Rişte bi keda hevpar a jinan digihe hemû malan

Li herêma Serhedê xwarina rişte bi keda hevpar a jinan digihe ser sufra hemû malan.

Navenda Nûçeyan – Rişte ji curên mekerneyane û bi hevîr tê amadekirin. Herî zêde li nava birincê tê dîtin, dikeve nava cureyên şorbeyan û bi tenê jî tê çêkirin. Amadekirina wê jî bi xebata jinan a hevpar çêdibe. Ji ber amadekirina wê zore, nepêkane jinek  tenê bikare ji navê derkeve. Ji lewra dema hevîrê xwe dike jinên cîran li xwe kom dike û bi hev re çêkidin. Çêkirina riştê çiqasî zor be, ji ber jin digihin hev û li ber re sohbetê dikin ne bi demê ne jî bi westandinê nahesin. Li gelek deverên Serhedê weke çandekê her sal demsala zivistanê tê amadekirin.