Qehwexaneya Rindê cihê aramiyê ye

Dema mirov dikeve hindirê qehwexaneya Aryos, bi muzikên wê yên hêminî aramiyekê dide mirovan. Rindê bi ruyek xweş pêşwazî li kesên tên vêderê dike, ji ber ew bi xwe ji bêdengiyê hez dike ji ber wê jî qehwexaneyek hêmîn ji bo xwe vekiriye.

Dema mirov dikeve hindirê qehwexaneya Aryos, bi muzikên wê yên hêminî aramiyekê dide mirovan.  Rindê bi ruyek xweş pêşwazî li kesên tên vêderê dike, ji ber ew bi xwe ji bêdengiyê hez dike ji ber wê jî qehwexaneyek hêmîn ji bo xwe vekiriye.
TERZE TAHA
Silêmanî - Rindê Yawerd bi birayê xwe re qehwexaneyek ya bi navê Aryos li taxa Komomol ya bajarê Silêmaniyê vekirine û bi xwe rêvedibin. Rinde di vê qehwexaneyê de karê rêvebirinê dike. Bi xwe di peymangeha Birîtanya de kar dike, dema karê xwe di qedîne tê li qehwexaneyê temaşe dike û bi xwe dide diyarkirin ku wan ev çar mehe dest bi karê xwe kirine û beriya vî karî ji nêzî şeş mehan lêkolîn di derbarê qehwexaneyê de kiriye û niha jî ji 30 curan zêdetir xwarin û vexwarin di vê qehwexaneyê de heye. Rengê qehwexaneya Rindê kesk û nexişandiye bi xwe dibêje ku rengê kesk aramiyê dide mirovan û qehweyî ji rengê qehweyê bi xwe ye û divê ev rengane di nava qehwexaneyekê de hebin û bi xwe di qehwexaneyê de şêwazek kilasik bi karaniye. Her derên wê xemilandine li vê derê pirtukxaneyek biçuk jî heye muzikên bi hêminî û aramî tên guhdarkirin, ên ku tên vêderê hem pirtuk dixwinin hem ji qehweya xweş divexwin. 
“Pîştgiriya malbatê û hevalên min hêzê dide min”
Rindê di derbarê vekirina qehwexaneya xwe de wiha dibêje: “Min bi xwe his dikir ku ez xwedî hêzekême û dikarim ji bo civakê xizmetê bikim, min bi xwe di got ger bibim xwedî karê xwe dikarim hîn zêdetir xizmet bikim. Ji ber min li gel birayê xwe biryar da  ku bibim xwedî kar ji xwe ez bi xwe jî kesek bêdengim ji ber wê min dixwest cihê ku biçimê bêdeng û ji dumanê dur be. Ji ber wê min xwest qehwexaneya min bi vî awayî bêdeg be û ev cihek cûda be. Ez wek mal giringiyê didim vê derê jî. Herçendî 16-17 demjimêr li vêderê kar dikim û di fîzîkî de westandin çêdibe jî ji ber min bi xwe pilanên xwe bi cih aniye û ji bo armanca xwe kar dikim westanê hîs nakim, ji xwe malbat û havalên min piştgiriya min dikin û bi vê helwesta wan a erên bihêztir dibim.”
Jina ciwan a bi navê Niwa Sasan ku temenê wê 18 saliye jî dibêje ku ji bo waneyên xwe bixwine her dem tê qehwexanya Aryos û wiha got: “Ev qehwexane cihek bê deng û ji qerabalixê gelek dure. Ji ber ez gelek têm vêderê, kesfxweşim ku jinek ciwane xwedî vê qehwexanê Rindê bingehek ji bo ew jinên ku zanîngeh temam kirine daniye û ew jî dikarin bibin xwedî kar ji bo tu karan ne derenge. Dema baweriya wan bi hêza wan were dikarin hemû karan bi serbixin.”