Wetha El-Cedûh ev 40 sal in gamêşan xwedî dike

Wetha El-Cedûh 40 sal in gamêşan xwedî dike û ji berhemên wan qeymax, mast û penêr çêdike. Wetha tevî hemû westandin û zehmetiyan bi jiyanê re di nav têkoşînê de ye û dibêje: “Ji berê ve em jin bi ked, zindîbûn û pêşengiya xwe ya jiyanê tên naskirin lê carna ev jiyan ezmûna me zehemt dike. Di karê xwedîkirina gamêşan de zarokên min bi min re dibin alîkar û ez bi xwe jî nikarim bê ked rûnim.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Gelek caran em keda jinan di jiyanê de tînin ziman lê ew ked çiqas westandin tê de heye pêwîst e em behsa wê bikin. Ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê pir jin hene karên ji hêza xwe mezintir dikin dema em dibêjin ji hêza xwe mezintir helbet em balê dikşînin ser rola temen di dayîna kedê de. Dayika Wetha El-Cedûh bi temen 65 salî ye ji Taxa Tey a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Wetha ev 40 sal in tevî zarokên xwe gamêşan xwedî dike, piştî hevjînê wê çû ser dilovaniya xwe barê herî mezin ket ser milên wê. Jinên di temenê Wetha de, li civatên mezinan rûdinin û para xwe ji jiyanê bes kirine lê Wetha heya niha bi vê jiyanê re di nav têkoşînê de ye. Çavên wê behsa jiyana zor û zehmet dikin lê tevgera wê hesta rihê ciwaniyê dixe dilê mirovan û dihêle mirov qîmeta kedê bizanibee. Her çiqas roja xwe bi westandinek bargiran derbas dike jî dîsa dilnizmî, kenê wê, hezkirin û kombûna zarokên wê li hewirdorê barê wê sivik dikin. Têkildarî naskirina jiyana dayika Wetha El-Cedûh, xwedîkirina wê ya gamêşan û ji berhemên wan çêkirina qeymax, me serdana mala wê kir û li çîroka wê guhdar kir. 
Jiyana dayika Wetha El- Cedûh
Wetha behsa jiyan û zehmetiyên xwe yên ku derbas kirine dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji berê ve em jin bi ked, zindîbûn û pêşengiya xwe ya jiyanê tên naskirin lê carna ev jiyan ezmûna me zehemt dike. Ez bi eslê xwe jineke ji neteweya Ereb im, weke hemû jinên di dema xwe de di temenkî biçûk de zewicîme û zarokên min hene. Hevjînê min zû çû ser dilovaniya xwe û barekî giran ket ser milên min. Em cotkar bûn bi keda xwe em dixebitîn û tiştekî din ji destên me nedihat. Beriya 40 salan hevjînê min dest bi xwedîkirina gamêşan kir û me bi hev re ev xebat dida meşandin. Em ji berê ve dizanin lawiran xwedî bikin lê xwedîkirina gamêşan bêtir kedê dixwaze. Me jiyana zehmet derbas kir lê wisa jî em bi keda xwe kêfxweş bûn û berhemên me pir bi sûd bûn. Piştî hevjînê min, zarokên min karê xwedîkirina gamêşan bi min re domandin û niha debara jiyana me hemû li ser wê ye. Pir caran derdora min dibêjin pîrê tu pir westiyayî divê jiyanê de lê ez nikarim bê ked rûnim. Niha min zarokên xwe hemû hînî xwedîkirina gamêşan kirine û tê de hemû pispor in. Heya ez li ser lingan bisekinim ez ê gamêşên xwe xwedî bikim û xwe ji wan berpirsyar bibînim.”
