Weqfa Jinê ji bo jinan derfetek e
Ji bo pêşketina jinan di hemû warên jiyanê de Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê pêşkêşkirina projeyên xwe didomîne. Di heman demê de Weqfa Jinê, ji bo perwerdekirina jinan û zarokan jî di nav tevgerê de ye.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Çirûska şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir û li tevahî bajaran belav bû. Piştî şoreşê û bi şoreşê re saziyên jinan hatin avakirin û birêxistinkirin. Ji van sazî û navendan yek ji wan Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ye ku cara yekemîn li herêma Cizîrê di 2014'an de hatiye vekirin. Paşê saziyên xwe di herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de berfireh kir û armanca wê ya yekemîn jî alîkariya jinê di hemû warên jiyanê de bû. Her wiha ji bo derûniya zarokan û perwerdekirina wan bû. Projeyên wan der barê jin û zarokan de ku çawa ji rewşa derûnî derxînin û di milê madî û menewî de bi wan re bibin alîkar, jin û zarokan ji rewşa şer de derxin hene. Weqfa Jinê ji bo jinan gelek derfetên kar derxistine û pêşkêşî jinan kirine wek tenduristî, dirûnxane, fêrbûna ziman û hwd. ji bo jin xwe di aliyê aborî de bi pêş bixin û mala xwe xwedî bikin. Weqfa Jinê li komîn û meclisan jî semînerên der barê hişyarkirinê de, tundiya li ser jinan û nexweşiyên ku bi jinan re çêdibin dide.
"Hêlîna Zarokan Keskesora Alan"
Di hundirê Weqfê de Keskesora Alan, danîngeh, fêrbûna zimanê Kurdî, Erebî û Înglîzî, di hundirê Keskesora Alan de beşeke taybet ji bo alîkariya zarokên sêwî yên ku dayik û bavên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane heye. Di 2015'an de dest bi amadekirina helîna zarokan hat kirin û 2018'an de jî bi awayekî fermî vebû. Ev proje ne ji bo zaroken Kobanê tenê ji bo giştî zarokên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava hat çekirin. Di despêka vekirinê de 27 zarokan cih girt. Zarok ji herêma Cizîr, Efrîn, Heleb û Kobanê ne. Ji zarokên Ereb û Kurd pek tên, di halê hazir de 13'e zarok hene. Li rex vê yekê jî zarokên ku ji xwendinê bêpar mane qebûl dikin ku di encama şerê heyî de ew zarok derbasî dibistanan nebûne. 4 komîte di nava weqfê de hene komîteya perwerde, tenduristî, ragihandin û dewreyên kuaforî, dirûtin, fêrbûna zimanan, labtop û semîner der barê tenduristî û hişyarbûnê de tên dayîn. Di 2020'an de kar û xebatên weqfê berfireh bûn êdî derbasî herêmên Ereban jî bû. Navenda Arî ya bajarokê Sirînê di 26'ê Sibata 2020'an de hat vekirin, ji bo wê Weqfa Jina Azad a Rojava veguherî Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê. Weqfa Jinê li Dêrik, Hesekê, Tebqa, Reqa, Dirbêsiyê û Kobanê hatiye vekirin lê hewldan hene ku li Heleb û Şamê jî bên avakirin ji bo zêdetir jinan hembêz bikin. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, kongreya xwe ya yekemîn di 18'ê Hezîranê de li dar xistiye.
Der barê xebat û projeyên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê rêveberî û xebatkar ji ajansa me re axivîn.
"Navenda perwerdeyê ji jinan re gaveke girîng e"
Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Diyana Ehmed diyar kir ku xebata Weqfa Jinê piranî têkildarî jin û zarokan e û projeyên cuda pêşkêş dikin û wiha pê de çû: "Ez li vir hem rêveber im hem jî zarok û jinan fêrî labtopê dikim. Ji temenê 15-35 salî em kesan qebûl dikin ji bo hemû beşên Weqfê. Rojê derdora 2-3 seatan perwerde dibin, dema ku êdî sê meh bi dawî dibin em bawernameyan didin wan kesan ji bo li cihekî din bikaribe xebat bike. Komîteyek warê wê yê pratîkî û tewrîk heye. Herî zêde perwerdeya ziman ji jin an zarokan re dibe fayde, tê zanîn ku jin her tim di malê de dimînin ji bo wê jî îro derfetên ku me ji wan jinan re peyda kiriye yek jê dirûtin e ku di malên xwe de jî dikarin bixebitin. Hemû beşên me bi pereyan in lê tenê zimanê Kurdî bê pere ye. Di vê heyvê de me dewreyeke dirûtinê bê pere vekir ew jî wek alîkarî ye. Komîteya projeyan hemû pratîkî ne, destekê dide jinan ji aliyê aborî ve, ji ber ku jin çiqas azad bin jî xweseriya wan a madî tune be ew azadiya xwe tam nikarin bijîn, ji ber vê yekê projeyên cuda me vekirin weke kargehên dirûtinê, karên ku bi destan tên çêkirin."
