê tê xwestin ku beşdarî pêşangehên xwecihî û munasebetên derveyî Filistînê bibe.
Dixwaze ji derveyê Xezayê têkiliyan ava bike
Xade dibêje ku buhayê barkirna berhemên wê ji bo ku derbasî derveyî dewletan bibe gelek bilind e, buhayê her findekê digihîje navbera 3 heta 20 dolaran, di demên pêş de ew difikire ku li derveyî Xezayê ji xwe re têkiliyan ava bike da ku karibe berhemên xwe bigihîjîne tevahî cîhanê.
Tişta herî zêde ku Xade aciz dike, dizîna berhemên wê ye ku hin kes li ser malperên xwe diweşînin, li aliyê din jî pirsên şopdaran ku timî behsa madeyên ew bi kar tîne ji bo çêkirina findan dikin.
Di dawiya axaftina xwe de Xade Ebû Semra dibêje ku avakirina projeyên biçûk jî baweriyê dide ciwanan bi wan re dibe alîkar da ku serbixwe bin û hewceyî tu kesî nebin.