Projeyên xwarinên pîrikan ên kevneşop sînorên Tûnisê derbas dike
Li gundewarê Sisî Buzid tarîfên pîrikan, bûne projeyên biçûk ku jin û malbat pêşeroja xwe pê ava dikin.
ÎXLAS HEMRONÎ
Tûnis – Li kûrahiya gudewarên Tûnisê, li cihên ku kevneşopiyên xakê lê heye, jinên ku îradeya wan nehatiye şikandin, jiyanek ku ji mitbexên biçûk dirêjî bazarên mezin dibe ava dikin.
Ev jin tenê bi parastina terîfên pîrikan sînordar nabin, wan vedigerînin projeyên biçûk ku debarek pê ve were, serxwebûna aboriya xwe bi hêz dikin û kapasîteya ji heq derketina malbatan a bi zoriyên rojane yên jiyanê, zêde dike.
Mîrateya xwarinê rêyek a têkoşînê ye
Yek ji jinên ji Sidî Busidî Munîre Îzzî, hinek tarîfên ku ji malbata xwe fêr bûye kiriye çavkaniya debarê û wiha dibêje: “Mîrateya xwarinê ji bo min ne tenê mîrateyek çandî ye. Bi demê re bûye rêya jiyan û têkoşîna rojane. Destpêkê jiyana me bi aram bû û hevjînê min dixebitî, lê belê ji ber şertan hevjînê min neçar ma dev ji kar berde, ji bo pêkanîna debara malbata xwe ez li rêyên alternatîf geriyam. Wek gava yekem, min mîktarên biçûk bixûr hilberand û bi nirxek kêm firot. Ez vê ceribandina xwe wek kevirê yekem ê rêya dirêj a kedê dibînim.”
‘Projeya min a biçûk, xwe dispêre ceribandin û ezmê’
Munîre Îzzî da zanîn ku bi demê re xebatên xwe berfireh kiriye û dest bi hilberandina xwarinên bi malzemeyên xwezayî, li ser agirê kêm, bi tam û sade û tarîfên ku ji nifşan derbasî nifşan dibe kiriye. Munîre ragihand ku tamên kavneşop, berhemên cûr be cûr cih digre nav xwe û wiha got: “Projeya min a biçûk ji derfetên madî zêdetir, xwe dispêre ceribandin û xîretê, hêdî hêdî mezin bû. Bi saya hewldanan başdarî gelek fuarên li Tûnisê hatin lidarxistin bûm. Hinek berhem bazarên xwecihî derbas kiriye û gihîştiye Fransa û Qetarê. Lê belê li bazarên derveyî welat gelek deman bi navên kesê din dikim. Ev serkeftin ne tenê madî ye, ez pêwîstiyên keçên xwe pêk tînim û di şertên bi rûmet de dijîn. Wekheviya rast ne tenê bi maf, bi berpirsyartî girtin, xebitîn û di demên zor de li gel malbata xwe sekinînin pêkan e.”
Bingehê karê serbixwe
Recea Mîsavî jî serbixwe dixebite û dibêje: “Ez ne girêdayî komele an jî kooparatîfê me, ez bi tenê û mitbexa xwe ya ku min kiriya qada hilberînê re mijûl im. Hemû qonaxên berhemên xwe ez bi xwe amade dikim, paqijiya malzemeyan, hişkkirin, dema pêwîst bike hûrkirin. Piştre ez vedigerînim terîfên li gorî pîrikên xwe. Berhemên wek baharatên cûr be cûr kuskus û konserve û zeytûn tê de cih digrin.”
‘Ked bingeha serkeftinê ye’
Recea Mîsavî diyar kir ku her roj bi karek nû derbas dibe û wiha got: “Rojekê karê zeytûnan dikim, roja din karê îsotan, an jî berhemên ku min ji pîrika xwe girtiye, ‘bsîsa’ amade dikim. Ez kêm derdikevim derve. Min piraniya dema xwe, ji bo hilberandinê veqetandiye. Ji ber ku ez bawer dikim ku ked, bingeha serkeftinê ye.”
‘Dixwazim projeyek domdar ava bikim’
Recea Mîsavî gelek girîngî dide bazarkirin û têkiliyan, fuaran dişopîne, li ser internetê têkiliyan datîne û lêçûnên beşdarî û gihandinê bi xwe dide û got: “Armanca min ne firotina berheman a bi awayek sînordar e. Ez dixwazim projeyek domdar ava bikim û di bazarê de qadek mayînde bi dest bixim. Hinek berhemên şuruba hêjîrên Hindî, bsisasiya dan, bi saya kalîte û xweseriyên wê, madalyayên neteweyî qezenc kir. Sira serkeftinê wîjdan e. Ez wek ku xwarinan ji zarokên xwe re amade dikim dixebitim. Ev jî nirxek girîng dide berheman û wê cûda dike.”
Çîroka Munîre Îzzî û Recea Mîsavî, mînaka zindî ya jinên ku li herêmên hundirîn dijîn mîrasa xwarinê vegerandina çavkaniya debarê û bi îrade û ezmê berpirsyartiya pîşeyî ferqek rast bidin avakirin e.