Rojnameger Dilaya û derfetên kar kirinê

Kesek ku bixwaze bixebite û proje di serî de hebe dê her rê ji bo xwe bibîne û bikaribe derfetan biafirîne. Diyala ya yek ji wan kesên xwedî projeye dibêje: “Armanca min a vê projeyê ew bû ku di dema belavbûna nexweşiya koronayê de hewl bidim derfetek kar ji bo xwe peyda bikim û her wiha rê li pêşiya gelek ciwanan vekim.”

TEHRÎR BIN SEXIR 
Ramallah- Diyala Qewasimî ya 22 salî li zanîngeha Bêrzêt a Ramallahê beşa ragihandinê qedandiye. Piştî temamkirina zanîngehê wê di aliyê xwendina xwe de qet derfetek kar nedît, ji ber wê neçar ma ku projeyeke taybet ji bo xwe ava bike û teslîmî bêkariyê nebe.
Ramallah bajarekî Filistînê ye ku li wê derê jî qeyrana bêkariyê heye û rêjeya bêkariyê her roja diçe zêde dibe. Bi hezaran xwendekarên ku zanîngeh temam kirine bêkar dimînin û ji bo xwe li alternatîfên cuda digerin. Ji wan jinên ku dema zanîngehê diqedînin û dimînin bê kar û ji bo xwe li alternatîfên kar digerin yek Diyala Qewasimî ye ku di sala 2020’an de li zanîngeha Bêrzêt beşa ragihandinê qedandiye û niha bi xwe projeyek kar ji bo xwe afirandiye dibêje; “Piştî min zanîngeh tamam kir, ji ber zêdebûna rêjeya bêkariyê, fikirîm ku projeyeke nû ji bo xwe ava bikim da ku bê kar nemînim.”
“Projeya min cîpsa kartolê bû”
Diyala di destpêkê de behsa projeya xwe dike û dibêje: “Navê projeya min cîpsa kartolê ye. Di sala dawî ya xwendina min de, bi taybetî di rewşa belavbûna nexweşiya koronayê de li ser vê projeyê ez gelek fikirîm. Rewşa bi aloz a bajêr bû sedem ku ez dest bi projeya xwe bikim. Min destpêkê erebeyek gerok anî ji bo xwe, ji ber ez kartolan gelek xweş çêdikim min dest bi firotina wan kir.”
“Ji ciwanan re bû hêvî”
Diyala da diyarkirin ku bi vî karî dixwaze derfetê ji gelek ciwanan re ava bike û wiha domand: “Armanca min a vê projeyê ew bû ku di dema belavbûna nexweşiya koronayê de hewl bidim derfetek kar ji bo xwe peyda bikim û her wiha rê li pêşiya gelek ciwanan vekim. Ciwanên ku ji ber nêrîna civakê cesaret nakin projeyên xwe pêşkêş bikin û li ser kar û xebatê bidin meşandin. Ez di wê baweriyê de me ku ev projeya min hindik jî be wê ji bo ciwanan bibe hêviyek.”
“Bazirganan li gel min dayîn û standin nedikirin”
Diyalaya ku ruxmê hemû zehmetiyên derdorê jî karê xwe dike wiha dibêje: “Biçûkxistina fikrên ku jinek ciwan nikare kar bike û karkirina min ji aliyê civakê ve yek ji wan astengiyên herî zehmet bû ku min jiya. Gelek caran ez rastî gotina ku tu nikarî vî karî berdewam bikî yan jî ev kar di kolalan de ji bo te ne guncew e hatim. Her wiha dema ku min berê xwe dida bazirganan da ku ez bihayê tiştan ji wan bipirsim wan ez cidî nedigirtim û li gel min dayîn û standin nedikirin.”
“Min gav paş de ne avêt û karê xwe domand”
Di dawiyê de Diyala wiha behsa serkeftina xwe ya di kar de dike: “Tevî hemû astengiyên ku li pêşiya min derketîn jî dîsa min gav paş ve neavêt û min karê xwe berdewam kir. Ez ê ji her kesê re îsbat bikim ku li kolanan jî dikarim kar bikim, ya girîng hezkirina te ya ji fikri û ramanên te re ye. Dema min dest bi projeyê kir û erebeya xwe li kolanê danî her kes matmayê ma lê bi demê re dema civakê dît ku ez di karê xwe de bi israr im êdî ev yek qebûl kir û piştgirî da min.”
Hêjayî gotinê ye ku Diyala Qewasimî hewl dide li tevahî Filistînê projeya xwe berfireh bike.