Qeyîrana aborî bandor li pirojeyên jinên Yemenê dike

Li Yemenê ji ber şerê ku bi salan e didome, krîza aborî her diçe zêdetir dibe. Gelek kesên xwedî cihên kar in diyar dikin ku ji ber zêdebûna bihayê madeyan, projeyên xwe nikarin bixin pratîkê. Her wiha gelek malbat nikarin debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên xwe yên sereke bi cih bînin.

 
Noor Surib
Yemen - Şerê Yemenê di sala xwe ya heftan de didome û bûye sedema krîza aborî û hejariyê. Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku ji sedî 80’ê ji Yemeniyan bi hewceyî alîkariyê ne. Seroka Nivîsgeha Reklamê ya Aden, Nada Al-Khidr, got; "Ez bi salan di warê kirûbirê de dixebitim û ya ku niha diqewime nayê vegotin. Gelek projeyên ku ez li ser kirûbira wan dixebitim û bingeha wan vedigire ya jinan, ji ber krîza aborî di rewşeke pir xirab de ne. Ji ber vê yekê hilberîna wan kêm bû û hin proje bi tevahî sekinîn. Ev tê vê wateyê ku gelek malbatan çavkaniya xwe ya jiyanê windakirin. 
Projeyên ku heta niha didomin
Walaa Ahmed, xwediya projeya "Halula Cake" ye got; "Ez xwediya projeyek biçûk a çêkirina kilor im ku bi vî rengî malbata xwe xwedî dikim. Min û xwişka xwe ji sala 2016’an pê ve dest bi xebatê kir. Ez xebitîm heya ku navê min êdî li sûkê bi nav û deng bû. Bi awayekî domdar xwestek ji bo çêkirina kilor ji min re tên.  
Der barê bilindbûna buhayê hilberînên de dibêje; "Buhayê madeyan gelekî zêde bûye, çawa ku lîreya biyanî bilind bû, firoşgehan madeyên çêkirina kilor bi rengekî zêde buha kirin. Mînak, kîsikek 10 kîlo ya kirêmê di van du salên borî de 9 hezar riyalên Yemenî bû, îro buhayê wê gihîştiye 28 hezar riyalên Yemenê. Tevî ku ew bazirganên mezin in û ev materyal berê li gel wan peyda dibe."
Walaa axaftina xwe wiha didomîne; "Divê ev karesat bê çareserkirin, di heman demê de ez bang li Nivîsgeha Bazirganî û Pîşesaziyê dikim ku erka xwe pêk bîne û buhayê xwarin û hilberînên xerîdar ên ji bo hemwelatiyê bişopîne, ji ber ku heke rewş aram bibe jî bazirgan kêmkirina bihayan red dikin."
Li aliyê din wênekêş Tahani Al-Khader, xwediya Studyoya Wêneyan a Madeira got; "Em jî wek gelek projeyên din in ku ji ber ketina lîreya xwecihî êşê dikişînin. Krîz bû sedema zêdebûna bihayê tiştên ku em ji bo firotanê li dikanê peyda dikin. Rêjeya qezencê kêm dibe, ji ber vê yekê em, wekî pargîdaniyek, neçar in bihayên karûbarên xwe û bihayên kelûpelan bi paralel bi zêdebûna rêjeya danûstendina diravê Yemenî re bilind bikin û ev bi vî rengî mîqdara tevlibûnê kêm dike ji ber ku rewşa karîsî bandorê li ser hemû mirovan dike. "
Projeyên ku hatine rawestandin
Endezyar Kholoud Khaled piştrast kir ku krîza aborî bi gelemperî krîza aboriyê ye û der barê ezmûna wê ya kesane de, ew dibêje; "Min di destpêka sala 2017’an de dikana xwe bi nave "Ladies Phone" vekir û dikan di gel jinan bû cihê kêfxweşiyê ji ber ku yekem endezyara jin e ku di warê çêkirina telefon û laptop li Yemenê pispor e û bi vî rengî min yekdestiya endezyarên mêr di vî pîşeyî de şikand û ketim vî warî, min îsbat kir ku ez dikarim di warê endezyariyê de bi ser bikevin. 
