Sara weke Kaktusê berxwedêr e

Jina ciwan a bi navê Sara bi serkeftina xwe ya ku destpêkê projeya xwe bi rêya tora civakî dabû destpêkirin, niha jî beşa duyem a projeya xwe ya bazirganiyê vekiriye.

TERZE TAHA
Silêmanî- Jina ciwan a bi navê Sara Serdar mînaka serkeftinê ya jinên ciwan e, bi du hevalên xwe re projeyeke bi navê  ‘Galeriya Kaktus’ di sala 2020’an de bi riya tora civakî ava kir û niha jî beşa duyem a galeriya xwe vekiriye. Di galeriyê de qelem, defter, çente, madalya, cuzdan û çend tiştên din ên reng û reng hene. Tiştên ku di vê galeriyê de hene ji yên li bazarê tên firotin cudatir û bi rengên xwe balkêştir in. Li ser dezgehê reng û reng tabloyên nexişandinê hene, pêçana vê firoşgeha rangîn bi rengê xwe ji firoşgehên din ên di nava bazarê de cuda ye. Der barê vê galeriyê de Saraya xwediya projeyê ji ajansa me re axivî.
“Hilbijarina nav gelek girîng e”
Sara wiha behsa hilbijartina navê Kaktus ji bo projeya xwe ki rû got: “Ji ber Kaktus şinatiyek hişk e û stiryên wê hene û li ber xwe dide, ji ber wê min ev nav hilbijartiye. Ev jî mînaka projeya me ye da ku em ji bi vî awayî berdewam bikin ji ber vê yekê hilbijarina nav gelek girîng e. Dezgah û tiştên me wisa ne ku dema kesek nekire jê li wan mêze dike, ji ber rengên wan cuda ne balê dikşînin. Di demên pêş de ji ber dîroka jiyana zehmet û çandî zêdetir rengên tarî û mat dihatin bikaranîn lê belê niha xelk piranî ji tiştên rengîn hez dikin.”
“Tora civakî alîkariyek bi hêz e”
Sara da diyarkirin ku piranî kesên ku serdana galeriyê dikin ciwan in karkirina bi hev re serkeftinê bi xwe re tîne, ji ber vê jî di destpêkê de gelek girîng e ku malbat û heval piştgiriya hev bikin, ne piştî serkeftinê ji ber piştgirîkirin di destpêkê de derdikeve holê û wiha domand: “Di destpêkê de dema ku xelk dihatin pîrozbahî û piştgiriya min dikirin, ez gelek kêfxweş dibûm. Ji ber di wê demê de pêwîstiya min bi vê yekê hebû, ji ber vê divê destxweşiya wan kesên ku nû destpêdikin were kirin, ne piştî serkeftinê. Tora civakî şaxeke bi bandor û alîkariyeke bi hêz e. Di destpêkê de jî me bi tora civakî dest bi projeya xwe kir. Me di sê mehên dawî yên 2020’an de bi şêweya online li gel hevalên xwe dest bi kar kir. Piştre me beşa yekem a firoşgeha xwe li Azadî Mol vekir, piştî du mehan jî vayê em beşa duyem a firoşgeha xwe li taxa Newroz di nava bazara Silêmaniyê de vedikin.”
“Bi alîkariya hev dikarin bi ser bikevin”
Di roja vekirina beşa duyem a galeriyê de hejmarek zêde ji heval û kesên nêzîkî Sara beşdar bûn û piştgiriya xwe dan nîşandan. Yek ji hevalên Sara ya bi navê Lanya Yusuf ku xwedî projeyek biçûk a taybet e û di vekirina beşa duyem a galeriyê de piştgiriya havala xwe dike dibêje: “Bila jinên ciwan ji karkirinê netirsin, di destpêkê de zehmet e lê belê bi alîkariya hev dikarin bi ser bikevin. Her kes ji bo armancên xwe hewldan bike wê bikare bi ser bikeve.”
Venûs Xerîb yek ji bikirên Kaktusê ye dibêje: “Li vê derê her tim bi rûxweşî bikir tên pêşwazîkirin her wiha ew tiştên ku li vê derê hene cuda ne in ji van li bazarên din tune ne, ji ber wê yekê ez her tim têm vê derê.”