Tevî berhemdariya kêm jî jinên Dêrazorê pembû kom dikin

Ji demsala borî ve, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di hilberîna pembû de kêmasî hebû. Di salên şer de berhemdarî jixwe pir kêm bû, ji ber qutkirina ava Firatê jî îsal bandorek bir xirab li hemû çandiniyên li herêmê kir.

ZEYNEB XELÎF
 
Dêrazor- Sûriye bi genim, pembo û çandiniyê dihat nasîn lê di deh salên şer de, welatê Sûriyeyê hatiye guhertin û her tiştî ji derve digre. Piştî ku ewlehî li herêmên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin, cotkaran dest bi piştgiriya aboriyê kirin. Nebûna avê û demsala zuwa nêzî 7 salan e li welat berhemdariyê kêm kiriye. Di demsala çûyî ya 2020 'an de, li Sûriyeyê nêzî 120 hezar ton pembû hat hilberandin.
Sûriye di sala 2011’an de di bazara berhemên pembû de rêza duyemîn girtibû
Her wih Beriya sala 2011'an welatê Sûriyeyê piştî Hindistanê di rêza duyemîn de bû di bazara berhemên pembû yên organîk de hilberîn bi qasî 8,3 ji hilberîna cîhanî pêk tê û piraniya vê hilberînê ji bajarên Hesekê, Reqa û Dêrezorê li bakur û rojhilat dihat.
Jinên Dêrazorê dest bi çinîna berhema pembû kirin tevî dijwariyên ku ji hêla kalîteya kêm a zeviyan û nebûna hilberînê ve tên xuyakirin ev jî Ji ber bandorên kêmbûna ava çemê Firatê di encama qutkirina ava wê ji aliyê dewleta tirk ve gel ji serê salê ve, avdana berhemên xwe bi bîrên malên xwe dikir.
Ji bo debarê pembû yek ji berhemên girîng e
jina bi navê Aîşa Al-Racaa ji bajarê Hejînê ye wiha dibêje: "Me îsal dest bi berhevkirina berhema pembû kir lê hilberîn li gorî par pir lawaz e ji ber daketina asta ava çemê Firatê. Pembû yek ji berhemên girîng e ku em di jiyana xwe de pê ve mijûl dibin, tevî  dijwariyên ku em pê re rû birû dimînin jî em dixebitin ku çandiniyê bikin ev jî ji ber ku em debara mala xwe pê dikin û ji ber rewşa aborî ya nebaş, tevî  zehmetiyên ku em di dema berhevkirina pembû di bin germahiya tavê de û bi destpêkirina barîna baranê re, em dibînin lê em xebatê xwe nasekinînin."
Karê pembo û berhevkirina pembo ji bo jinan karekî pir dijwar e tevî ku jin kedeke mezin didin jî dahata ku dixwazin nagirin, girêdayî vê mijarê Aîşa Al-Racaa wiha bilêv dike: “Zêdebûna buhayê tov, dimad û sotemeniyê û hem jî ked, bû sedema kêmbûna dahata cotkaran. Qutkirina ava ji bo avdanê li hilberîna çandiniyê ya li Dêrazorê pir bandor kiriye ku bandorek neyînî li ser çandiniyê bi giştî kiriye ne tenê li pembû."
Ji ber ku bi ava bîran a şor avdan berhemdarî kêm bû
Jina bi navê Nora El-Elî ku di heman demê de li ser berhevkirina berhema pembû jî dixebite  got ku kalîteya kêm a pembû ji ber derfetên kêm ên abûriya di avdana zeviyan de ye ji ber ku dewleta tirk ava Firatê qut kiriye em mecbûr mane berê xwe bidin bîrên artesî, me gelek westandin û lêçûn ji bo wan bîran daye û got: "Me tu sûd negirt ji ber ku avdana zevî bi ava şor şor bû, zirarek mezin da cureyê pembû."
Hasna Al- Alî dibêje: "Ji  îlonê de me dest bi berhevkirina pembû kir û em ê du heyvan xebata xwe bidomînin. Em bi dijwariyan xebata xwe diqedînin divê çend rojan carekê zeviyan av bidin û divê em simad û derman bişûn bidin da ku li dijî kêzikên dara şer bike." 
Her wiha jina bi nav Turkiya Abdul Latif got; "Erdê ew lê dixebite nêzî 10 donim e û diyar kir ku ji bilî sûdwergirtina ji firotina pembû ku di gelek pîşesaziyan de tê bikaranîn, nebatê wê piştî ku zuwa dibe bi kar tînin da ku zivistanê xwe germ bikin û ji bo çêkirina nanê tenûrê agir dadidin."
Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê demsala havînê dijwar derbas bû
Hevseroka Rêveberiya Çandiniyê ya Hecînê Amna Al-Selam got: "Demsala havînê bi gelek dijwariyan dest pê kir, yek jê ew bû ku ava çemê Firatê kêm bû, ev yek jî bû sedema xirabûna xebata komekeyên pispor ên ku gelek caran sekinîn û vê yekê rewş xirabtir kir."
Wiha Amna Al-Selam da zanîn ku demsala havîna par wan ji hêla rêxistinan ve piştgirî dîtine û got: "Rêxistinan derman û simadê ji bo piştgiriya cotkaran bi her awayî peyda kirin, ji ber vê yekê demsal li gorî îsal serkeftî bû."
Amna Al-Selam gotinên xwe bi dawî kir û teqez kir ku rêveberiya xweser buhayê pembû ji cotkaran re bi buhayên maqûl diyar kiriye ku nirxê kîloyek gihîştiye 2500 lîreyên Sûriyeyê, ji ber vê yekê rêveberiya çandiniyê ya rêveberiya xweser kaxizek jêderê dide da ku pembû li navendên komkirinê bar bike û bazirgan cotkaran îstîsmar nekin.
https://www.youtube.com/watch?v=oP5U83ErkeQ