Wesayîtên Silêmaniyê li şorgeha Çawan pak dibin

Çawan Hîwa sê sale li Silêmaniyê karmenda şorgeha wesayîtane diyar kir ku bi mereqê wê dest bi kar kiriye û bi heskirinê ser xistiye.

Çawan Hîwa sê sale li Silêmaniyê karmenda şorgeha wesayîtane diyar kir ku bi mereqê wê dest bi kar kiriye û bi heskirinê ser xistiye.
Silêmanî – Gelek jinên dest dane karên berê weke yê mêran dihatin dîtin û bi ser xistî hene. Li başurê Kurdistanê tayîbetî jî bajarê Silêmaniyê li gorî bajarên dinê jin hîn zêdetirin û di kargehan de rengê xwe nişan dane. Ji karê kirîn û firotina erdan heya karê şuştina wesayîtan berê karê mêran dihatin dîtin, niha li Silêmaniyê jin dikin. Çawan Hîwa ya 24 salî li bajarê silêmaniyê sê sale weke karmend di dezgeha şorgeha wesayîtan de kar dike. 
Çawan a li peyî mereqa xwe çu heya karê mêran ê şuştina wesayîtan ji dest girtiye dibêje: “Despêkê min di karê jimêryari ya şuştina wesayîtan de cîh girt, lê xwesteka min timî ser navenda vî kari ya şuştinê bi xwe hebû. Min giringî dida şuştina wesayîtan, xwesteka min bi cîh hat û di beşa giştî de dixebitim. Niha jî ez karê fîter, paqijkirina makîne, guhertina yaxê wesayîtan dikim. Ev karek gelek zehmete ji bo jinan, lê ez wisan temaşe nakim. Dema ku xwesteka mirov ji bo karek hebe û mirov bi xwestek bike ew kar li ber mirov ne zehmete. Tu kar jî pêwîstî bi pîvanan nîne, bi mereq û heskirinê mirov dikare hemû karî bike.”
Çawan di derbarê binhişiya civaki ya vî karî weke karê mêran dibinin de jî ev nirxandin kir: “Pêwîste jin guhê xwe nedin rexneyên wan paş dixin. Ger bi xwe bawerbe dê karê xwe bi awayek serkeftî bidomîne. Ji ber min ceriband û bi ser xist, rê û rêbazên serkeftinê dixwazim jinên dinê jî hîn bibin. Ji ber mafê her jinê heye weke mêran karê bixwaze bike. Despêkê dema min nu despê kir mêran gotinên weke ‘tu çima li vê derê kar dikî, şerme vêderê cihê mêrane, ne cihê jinane.’ Ez ru bi ruyê hemû qeseyên nexweş hatim, heta niha jî ez karê xwe berdewam dikim. Serketina min ew gotinên berê weke şerme ev cihê mêrane hemû li ruyê wan xist. Dema dîtin ez ji mêrekê baştir karê xwe dikim neçarin rêzê bigirin.”
Dawiyê Çawan bang li jinên ciwan kir ku bê tirs derkevin nava cihana kar û got: “Banga min ji bo hemû jinan ewe ku dema xwesteka wan ji bo karekê hebe nebêjin ev karê mêrane zehmete yan jî ne li gora meye. Pêwîste xwe di wî karî de pêşbixe û heya encam girtinê bernede. Dema bi daxwaza xwe kar bikin teqez dê serkevin, dema ser jî ketin her kes neçare rêzê jê re bigirin.”