Sewalkarî ji bo jinên li Idilbê bû debara jiyanê

Li Idlibê gelek jinên koçber û yên bêwar dest bi xwedîkirina sewalan û çandiniya zivistanê kirin. Ew van karan ji bo xwe wekî projeyan dibînin û ji bo rûbirûbûna şert û mercên xizanî, buhayên zêde û nebûna derfetên kar, bi vê yekê dikarin jiyana xwe birêve bibin.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Tevî ku projeyên xwedîkirina sewalan û çandiniya  zivistanê ne hêsan in jî; bi taybetî ji bo jinên ku beriya niha ev kar nekiribin û ne xwedî tecrube ne zortir e. Ji ber ku sewalkarî gelek xebat, ked û şopandinê hewce dike her wiha lêçûna rojane jî pêwîst dike, wisa hêsan nîn e lê tevî van zehmetiyan jî jinên li Idlibê dijîn dşkaribûn di demeke kin de bi baldarî fêrî vî xebatê bibin.
Jina bi navê Necwa Hac Silêman a 38 salî, bi zarok û hevjînê xwe re ji bajarê xwe Xan El-Sibl koçber bûn û li kampên Barîşa li bakurê Idlibê bi cih bûn. Wê got ku piştî koçberiyê hevjînê wê bêkar maye û ew neçar bûye karekî peyda bike da ku piştgiriyê bide hevjînê xwe û debara 6 zarokên xwe bike. Ji ber vê yekê wê xwe sipart pîşeya xwedîkirina sewalan.
Bi zêrên xwe pez kirîn û dest bi xwedîkirina wan kir
Der barê tiştê ku hişt ew vê pîşeyî hilbijêre de Necwa Hac Silêman wiha dirêjî dide gotinên xwe: "Hinek zêrên min hebûn, min xwest ez wan bifroşim û bi diravê wan projeyekê ava bikim ji bo ku em mecbûr bibin hemû pere xerc nekin û ber bi xizanî û îflasê ve neçin. Her wiha ji ber ku tu şehade û tecrubeyên min tunebûn, min tercîh kir ku ez çend pezan bikirim da ku ji şîr, mast, penêr û ji zêdebûna wan a salane sûd bigrim."
Necwa Hac Silêman, dest bi projeya xwe kir û ji ber ku ew li nêzî deverên daristanî dijiyan sûd ji vê yekê girtin û firehiya cih ji bo wan wekî derfet û alîkariyê bû ku hişt ew konek ji pez re vekin, wê 6 pez kirîn û dest bi sewalkariyê kir û zarokên wê pê re bûn alîkar.
Piştî ku 2 sal di ser projeya wê ya sewalkariyê de derbas bû, hejmara ajalan zêde bû, ew bi pîşeya xwe ya sewalkariyê ve hat girêdan û dev jê berneda. Ji ber ku tenê ev proje çavkaniya debara jiyan wan bû lê ew ji ber tunebûna alêf û desteka lênerîna tenduristiyê ya ji bo ajalan gazinan dikin û wiha got: "Bihayê alêf (xwarina ajalan) li gorî bihaya şîr, mast û penêr pir zêde ye û tevî girîngiya karê sewalkariyê jî em ji rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê nabînin."
Bi gihayên ku bi baranê şîn dibin ajalên xwe xwedî dikin
Jina bi navê Ayşe El-Hisên 45 salî ye der barê karê xwe yê di çandiniya zivistanê de dibêje ku ew her sal temînata rêjeyeke diyarkirî ji zeviyên çandiniyê bi bihayên diyarkirî dide û malbata wê di lênerîna çandiniyê de, çandin û berhevkirinê de pê re dibe alîkar. Her wiha wê da zanîn ku çandina ceh hilbijartiye ji ber ku ew yek ji wan çandiniyên zêde ye ku hewcedarê avdanê nake, tenê bi ava baranê çêdibe û di destpêka demsala havînî de berhem ji bo çinînê amade dibe û tê berhevkirin.
Ayşe xwediya sê çêlekan e ku çavkaniya debara malbatê bi wan dike, piştî koçberbûna wan ji gundewarên başûrê Idlibê û bicihbûna wan li bajarokê Binîş ê bakurê Idlibê, malbata wê ya ku ji hevjîn û 5 zarokên wê pêk tê bi şîr, mast û penêrê ku ji şîrê çêlekan çêdike debara jiyana xwe dikin. Ji bo peydakirina alêf ji çêlekên xwe re, ew xwe dispêrin gihayên ku bi ava baranê çêdibin, ji ber ku bihayê alêf zêde ye.
"Çandinî û xwedîkirina ajalan aboriya herêmê xurt dike"
Endezyarê çandiniyê Raxdaa El-Alî, jinên koçber teşwîq dike ku di projeyên sewalkarî û gihayê ku bi ava baranê çêdibe, de bixebitin, ji ber rewşên herêmên wan ên şer û bihabûna zêde û nebûna derfetên kar, di van projeyan de xebat ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatên xwe dibe alîkarî.
Raxdaa El-Alî destnîşan dike ku ev proje dê piştgirî bidin aboriya herêmî ya ku di encama şer de xirab bûye. Ji ber şer herî zêde rewşa aborî bandora nebaş dîtiye, ev jî piştî kêmbûna zeviyên çandiniyê û berfirehbûna avahiyan, bajaran û zêdebûna hejmara kampan ku gelek zeviyên çandiniyê kêm kirin. Li kêleka vê yekê jî windakirina hejmarek mezin ji ajalan di encama bombebaran, nexweşî û kêmbûna piştgiriyê de.
Li gorî rapora Rêxistina Al-FAO ya taybet ji bo ser rewşa Sûriyeyê, bi lawazbûna alîkariyên ku ji sektora çandiniyê re tê pêşkêşkirin, çi nebat û heywan, rewşa ewlehiya xwarinê li Sûriyeyê xirabtir dibe ji ber ku welat nîvê dewlemendiyên xwe ji dest daye.