Tekane jina nanpêjê ya li Hênê ye

Adalet Narîn a ku li Hênê ya Amedê dijî li navçeyê tekane nanpêja jin e. Hem nan çêdike hem jî ji bo jinên navçeyê qada civakî diafirîne. Ew hevîrê ku jinên li nevçeyê tînin di firinê de çêdike, hemû karên nanpêjiyê bi serê xwe dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed-Adalet Narîn a 50 salî ku li navçeya Hênêya Amedê dijî, debara xwe bi çêkirina nan li nanpêjgeha ku li tenişta mala xwe vekiriye dike. Ew 28 sal in vî karî dike, hevîrên ku jinên li navçeyê tînin di firinê de dipijîne. Ji vekirin û çêkirina nan bigre heta paqijiyê hemî karên xwe bi xwe dike. 
Adalet Narîn ji hêla hemû jinên li taxê ve bi nanpêjgeha xwe ya li xaniyê piçûk ê li tenişta mala xwe tê naskirin, tevî temenê xwe yê mezin di firinê de hemû karên zor û zehmet dike.
"Ez pir westiyam lê karê xwe bi hezkirin dikim” 
Adalet Narîn tekane nanpêja jin a li navçeyê û dibejê ku karê xwe yê ji temenê ciwanî ve dest pê kiriye, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî didomîne. 
Adalet Narîn dibejê ku ew hevîrê ku jin tînin vedike, di firinê de dipijîne û wiha diaxivê:
“Li aliyekî ez nan vedikim, li aliyê din jî şekil didim wan. Piştî ku nan davêjim êzingan jî davêjim firinê. Di heman demê de nanên ku çebûne derdixim. Bi kurtasî, ez bê rawestan dixebitim lê bi hezkirin karê xwe dikim. Ev kar bûye debara min lewma ez dikarim nan bînim mala xwe. Ez pir diwestim lê bi şev bi aramî serê xwe  datînim ser balîfê. Min vê nanpêjgehê ji bo debarê vekir."
"Ji ber ku jineke nanpêj li vir heye em pir bi şans in”
Zeynep Mengî, yek ji niştecihên navçeyê ye û bi salan e hevîr tîne firina Adalet Narîn û dibêje ku ji ber jin li firinê dixebite ew rehet in û dikarin hêsantir karê xwe bikin. Zeynep Mengî her wiha diyar dike ku li firinê hem nanê xwe çêdikin hem jî tên gel hev.
"Em li vir rehettir in. Ji ber ku jin dixebitîne. Em hevîrê xwe tînin vir û nan çêdikin. Em bêyî ku biwestin alîkariya wê dikin. Em hem nanê xwe tînin vir hem jî alîkariya hevala xwe dikin. Em jin li vir tên gel hev. Hema bêje hemû jinên navçeyê tên vir û nanê xwe çêdikin. Ji ber ku jineke nanpêj li vir heye em pir bi şans in. Bi salan e em tên cem wê, sohbet dikin û alîkariya wê dikin.”