Sabûnên nebatî

Sabûnên nebatî yên ku ji rune fêkî û nebatan tên amadekirin ji bo laşê mirovan bisudin.

Navenda Nûçeyan

 - Ji berhemê keda destê jinan sabûnên nebatî ji runê darên biberekt ên weke kezwan û arganan tên amadekirin. Bi rêbazên xwazayî bê ku ti tiştek cuda têxin navê çêdikin. Ev cureyên sabûnan bi vîtamînin û sudê didin laş û porê. Runê wê yê xwezayî bedenê nerm dihêle û diparêze. Weke mînak sabûna ji fêkiya sêvê çêdikin xwedî antîoksîdanek xurt e û ji bo birînên çerm tê bikaranîn. Dîsan sabûna kantaron a ku ji runê kulîlka kantaronê çêdibe ji bo nexweşiyên çerm, şewat û birînan tê karanîn. Weke van gelek cureyên sabûnên nebatiyên ji runê fêkî û nebatan tên amade kirin hene.