Rêbazên xwedîkirina Gamêşan 
Wetha bal kişand ser rêbazên xwedîkirina gamêşan û wiha domand: “Gamêş li ser erdnîgariya avî dijîn yanî cihê ku av û şînahî lê pir be wisa berhemên wê baş in. Niha 15 serî gamêşên min hene ez xwedî dikim. Gamêş lawirekî pir zexm e qiloçên wê li hev badayî ne şiklê wê dişibe çêlekan lê bedena wê ji ya çêlekan mezintir e û cureyên wê jî hene weke hespên esîl. Di mehên havînê de kûrê min ê mezin Ehmed û hevjîna xwe wan dibin bajarê Reqayê da ku avjeniyê bikin û heya dawiya payîzê vedgerînin malê. Pêwîstiya gamêşan bi şînahî û avê pir heye ji bo bedena wan zuha nemîne. Di rojê de sê caran em xwarinê didin wan ji ber ku dema gamêş xwarinê bi rengekî bi disîplîn bixwe ewqas temenê wê dirêj dibe û şîrê herî baş dide. Di mehên Çileyê de em xwarinên hişk weke ceh, elef û nanê hişk didin wan lê di mehên biharê de dîsa wan dibin çolên derdora Qamişloyê ji bo baş biçêrin. Gamêş di salê de zayîna wan carek e. Lê li aliyê din her roj em cihê wan paqij dikin ji rêxa wan tepikan çêdikin û ji bo girê şewitandinê bi kar tînin. Gamêş dema mirovên xerîb dibînin zû hêrs dibin lê gamêşên min êdî weke rêhevalên jiyana xwe min dihesibînin û pir caran ez bi wan re diaxivim, pişta wan difirikînim bedena wan dişûm û li her yekê min navek daniye. Bi rastî karekî pir zehmet e lê em hîn bûne û jê hez dikin.” 
Berhemên xwedîkirina  gamêşan
 
Wetha bal kişand ser sûdên xwedîkirina gamêşan û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bi berbanga sibehê re saet di 5’an de ez hişyar dibim û berê xwe didim tewleya gamêşan, kurê min Ehmed alîkariya min dike heya ez wan didoşim. Paşê em cihê wan paqij dikin û dest bi çêkirina berhemên şîrê wan dikin. Şîrê gamêşan ne weke yê lawirên din e bêtir tîr e û du caran tê kelandin. Cara yekemîn ji bo çêkirina qeymax (gêmer) em dikelînin berî kela dawî ez agir di bin şîr de divemirînim, paşê sar dikim û bi çewalan dinuxumînim heya qeymaxê wê li ser hev bigere. Piştî du saetan ez çewalan ji ser radikim û qeşayê vala dikim li ser rûyê wê ji bo ku qeymax nefelişe wisa baş xwe bigre. Piştre 5 deqeyan ez qeşayê li ser digrim û bi derziyê wisa dikim beş û ser qeymax digrim, wisa qeymax çêdibe. Şîrê mayî em cara duyem dikelînin ji bo ku mast û penêr jê çêbikin. Her wiha di danê êvarê de em eynî vê yekê dubara dikin. Qeymax pir buha ye kîloya wê digihîje 40 hezar lîreyên Sûriyeyê lê ji ber dikana me nîn e em mecbûr dimînin bifroşin dikanên bazarê kîloya wê bi 20 hezar lêreyên Sûriyeyê ji me dikrin. Qeymax ji gelek nexweşiyan re derman a ew berhemeke tijî rûnê xwezayî ye û canê mirovan rehet dihêle. Di rojê de em 2 kîlo qeymax digrin li hember her 8 litre şîr kîloyek qeymax çêdibe wisa em berhemên wê yên mast û penêr jî difroşin. Bi rastî tîcareteke baş e, jiyana me li ser wê ye. Em ji mala xwe re jî pêwîstiyan dihêlin û jê difroşin bazarê.”
Zehmetiyên xwedîkirina gamêşan di vê dema zuha de
Wetha zehmetiyên xwedîkirina gamêşan ji ber derengiya barîna baranê di dema niha de anî ziman û wiha bi dawî kir: “Me anî ziman ku gamêş pêwîstiya wan bi avê û şînahiyê heye lê ji ber derengiya barîna baranê û zuhabûna erdê em zehmetiyên pir cidî dikşînin. Ev du sal in baran nebariye erd hişk e û şînahiya wê tune ye lê li kêleka wê jî pêdiviyên xwarina gamêşan ên hişk weke ceh û elef buha ne, ev yek jiyana gamêşên min dike xeterê. Ji ber girtina pêşiya ava Firatê îsal em nikarin gamêşên xwe bibin ber çemê Firatê û li derdora me bi giştî zuhayî heye. Bi rastî em nikarin xwarina hişk ji wan re her bikrin ev yek barê xwedîkirina wan li ser me girantir dike. Ev çend gamêş min firotine da ez xwarinê ji yên mayî re peyda bikim, hêviya min ew e ku aliyên pêwendîdar alîkariya me bikin da ez bikaribim debara jiyana xwe bikim. Ger rewşa buhabûn û zuhabûnê wisa bimîne ez ê neçar bimînim gamêşên xwe winda bikim. Dîsa jî ez dibêjim pêwîst e alîkariyek di aliyê peydakirina xwarinê de ji me re bê dayîn û ji rewşa me were dîtin.”