Lê belê mîna xwediyên projeyên taybet, ew rastî gelek astengiyan hat, li hemberî gelek pirsgirêkên  ku bûn sedema girtina dikana wê li ber xwe da lê mixabin, bilindbûna lîreyê bi rêjeyek mezin ku gihîşt  ji % 250 ji nişkave bû sedema zêdebûna buhayên parçeyên yedek û zêdebûna kirêya dikanê û bûdceya xebitandinê wek elektrîk û yên din.
Û wiha domand; "Di destpêkê de, min hewl da perçeyan ji herêmên din, wek Sanayê, bînim wekî hewlek ku pirsgirêkê derbas bikim lê heqê barkirinê bû sedema zêdebûna lêçûnê ji bo xerîdaran û redkirina min a tevayî ya zêdekirina buhayan li ser xerîdaran, min biryar da ku firoşgehê bi tevahî bigrim û li bendê bim da ku rewş baş dibe." 
Ji ber bihayê zêde projeyên ji bo cihên çêkirina xwarinê qels dimînin
Nadia Wasil serpêhatiya xwe ya der barê projeya çêkirina xwarinê ya bi navê "Nado Food" de bi me re parve kir û got: "Ji ber xirabûna rewşa aborî ya heyî, min dev ji xebata li ser xwestekên dawetê berda ji ber ku her roj buhayê lîra tê guhertin û pêdiviyên bingehîn ên karê min buhayên wan tên guhertin. Mînak buhayê mirîşkê 18 hezar bû lê niha nirxa wê 35 hezar e, ev bilindbûna din di vê mehê de qewimî, em xwediyên projeyê, evqas dirav girt ser xwe ji ber ku me beşek ji buhayê xwestekan girt, ji ber vê yekê em niha bêyî tu qezencê dixebitin."
Der barê pirsa ku dê kar niha berdewam be yan na ew dibêje; "Me piraniya xwestekan rawestandiye ji ber ku rewş me neçar dike em buhayan bilind bikin û xerîdar jî nikarin vê yekê qebûl bikin."
Xwediya projeya "Reotton Reith", Heba Ehmed jî zehmetiyên ku wê ji ber krîzê dîtine nirxand û got; "Em di kontrolkirina bihayan de zehmetiyê dikşînin û ger buhayê firotanê bilind bikin ji bo bi krîzê re derkevin serî, xerîdar dê li dijî wê yekê derkevin û ger em bihayê kelûpelan kêm bikin, em ê zirara giran hilgirin, ji ber vê yekê em niha dabînkirin û kirînê jî disekinînin heya ku rewşa aborî hinekî baştir dibe." 
Ji ber krîza aborî Yemen li deriyê gelek welatan dide
Rojnamevanê aborî Mecîd el-Da'arî got; "Hilweşîna bilez a diravan bi nebûna dewletê, nekarîna hukûmet û banka wê ya navendî di dîtina çare û çareyan de û terikandina koalîsyona Erebî û navneteweyî erkên civakê yên li hemberî gelê Yemenê, Yemenê dike welatek ku ji ber xelaya herî xeternak û hovane li deriyên gelek welatan dide." Wî teqez kir ku ev dê felaketek mezintir û birçîbûnek girantir bi xwe re bîne.
Li ser bandora hejarî û êşa li ser jinan, diyar kir ku dê bandorek neyînî li ser rêjeya bilind a şîdeta malbatî çêbibe, nexasim projeyên biçûk ên ku ji hêla jinan ve tên meşandin dê nikaribin bi krîzê re derkevin serî her wiha ew ê bandorê li derfetên kar ên jinan û ewlehiya wan a kar jî bike. Jin nikaribin tu çareyê ji vê yekê re bibînin ji ber vê divê ku kar û xebatê bikin û li derfetên kar bigerin da ku pêwîstiyên mala xwe bînin cih.