Sindoqa Neteweyên yekbûyî ji bo pêşveçûna jinan

Bi sedsalan jin ji maf, hêz û rastiya xwe hatine bêparhiştin. Bi zor û zehmetiyên desthilatdariya mêr û civakê re rû bi rû mane.

Navenda Nûçeyan – Heqîqet û rastiya dîroka jinan hatiye berovajîkirin û dîrokek nû bi destên mêrên serdest hatiye nivîsandin. Jin dûrî zagon û heqîqeta wê hatine hiştin. Bi qasî derketina tevger û saziyên pêşveçûna jinan, hîn jî jin bê navber rastî zehmetiyên mêr û civakê tên.
Tê ragihandin ku sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Pêşketina Jinan, berê bi navê sindoqa alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya Jinan 'UNIFEM' dihat nasîn. Ev yek ji saziyên neteweyên yekbûyî ye ku di çileya 1976'an de bi rasthatina şahiyên cejna jinan ên sala 1975'an re hatiye avakirin.
Armancên wê
Armanca UNIFEM’ê pêşvebirina alîkarî û mafên mirovî bi taybetî jî pêşxistina mafên jinan ên di warê alîkariya aborî û teknîkî de ye. Ji bo ku jin di bernameyên teknîkî, siyasî û aborî de cih bigirin, dixebite.
Her wiha yek ji armancên ku xebatên xwe li ser dide meşandin, wekheviya her du zayendan û pirsgirêkên jinan, weke pirsgirêkeke neteweyî bi herêmî, bi pirsgirêkên cîhanê re nirxandin e. Pêşketin û pêşvebirina rola jinan di nava civakê de û piştgiriya ji bo wan di warê plansaziya sazûmanî de ye. Hevkariyê bi saziyên jinan ên li hemû deverên cîhanê re dike û girêdaneke zindî ku bibe alîkar û hevkariyê bike tê avakirin.
Beşên sindoqê
 
Tê ragihandin ku 15 nivîsgehên sindoqa pêşvebirina jinan li herêmê hene. Li dewletên ereban du beşên wê hene, yek li paytexta Urdinê ku sala 1994'an hatiye avakirin. Li welatên Behreyn, Misir, Iraq, Kuwêt, Urdin, Lubnan, Filistîn, Aman, Qeter, Siûdî, Sûriye, Yekitiya Ereban û Yemenê ve karê xwe didomîne. Li bakurê Efrîqayê jî nivîsgeheke li bajarê Alrîbat heye û karê xwe li welatên weke Lîbya, Tunis, Cezair, Mexrib û Morîtanyayê didomîne.
Nûnerên dilxwaz ji bo sendoqê
Ji bo pêşketina rola jinan di nava civak û cîhanê de nûnerên dilxwaz hatine erkdarkirin. Ango rêveberên ku karên jinan bi xweberî dikin, hatine hilbijartin. Di sala 1996'an de prenses Besme Bint Telal ji Urdinê wekî nûnera yunîfîm hat hilbijartin, di sala 2006'an de jî şanogera cîhanî Nîkole Kîdmen hat hilbijartin.
İnsiyatîfên ku pê rabûne
Tê zanîn ku Sindoqa Pêşveçûna Jinan xebatên guncaw ên wekî avakirina sendoqekê li Kenya û vekirina malbendeke şêwirmendiyê bi tevlibûna 20 jinan ku bi hişmendiya azadî û aştiyê rabin. Her wiha di warê xwendin û zanînê de bernameyeke ji bo jinên ku li gundan dijîn jî bi pêş xistine. Herî dawî di warê plansaziyên xwe de gavên ku divê di pêşerojê werin avêtin, li ber çavan hatine girtin.
Rola saziyam di avakirina sindoqê de
Di alîgirî û pêşvebirina sindoqê de Saziyên Civakî, bi taybetî jî Saziyên Jinan xwedî rist in. Çi ji aligiriya pirsgirêkên jinan be û çi jî avakirina nivîsgeh û projeyên alîgeriya mafên jinan dike bi pêş xistine. Li darxistina civînên cur be cur ku dengên jinan bigihîje her derê û kargeh jî ji bo jinan hatine vekirin.
Di çileya 2011'an de hevkariya di navbera Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya jin û peymangeha lêkolîn û perwerdeya ji bo jinan û nivîsgeheke taybet de ji bo pirsgirêkên zayendî 'INSTRAW' û koma pêşketina jinan 'OSAGL' di Dezgeha Neteweyên Yekbûyî de cih digire.