"Em bi nasnameya jinan bi giştî kar dikin"
Diyana di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew herî zêde pirsgirêkên jinan lêkolîn dikin û wiha got: "Li rex karên pîşeyî em semîneran jî li hundir û derveyî Weqfê didin, bêtir semînerên tundiya li ser jinan, li dijî dagirkeriyê, Tenduristî, şerê taybet û întiharê tê dayîn. Komîteya perwerdeyê di warê teorîk de piranî têkildarî fikra jinê ye, çawaniya perwerdekirina wê di aliyê fikrî de çawa wê fêrî rastiya wê bike her wiha wê bi cewhera wê nasîn bike. Kesên ku bi serkeftî li gel me derdikevin, di kargehên dirûnê, erşîf û dîwanê de cih digrin. Her wiha dema ku dibistan tên girtin, zarok berê xwe didin Weqfê da ku xwe di aliyê ziman de xurt bikin, em wan zarokan jî qebûl dikin lê hema beşeke mezin ji wan niha di weqfê de hene. Di vir de zarok ji xwendinê jî qut nabin, di hundirê weqfê de danîngeha Arî û hêlîna zarokan heye. Dema ku her jineke di malê xwe de kar bike wê demê jin li destên mêr nanihêrin û wê jin bi xwe mal û zarokên xwe xwedî bikin."
"Em xwe ji nexweşiyan biparêzin"
Lara Himêdî di komîteya Tenduristî de cih digre bal kişand ser perwerdekirina d warê tenduristiyê de û axivî: "Warê teorîk ê tenduristiyê em perwerdeyên alîkariya yekem (Temrîd) ji jinan pêşkêş dikin her wiha semînerên tenduristiyê didin komînan, meclis û endamên weqfê, wekî din aliyên wê yên pratîkî dermanxane û kilînkên gerok tune ne, ji bo wê divê her kes xwe fêrî perwerdeyên alîkariya yekem bike. Gelek jinên ducanî hene ji bilî wam kesên ku tên şewitandin, şikestin û birîndar dibin û nikarin xwe bigihîjînin bajar. Dema ku her kes di malê xwe de fêr bibin wê bi cîranên xwe re jî bibin alîkar, ji bo vê jî divê em qada tenduristiyê bi pêş bixin, banga min ji jinan re heye ku xwe fêrî alîkariya yekem bikin."
"Bi keda xwe malbata xwe xwedî dike"
Her wiha Medîna Qadir mamosteya dirûtinê ye jî got ku divê her jin bixebite da ku aboriya xwe bi pêş bixe û wiha berdewam kir: "Salek e ez di weqfê de li ser beşa dirûnê dixebitim û jinan fêrî dirûnê dikim. Hejmareke zêde ji jinan derbasî dirûnê bûn, rastî zehmetî heye lê divê mirov wan zehmetiyan derbas bike. Tê zanîn ku beşek ji jinan derbasî dibistanan nebûne lê dema ku bixwazin dirêjî yan jî pehnî fîstan bigrin ez wan li ser buhistan fêr dikim lê yên ku nivîs û xwendina wan hebe tu astengî li pêşiya wan çênabe. Lê daxwazên jinan di milê dirûnê de heye. Derdora 15-20 rojan fêrî birîn û dirûnê bûn. Ev fîstanê li pişt min jî hin ji berhemên destên wan in. Me anî ziman ku her jin ne xwediyê xwendin û nivîsandinê yê lê ev kar her kes dikare bike, em dizanin ku jin bi keda xwe dikarin debara mala xwe bikin."
"Ruxmî ewqas zehmetiyan dest jê bernade"
Enzîlxe Bozan Oso yek ji kesên ku xwe fêrî dirûnê dike û wiha behs dike: "Tenê ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim ewqas zehmetiyan dikşînim. Lê dîsa jî ez wan astengiyan derbas dikim. Li vir em fêrî gelek tiştan bûn û faydeya ku li me hatiye kirin em çawa cil û bergên xwe û yên cîranan bidirûn, her kes li mala xwe û cilên zarokên xwe bidirûn jî bes e. Me li ser kaxizan xwe fêrî birînê kir, em li cihê perwerdeyê xwe fêr dikin, dema em diçin malê jî dîsa dubare em xwe fêr dikin."
"Derfet li pêşiya jinê vekiriye"
Rêveberiya navenda Arî ya bajarokê Sirînê Emîne Şêx Elî destnîşan kir ku navenda Arî gelek derfet li pêşiya jinên Ereb vekir û wiha anî ziman: "Beriya ev navend bê vekirin, jinan di malê de astengiya derketina ji derve didîtin. Lê piştî ev navend hat vekirin mirov dikare bêje ku êdî ji wê çarçoveya teng derket û berê xwe dan navenda Arî da ku cihê di nava xebatê de bigre. Bi taybetî dema mirov behsa civaka Sirînê bike gelek feodal in û di milê jinê de pir girtî ne. Lê niha em bala xwe bidin jin ji gundewarên bajarokê Sirînê tên serdana vir dikin û xwe fêrî hemû beşên li vir dikin. Ez bi xwe jinan fêrî tenduristiyê dikim ku çawa alîkariya yekem derbas bikin. Her wiha em semîneran jî didin ji bo hişyarkirina ciwan û jinan di milê madeyên hişbir de û çawa xwe ji nexweşiyan biparêzin. Divê her kes bibe xwedî kar ji ber ku kar wek çekê ye."