Sebah Nasir 10 salin motorê dajo û pêdîviyan difroşe

Li gel kevneşopiyên civakê yên jinan bi zincîrên koletyê kelebçe dikin, Sebah Nasir van kevneşopiyan derbas dike. Ev 10 salin bi ajotina motorê pêdîviyan difroşe, her wiha xwedî li ked û aboriya mala xwe derdikeve.

RONÎDA HACΠ
Hesekê -Kevneşopiyên civakê tenê ser jinan xwe ferz dike û jinan ji mafê wan mehrûm dihêlê. Jin di malê de tenê weke amûrekî tê bi kar anîn û pêşî li berhemên wê tê girtin. Jinên ku li dijî van kevneşopiyan tevdigerin di bin navê şerm, ol û kevneşopiyan êrîş li wan tê kirin, her wiha civak di nava xwe de wê qebûl nakin. Gelek jin ji ber van kevneşopiyan gihêştine asta xwekuştinê û gelek jin jî hene li dijî vê yekê têkoşiyane. Jina bi navê Sebah Nasir(37) li Taxa Xeşman a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê dijî. Sebah hemû qalibên kevneşopiya civakê şikandin û bi motorê xwe ev 10 salin pêdîviyan di nava kolanên Hesekê de difroşe. Sebah vê xebata xwe weke destkeftiyeke aborî pênase dike ku jê derbara mala xwe dike û zarokên xwe xwedî dike.  
Gelek amûr û xebat hene di civakê de tenê ji bo mêran hatine veqetandin û civakê li ser jinan qedexe didît. Bi şoreşa jin li a Rojava- Bakûr û Rojhilatê Sûriyayê êdî ev zihnîyet tê şikandin û jinên ku rastiya xwe naskirine ji van qaliban derdikevin. Têkildarî mijarê jina bi navê Sebah Nasir ji me re axivî.
Têkoşîna li dijî kevneşopiyên civakê
Di civaka zayinperest de jinên mîna Sebah zû nayên qebûlkirin, ji ber qalibek tê şîkandin û civak vê yekê weke metirsiyekê ser kevneşopiyên xwe dibîne. Têkildarî vê yekê Sebah Nasir wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ez zewicîm rewşa min ya aborî ne baş bû, me nikarîbû em debara xwe bikin û hevjînê min jî kar peyda ne dikir. Berî ez bifikirm rewşa xwe ya aborî baş bikim, ez fikirîm çawa vê zihniyeta ku jin ji derve kar bike bişkînim. Min xwest ez weke jinekê pêşengtiyê bikim û xwedî rolek aktîvbim di civakê, ji bo wê min biryar da ez debara mala xwe ji keda xwe bikim. Min biryar da ez li dijî qlibên kevneşopiya civakê têbikoşim, ji bo wê min ev motor kirî û li ser xebitîm. Ger dilê mirovan bi xwestek be, tu kes nikare bibe asteng. Heya niha ev 10 salin ez vî motorî dajonim û der barê de îrade û keda min her zindiye.”  
Pêwîstbû jinek pêşengtiyê bike  
Sebah di dewamiya gotina xwe de balê dikşîne li ser rola jin di avakirina jiyanê de û wiha pêde çû: “Civaka ku rola jinan ne pejirîne, ew civak paş de dimîne. Derketina min li ser vî motorî hêzeke mezin di dilê jinên taxa min de ava kir û rê ji wan re vebû ku her kes li gor derfetên xwe êdî bixebitin.  Pêwîstbû jinek pêşnegtiyê bike, da jin ber bi keda xwe ve biherikirn. Ger em vegerin li gotinên derdor guhdar bikin, em nikarin tiştekî bi ser bixin, ya girîng ku em bikin. Pênaseya vê kedê jî tenê jin dikarin bikin.” 
Îrade hêzê dipejirîne
Sebah Nasir keça xwe Zeyneb jî bi xwe re digerîne û fêrî ajotina motor dike da ku ev yek di demê pêş şerm nebîne û wiha bi dawî kir: ”Di havînê de ez bûzê difroşim, di mehên din de gelek caran pêdîviyên zarokan, şînkahî û zebzeyan jî difroşim. Dema pirsgirêkên motor derdikevin jî ez bi xwe çareser dikim. Niha ez keça xwe Zeyneb jî bi xwe re digerîne û fêrî ajotina motor dikim da ku ev yek di demê pêş şerm nebîne. Bila zarokên min nebin koleyên kevneşopiya civakê. Bi vê xebata xwe min rewşa xwe ya aborî baş kir, zarokên xwe derbasî dibistanê kir û min xizmetk jî da civakê, her wiha min îradeya gelek jinan jî xurt kir. Tiştekî şerim di xebatê min de nîne, ger îro min ev xebat nekiriba minê destê xwe ber kî vekirbane. Bila ez jina yekemîn bim di vê civakê de ku ev qalibên ser me hatine ferizkirin şikand. Îradeya min ev hêz pejirand.”