Rêwîtiya zozanan a jinên koçer dest pê kir: Her çend zehmet be jî em hez dikin

Bi germbûna hewayê re, koçer berê xwe didin quntara çiyayê Kereşdaxê. Jinên koçer, li zozanan ji xwedîkirina ajalan bigre heta dotina wan, ji çêkirina mast û penîr bigre heta hewcedariya xwarinê û xwedîkirina zarokan hemî bar digrin ser milên xwe. Tevî hemû zehmetiyan jî diyar dikin ku jiyana li zozanan pir xweş e.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Koçerên ku li quntara Qereşdaxê dijîn, di mehên bihar û havînê de dest bi amadekariya çûyîna zozanan dikin. Koçerên ku ji bo ajalên xwe yên ku çavkaniya wan a debarê ne diçin cihek şîn û şil, heya zivistanê li zozanan dimînin. Koçer çend mehan di konan de bê cereyan û av dimînin hemû barê karê li zozanan li ser milên jinan e.
“Em debara xwe bi ajalan dikin
Senîha ya ku yek ji koçerên li quntara çiyayê Qereşdaxê ye, dibêje ku koçeriyê li Qoserê  ji dayika xwe û ji zozanan fêr bûyê, ev deh sal in koçberiyê dike. Senîha ku bi germbûna hewayê re ji bo ajalên xwe yên ku tenê çavkaniya debara wan in hatiye zozanan got: "Ajal çavkaniya debara me ne. Em ji goşt û şîrê wan her tiştî  feydê dibinin.Lê li wan mêze kirin, mezinbûna wan, qasî ku xuya dike ne hêsan e. Her sibe em diçin berivan û pez didoşin, dema ku ew li quntara çiyê diçêrin, em li berxikên wan dinêrin û wan di çadirê de têr dikin. Gava pezên me danê êvarê vedigerin, em dîsa wan didoşin.”
"Ji bilî vê yekê karê me tune ye" 
Senîha dibejê ku tevî zehmetiyan jî ew koçeriyê û jiyana zozanan pir hez dike gotinên xwe wiha didomîne: "Havînê li vir şînahî tune ye. Ji ber ku keskayî tune ye, em ajalên xwe dibin cihên ku pir şînahî û av lê heye. Li zozanan, ceyran tune ye, di dema pijandina xwarin û şûştina cilan de gelek zehmetiyan dikşînin em. Herî zehmet kar jî pir bi eziyet e. Lê ev êdî pîşeyê me ye. Em ji bilî vê yekê nikarin karekî din bikin. Ji bo debara xwe û ajalên xwe tevî zehmetiyan em vî karî dikin. Em her cihê ku diçin kar dikin. Em bêguman pir diwestin, her kes karekî dike û karê me jî Koçerî ye... ”
"Hemû kar li ser milên me ne" 
Senîha destnîşan kir ku hemû karên koçeriyê jin dikin, diyar kir ku xwedîkirina ajalan û zarokan jî ew bi xwe dikin û dibêje; “Gava ku ji derve tê mezêkirin, wisa dixuyê ku em her gav rêwîtiyê dikin lê dema ku em her dem bigerin êm ê di guhertina cihê de pir zehmetiyan bijîn. Ji serî heya dawiyê kar, herî zêde em jin diwestin. Xwedîkirina ajalan, karên malê û xwedîkirina zarokan hemû em dikin. Dîsa, xwarina ajalan, dotina wan, hemû em dikin. Şîrê xwe carna em difroşin û carna jî penîr çêdikin. Em jin hem li zozanan hem jî zivistanê tu carî  di malên xwe de jî naseknin. Hem havînê û hem jî hemû demsalên din, barê herî giran ê kar li ser milên me jinan e."